1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Şûna Rondikan Xwîn Diherike-Dawî
Li Şûna Rondikan Xwîn Diherike-Dawî,li,şûna,rondikan,xwîn,diherike,dawî

Li Şûna Rondikan Xwîn Diherike-Dawî

Jina êzîdî ya bi navê H.E. ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin û çend caran li bazarê hate firotin

A+ A-

 

 

Gelek caran di bazara çeteyan de hate firotin

MEDYA HENAN

QAMIŞLO- Jina êzîdî ya bi navê H.E. ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin û çend caran li bazarê hate firotin serpêhatî û êşa ku di dema hatibû revanin anî ziman.

Jina êzdî ya bi navê H.E. ji gundê Til Benat a başûrê Çiyayê Şengalêye. Çeteyên DAIŞ`ê dema êrîşî Şengalê kirin H.E. bi sê zarokên wê ve revanin û mîna koleyan li bazara Reqqayê firotin.

H.E. ya ku gelek çeteyan gelk zulm û zordarî jiya, serpêkhatiya revanina xwe anî ziman û got ku dema çeteyan êrîşî herêmê kir ew jî tevî zarokên xwe gundên xwe terik kirin û reviyan. Çete dikevin pêşiya wan û wan jî wekî hezaran welatiyên êzîdî digirin û direvînin.

H.E. destpêkê 15 rojan piştî li dibistanekê mane çete ew birine bajaroka Til Efer a Iraqê. H.E. got ku çeteyan ew bê xwarin û vexwarin hiştin û şerekî pskolojî li ser wan hate meşandin.

H.E di berdewama axaftinê xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê piştî 15 rojan zarokê wê yê mezin ku temenê wî 13 salî ye jê distînin û ev tişt anî ziman: ʺkurê min ê mezin bi dare zorê tevlî şer kirin, ez û her 3 zarokên min ên biçûk jî birin gundê Qemhe û Qizil Qîwa yên girêdayî Mûsilê. Em derdora 3 mehan li wan gundan hiştin û piştre jî em birim kampa Silûk a bajaroka Silûkê. Ji wir jî em birin Reqqayê ji bo min li bazara El-Nexas (koletiyê) ya Reqqayê bifroşin.ʺ

H.E tevî her 3 zarokên xwe û jinên din ên êzîdî 13 rojan li navendeke çeteyên DAIŞ`ê ya Reqqayê dimînin. E.H. di domandina serpêhatiya xwe ya bi êş de wiha dibêje: ʺHer roj çeteyên DAIŞ`ê dihatin jinên temenê wan di navbera 15-25 salî ji nava me dineqandin û ji çeteyên xwe re dibirin. Herî dawiyê ez û 3 jinên ku temenê wan di navbera 35-40 salî de ne mabûn.ʺ

H.E destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê li jinên Êzidî yên ziwicî weke kafiran dinêrîn û got: ʺEw weke diyarî didan çeteyan û xirab nêzî wan dibûn. Ez jî piştî du mehan weke xizmetkarekê dame serçeteyek bi navê Ebû Hejar El-Ansarî. Ez derdora sal û nîvekî  li gel wî serçeteyî mam.ʺ

Piştî sal û nîvekê ew serçete H.E. li bazara El-Nexase ya Reqqayê firotiye difroşe çeteyekî din ê bi navê Ebû Elai El-Helebî. Çeteyê bi navê El-Helebî wê bir Dêra Zorê û ji wir jî wê bir herêma El-Aciziye ya Helebê.

Piştî pênc mehan ew çete jî H.E dibe bajarê Reqqa da wê bifroşe. Ê beriya ku H.E careke din were firotin YPJ/YPG`ê wê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar dikin.

Zaroktiya wê hate kuştin, hên jî li benda dîtina dayîka xwe ye

MEDYA HENAN

QAMIŞLO– Sîlvana yek ji zarokên êzîdî ku bûye qurbana komkujiya Şengalê. Çeteyên DAIŞ`ê zulm û işkence lê dikin, ew jî her dem li bendê bû ku dayîka xwe bibîne.

Sîlvan li pêşiya mala xwe bi hevalên xwe re dilîst, ji nişka ve zarok hemû direvin malên xwe û dayîka wê ji destê wê digre û wê ber bi xwe ve dikşîne.

Silîvan zaroke û nizane çi li derdora wê diqewimê. Tenê dibêje min dît ku erebeyên Hêzên PDK`ê ber bi çiyayê Şengalê ve diçin. Malbata wan jî berê xwe dide çiyayê Şengalê.

Sîlvan ji gundê Koço yê  dikeve 15 kîlometreyan başûrê çiyayê Şengalê. Hîna ew û şêniyên gundên wan zêde ji gund dûrneketine ji aliyê DAIŞ`ê ve dikevin çemberê. Sîlvana nizane çi li derdora wê diqewimê, tenê dibîne hinek kesên cil reş ku çek di destê wan de ye derdora wan dorpêç kirine.

Çeteyên DAIŞ`ê wan vedigerînin gund û dixin dibistana gundê de. Çete Sîlvana biçûk ji dayîk, bav, bira û xwişkên wê vediqetînin. Rondik mîna baranê ji çavên wê têne xwarê, diqîre û asê lingê dayîka xwe digre.

Çeteyên DAIŞ`ê li ser serê jinan tekbîrê dikşînin, wan dixin erebeyan û dibin Mûsilê. Dema ku ev yek diqewimî temenê Sîlvan 8 salî ye.

Sîlvan 8 salî di nava destê çeteyên DAIŞ`ê de dimîne û piştre YPJ/YPG`ê wê ji rizgar dikin. Dema ku me pêre hevdîtin çêkir, di nava şoqê de bû û tenê bersiva ʺEz fêmnakimʺ dida me. Wexta despêkir zulma ku ji çeteyên DAIŞ`ê vegot, çavên wê melûl bûn û nikarîbû hevokên xwe bihûne.

Zaroka 8 salî Sîlvana anî ziman ku piştî ew derbasî Mûsilê kirine wê difroşin çeteyekî bi navê El-Cezrawî. Sîlva ji dayîka wê qutkirine. El-Cezrawî jî wê işkence dike û lêdide. Piştî ku du mehan li gel Ebû El-Cezrawî dimîne wê difroşe çeteyekî bi navê Ebû Seed El-Cezrawî.

Ebû Seed El-Cezrawî wê dixapîne û jê re dibêje ku dê wê bibe gel dayîka wê. El-Cezrawî Sîlvan di wî temenê biçûk de bi çeteyekî bi navê Ebû Zubêr El-Cezrawî re dide zewcandin.

Sîlvan çend mehan li gel wî çeteyî dimîne û wê difroşe çeteyê bi navê Ebû Amer El-Iraqî. Ebû Amar wê weke xizmetkarekê dide bikaranîn û salekê li gel wî dimîne.

Hêviya Sîlvan a ku dayîka xwe bibîne qutnebûye û piştî ku YPJ/YPG`ê wê rizgar dikin, li benda dîtina dayîka xwe ye.

(np/dc)

ANHA