1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Lêkolîneke Taybet li Ser Axaftina bi Kurdî li bakur
Lêkolîneke Taybet li Ser Axaftina bi Kurdî li bakur,lêkolîneke,taybet,li,ser,axaftina,bi,kurdî,li,bakur

Lêkolîneke Taybet li Ser Axaftina bi Kurdî li bakur

A+ A-

Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk li 16 bajarên Kurdan û li 49 navçeyan, li ser axaftina bi kurdî anketek amade kir.

Li gorî encamên anketê li bajarên Kurdan ji sedî 65ê rûniştvanan li malê xwe bi Kurdî, ji sedî 26 bi Tirkî, sedî 4 Erebî, ji sedî 3 Zazakî diaxivin.

Ji sedî 57 li derve bi Kurdî, ji sedî 38 bi Tirkî, ji sedî 2,4 bi Erebî, ji sedî 2 jî bi Zazakî diaxivin.

Rêjeya Axaftina bi Zimanê Kurdî li Tirkiyê
Rêjeya Axaftina bi Zimanê Kurdî li bakur

 

Lêkolîn destnîşan dike ku temen çiqas mezin dibe, rêjeya axaftina bi Kurdî zêdetir dibe:

Ciwanên ku temenê wan di nav 18 û 24 salî de ne, ji sedî 64 bi Kurdî; kesên ku temenê wan ji 65 mezintir e ji sedî 68ê wan bi Kurdî diaxivin.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin