1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. ‘Lîstokên elektronîk beşek ji şerê taybet in’
‘Lîstokên elektronîk beşek ji şerê taybet in’,lîstokên,elektronîk,beşek,ji,şerê,taybet,in

‘Lîstokên elektronîk beşek ji şerê taybet in’

Ciwanê bi navê Ehmed Hisên (17), ji sibehê heta derange şevê bi lîstokên elektronîk ve dem derbas dikir û nedikarî dest jê berde. Ji bo ku ji wan lîstokan xilas bibe beşdarî dewreyek perwerdeyê bû. Hisên dibêje: “Min fêmkir ku ev lîstok beşek ji şerê taybet in.”

A+ A-

Bi belavbûna telefon, amûrên elektronîk ên pêşketî û enternêtê re şîrketên cîhanî gelek lîstokên elektronîk belav kirine. Lê êdî ev diyarde bi awayekî neyînî bandorê li kesan dike, bi taybet li gel zêdebûna hewsê ya ku hin caran dighêje bengî.

Wek gelek herêman Bakurê Sûriyê jî para xwe ji vê bandora neyînî girtiye.

Ciwanê bi navê Ehmed Hisên (17) ê ji navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê û di asta amadehî de dixwîne. Hisên bi xeteriya wan lîstokan hesiya û biryar girt ku beşdarî dewreya perwerdeyê bibe.

Akademiya Civaka Demokratîk a li taxa Rojava a navçeyê di 2014`an de hate vekirin. Akademiyê di dirêjahiya 5 salan de bi hezaran ji şêniyên navçeyê perwerde kir.  Beriya çend rojan dewreyek bi navê Şehîd Amkîhan Cudî hate vekirin. Ehmed Hisên beşdarî  wê dewreyê bû.

Ajansa me hevdîtinek bi Ehmed Hisên re çêkir.

Hisên got: “Min saetên dirêj bi lîstokan dilîst. Min nedizanî li derdora min çi heye. Ji saetên berbanga sibehê, heya saetên derengî şevê, beyî ku sûd ji dema xwe bigirim min dilîst. Ji ber wê jî ez ji aliyên derûnî û bedenî ve diwestiyan. Ev rêbaza demderbaskirinê veguherî hewsekê û min nikarî dest jê berdim. Piştî wê min biryar girt ku rêbaza jiyana xwe biguherînim û dest ji vê reftarê berdim. Ji bo wê ez beşdarî dewreyê bûm da ku xwe perwerde bikim, sûd ji dema xwe bigirim û jiyana xwe bi şêwazekî kêrhatî orgenîze bikin."

Hisên diyar kir ku niha rewşa wî pir başe. Hisên got: “Bi rêya waneyên ku di perwerdeyê de têne dayîn, bi taybet şerê taybet  min nas kir ku gelek lîstokên elektronîk beşek ji şerê taybet in. Armanca wan ew e ku ciwanan ji civakê dûrxin û bê behre bihêlin.”

Hisên di dawiyê de bang li hemû kesên ku demê xwe bi lîstokan derbas dikin kir û got: “Beşdarî dewreyê bibin da ku hûn jî xeteriyên van lîstokan têbigihin.”

(şx/bm)

ANHA