1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mamostayên Zanîngehê: xwerêveberî mafê Êzidiyan e
Mamostayên Zanîngehê: xwerêveberî mafê Êzidiyan e,mamostayên,zanîngehê,xwerêveberî,mafê,êzidiyan,e

Mamostayên Zanîngehê: xwerêveberî mafê Êzidiyan e

A+ A-

 

 

Mamostayên Zanîngeha Koyeyê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê dibînin û diyar kirin ku bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û bexdayê ji ber lihevkirin û berjewendiyên wan in. Herwiha gotin ku xwerêveberî mafê Şengal û Êzidiyane.

Di 7’ê Kanûnê de dewleta Tirk bi balafirên bêmirov li dijî Şengalê êriş pêk anî û di encamê de Hevserokê Desteya Rêveberiya Şengalê Merwan Bedel şehîd bû û zarokên wî birîndar rizgar bûn. Di 11’ê Kanûnê de jî balafirên Tirkiyeyê Meclîsa Gel a Xanesorê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de zirara giyanî çênebûbû, lê meclis bi temamî wêranbû.

Herwiha balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Tebaxê de jî êrişî nexweşxaneya gundê Sikêniyê kiribû û komkujî pêkanîbû. Di encama êrişê de 4 kedkarên tendûristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê şehîd bûbûn û 4 kes jî birîndarbûbûn. Herwiha ji berî rojekê jî li bazara kevin a navenda Şengalê Fermandanê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanek din di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbûn. Hikûmet Herêma Kurdistanê û Iraqê li dijî van êrişan bêdenge û Iraq qada xwe ya hewayî ji Tirkiyeyê re nagire. Rojane Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike.

‘Ji ber berjewendiyên xwe bêdeng in’

Mamostaya zimanê Ingilîzî yê Zanîngeha Koyeyê Dr. Îlham Mecîd diyar kir ku Tirkiye dewletek dîktatore û berdewam êrişî Herêma Kurdistanê û bi taybet Şengalê dike û wiha domand: “Lê divê desthilata Kurdî û Iraq Êzidî û Şengalê weke beşek ji xwe bibînin û nabe rê bidin ti destdirêjî li ser xaka Iraqê pêk were. Tişta ku em niha dibînin desthilatdaran ji ber berjewendiyên xwe yên hizbî û kesî bêdengî hilbijartîne.”

 Mamostayê Dîrokê yê Zanîngeha Koyeyê Dr. Heyder Leşkerî diyar kir ku nêrîna destilatê ya ji bo Şengal û Êzidiyan xerabe û got ku weke beşek ji welatiyên xwe nabînin û wiha anî ziman: “Ji ber ku Êzidî û Şengalê li ser siyasta xwe ya neteweyî metirsî dibîne rojane Tirkiye êrişî Şengalê dike. Ji ber ku wiha wênekirine ku ew nêzî partiyek li hemberî Tirkiyeyê ne, lê şermezariya desthildarê Herêma Kurdistanê û Iraqê di vê yekê de ye ku vê destdirêjiyê dibînin, lê helwesta wan nîne.”

‘Serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê nemaye’

Herwiha Mamostayê Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Koyeyê Dr. Hîwa Selam diyar kir ku ti serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê nemaye û got: “Bêdengiya herdu hikûmetan cihê şermezariyê ye. Hejmarek sedem hene û di  bin de lihevkirin heye, wiha kiriye ku bi vî awayî bêdeng bin. Eger na, ti sedemek ji bo bêhelwestiya wan nîne. Di demekî ku destê derve û balafirên derve tên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin. Kesek jî nîne êrişkaran re bêje raweste.”

‘Divê nêrîn û dîtina xelkê Şengalê li ber çavan were girtin’

Dr. Hîwa Selam da zanîn ku divê nêrin û dîtina xelkê Şengalê li ber çavan were girtin, heta ku bi ew bi xwe di warê şêwazê xwerêveberinê de biryara çarenivîsa xwe bidin, herêma wan were avakirin û yên malên wan nerûxane dûbare werin nûjenkirin.

(ab) Rojnews