1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Mihrîcana Kurteçîrokan a Qamişloyê bi dawî bû
Mihrîcana Kurteçîrokan a Qamişloyê bi dawî bû,mihrîcana,kurteçîrokan,a,qamişloyê,bi,dawî,bû

Mihrîcana Kurteçîrokan a Qamişloyê bi dawî bû

A+ A-

6. Mihrîcana Kurteçîrokên Kurdî bi dayîna xelatan di roja 4’an de doh bi dawî bû. Di pêşengiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriye 6’emîn Mihrîcana Kurteçîrokên Kurdî li baxçeyê xwendinê yê bajarê Qamişloyê 4 rojan dewam kir. Bi beşdarbûna 17 çîrokên Kurdî, bi dehan rewşenbîr, nivîskar, helbestvan tevlî mihrîcanê bûn. Mihrîcan di roja 4’an de bi dawî bû.

Di roja dawiyê de li ser navê yekîtiya nivîskaran axaftin hat kirin, piştre li stranên hunermend Mustefa Omer hat guhdarîkirin. Her wiha spasname dan 17 çîroknivîsên beşdarbûyî. Çîroknivîs Fatma Ehmed bi çîroka ‘Ezê werim Mal’ xelata çîroka yekemîn wergirt.

 JINNEWS/QAMIŞLO