1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mirineke din a Jeanne D´arc
Mirineke din a Jeanne D´arc,mirineke,din,a,jeanne,d,arc

Mirineke din a Jeanne D´arc

Şanoya Bajêr a Amedê sezona îsal bi lîstika Mirina Jeanne D´arcê da destpêkirin

A+ A-

BÎRCAN DEGÎRMENCÎ / AMED

 

Dilawer Zeraq, Lîstika Stefan Tsanev a bi navê Mirina din a Jeanne D´Arcê, weke Mirina Jeanne D´Arcê wergerand Kurmanciyê. Stefan Tsanev efsaneya xasa Fransî, Jeann D´Arc a ku li ber dagirkeriya Ingilîstanê li ber xwe da, ji lîstika xwe re kiriye bingeh. 

 

Di lîstikê de trajedî û mîzah di zik hev de ne, jinek li ber tevahiya hêzan li ber xwe dide. Di lîstikê de em dibînin ka çawa bi çelexwarîbûna têgehên dîn û neteweperestiyê dor li ferdekê tê girtin. Lîstik wê kîliya tercîhekê jî nîşan dide: gelo mirov li hemberî hêzê çok deyne bibe afirîdeke/î reben û pepûk yan ji bo baweriya xwe bibe şervaneke/î wêrek û degel û wiha jiyana xwe manedar bike.

 

Derhênera lîstikê, Berfîn Emektar e. Berfînê beriya bi 23 salan li Navenda Çanda Mezopotanyayê (NÇM) ya Izmîrê dest bi şanoyê kiribû û derhêneriya wê ya pêşî jî ji bo lîstika “Hema hema Jin Elizabeth” bû.

 

Di lîstikê de rola sereke ya Jeanne D´Arcê Nurşen Adiguzel dike. Wekî din şanoger Yavuz Akkuzu û Ozcan Ateş jî di lîstikê de rol dikin.

 

Berfîn Emektar dibêje, ew meseleya jinê weke meseleyeke li pêş dibîne, ji ber wê, wê hewl daye ku naveroka lîstikê bi rejiyeke femînîst biafirîne: “Di metnên klasîk de û heta zimanê sehneyê bi xwe de jî mêraniyek heye. Ez nizanim ka em çi qasî bi ser ketin, lê di lîstika Mirina Jeanne D´Arcê de bi her halî kareketereke pirr xurt a jinekê heye. Di warê şanoya Kurdî de em zêde nabînin ku jinek di lîstikekê de derkeve pêş. Ne ku lîstikvanên jin nînin, hene lê meydan ji wan re nîne. Rola metnan jî di vê yekê de heye. Derdekî holê yê derhînerekî mixabin nîne. Di şanoya Kurdî de jinên Kurd bi salan xwe gihandin astên muhim, lê bi giştî li ser sehnê kêm in. Ez dixwazim karekterên jin li ser sehnê xurt bin.”

 

 

 

Empatiya bi karekterê re

 

Lîstikvan Nurşen Adiguzel, di lîstika Hema Hema Jin Elizabeth de jî rola sereke kiribû. Nurşen Adiguzel esas arkeolog bûye, ji beşa arkeolojiyê ya Zanîngeha Dîcle mezûn bûye. Bi qedandina perwerdeya li Beşa Şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Cegerxwîn, dest bi şanoyê kiriye. Piştî karê xwe yê li Yekta Hêvî, Şanoya Bajêr a Batmanê, ev du sal in li Şanoya Bajêr a Amedê şanogeriyê dike.

 

Karektera di lîstikê de Janet, bi zora dadgeha engîzîsyonê, ji bo canê xwe, pêşî qebûl dike ku bibêje, ew Jeann D´Arc e û wê zîna kiriye. Lê paşê tercîheke din dike û Nurşen Adiguzel wiha behsa karektera xwe dike: “Karekter pêşî ji bo saxiya canê xwe qebûl dike. Lê paşê gava bi heqîqetê re rûbirû dibe, li gelek tiştan serwext dibe. Veguherîna karekterê ya gava li xwe digere, hem di warê hişyarbûnê û hem jî di warê hayjêhebûnê, pirr xweş hatiye vegotin. Bi awayekî ji awayan digihîje wê radeya xistina ber lêpirsînê ya jiyanê û dikeve rewşeke welê ku amade ye xwe feda bike. Ev jî ji bo jinên din dibe nimûneyek. Weke aktrîst, min hewl da ji vê jinê fêm bikim, wê dawerivînim nava xwe. Ji ber ku karektera di lîstikê de jî bi xwe aktrîst e, min empatî jî kir pê re.”

 

Lîstik wê Kanûna bê turneya Ewrûpayê jî bike. Lîstik wê li Bakurê Kurdistanê jî ji bilî Amedê li Batman, Mêrdîn û Wanê, li bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê Stenbolê jî bê nîşandan. Li Amedê jî lîstik wê Cotmehê her în û şemî li Şanoya Bajêr a Amedê saet 19:00´an bê nîşandan.

 

YENI ÖZGÜR POLITIKA


Bêjeyên Miftehî