1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Muslim: Qada hewayî ya Rojava li balafiran qedexe bikin
Muslim: Qada hewayî ya Rojava li balafiran qedexe bikin,muslim,qada,hewayî,ya,rojava,li,balafiran,qedexe,bikin

Muslim: Qada hewayî ya Rojava li balafiran qedexe bikin

"Ji bo gefên Tirkiye li ser me bi dawî bibin divê Hêzên Koalîsyonê qada hewayî ya Rojava li fira balafiran qedexe bikin."

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, diyar kir ku ew hem li hemberî DAÎŞ'ê û hem jî li hemberî Tirkiye şer dikin û wiha got: "Ji bo gefên Tirkiye li ser me bi dawî bibin divê Hêzên Koalîsyonê qada hewayî ya Rojava li fira balafiran qedexe bikin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Salih Müslim, têkildarî êrîşên Tirkiye yên li dijî Şengal û Rojava pirsên rojnameger Alî Guler di ANF’ê de bersivand. Muslum, diyar kir ku balkêş e Tirkiye piştî referandumê êrîş pêk anîn û wiha got: Erdogan dixwaze piştî referandumê xwe wekî sultan nîşan bide. Ji ber vê yekê hêza xwe nişan dide. Berê jî êrîşî Efrîn û derdora wê kiribû. Sînor derbas kiribûn. Berê di qada bejayî de sinor derbas kir, niha jî qada hewayî sînor derbas kir û êrîş kirin. Bê guman ev êriş û hedef berê hatiye diyarkirin. Tê zanîn ku Qereçox, biryargeha YPG’ê ye. Ji bo Şengalê jî heman tişt derbas dibe. Bi taybetî êrîşa li dijî Şengalê peyamê dide kurdan. Ev êrîşek bi zanebûn û plan e. Dixwazin kurdan bitirsînin. Peyamê dide DYA û Rûsyayê. Dibêje ez dê kurdan tune bikim. Her ku DAİŞ dikeve tengasiyê êrîşî kurdan dike. Niha jî beriya ku Tabqa ji DAÎŞ'ê rizgar bibe êrîş kirin."

Muslum, anî ziman ku Tirkiye hîle û qurnaziyan dike û berî êrîş bike agahî dide DYA û Rûsya û dibêje ez dê lê bidim. Destûra bersîvê nade û lê dide. Di êrîşa dawî de Rusya û DYA qebûl nekir. bi qasî ez dizanim Sefaretê DYA'yê jî bertek nîşanî vê êrîşê daye."  

BILA HERÊM LI FIRÊ BÊ QEDEXEKIRIN

Salih Muslum, bal kişand ser seha hewayî û fira balafiran û wiha got: "Gelê rojava piştî vê komkujiyê dixwaze seha hewa ya Rojava ji balafiran re bê qedexekirin. Ger ku seha Rojava ji balafiran re neyê qedexekirin dê êrîşên Erdogan bidomin. Em ji Hêzên Koalîsyonê dixwazin ku seha herêma Rojava ji balafirên şer re bên qedexekirin. Em dixwazin Tirkiye ji sînorê Rojava û Sûriye vekişe. Em dixwazin Tirkiye destê xwe ji sînorê rojava bikişîne. Em hem li dijî DAİŞ'ê şer dikin û hem jî li dijî Rojava şer dikin. Ger ku wisa erîş du alî bidomin de hêzêm me zorê bikişînin. Ger ku êrîş bidomin YPG dê neçar bimîne ku gelê xwe biparêze. Têkiliyên me wekî berê bi DYA û Rûsya re berdewam dikin. Di milê leşkerî de bi QSD'ê re tev digerin. Em bi Rusya re di milê Efrînê de li dijî DAÎŞ'ê şer dikin. Hem Rusya hem jî DYA li dijî polîtikayên Tirkiye ne. Bê guman em li hemberî êrîşan bêdeng namînin. Gelê me di berh xwe didin û dê di ber xwe bide. Gelê me di serdema Kobanê de çawa di ber xwe da, dê niha jî di ber xwe bide û di ber xwe dide. Li dijî êrîşan bê bersîv namîne. " 

PDK KETIYE DESTÊ TIRKIYE

Muslum, bal kişand ser têkiliyên PDK'ê û Tirkiye jî û wiha got: "PDK bi tevahî ketiye destê Tirkiye. Êdî grêdayî Tirkiye ye. PDK bêyî Tirkiye nikare tev bigere. PDK di milê Şengalê û Rojava de wekî Tirkiye tev digere. PDK dê bi ve yekê kurdan winda bike. Ji ber ku kurd êdî rastiyê dibînin û dixwînin."  

Muslum, anî ziman ku îro di rojeva hemû cîhanê û Ewropa de kurd hene û her kes bi kurdan re di nava piştevaniyê de ye. Muslum, da zanîn ku Îngîlîstan çekan difiroşe Tirkiye û Almanya jî çekan difiroşe Tirkiye û xwest êdî dawî li firotina çekan bînin. Divê Almanya ala Tirkiye li nava xwe qedexe bike. Ji ber ku Tirkiye bi terorê re tev digere. Gele Alman ji ala Tirk zêdetir ji ala YPG û YPJ'ê hez dike. Ji ber ku helwesta Tirkiye bê pivan û bê xwê ye."