1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Muzîk rêya parastina çanda kurdî ye
Muzîk rêya parastina çanda kurdî ye,muzîk,rêya,parastina,çanda,kurdî,ye

Muzîk rêya parastina çanda kurdî ye

Ciwana bi navê Lava Mistefa li bajarê Efrînê yê dagirkirî li gîtarê dida, lê ji ber dagirkirina Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, nikarî ev xewna xwe temam bikira. Niha xeyal dike ku vê xwenê di nava komeke muzîkê de li Qamişloyê pêk bîne

A+ A-

Xewna Lava Mistefa ya 20 salî ew e ku rojekê li mala xwe ya li Efrîna dagirkirî vegere, da ku ji bajarê xwe re bi gîtarê awazên kurdî û hezkirina rave bike.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/07/23/191812_-.jpg

Lava ji dema ku li Efrînê bû li gîtarê dida û niha li Qamişloyê di nava komekê de ku ji 30 xwendekaran pêk tê û ji aliyê mamosteyê muzîkê Zekeriya Dawûd ve hatiye avakirin, behreya xwe didomîne.

Ev kom beriya sê mehan ve hatiye avakirin. Tê de zarok û ciwanên Kurd fêrî lêdana amûrên muzîkê dibin, awaz û muzîka kurdî nas dikin.

ꞌISRARA DI PÊKANÎNA XEWNÊ DEꞌ

Lava xwendekareke zanîngeha Rojava beşa endezyariya çandiniyê ye. Ji sê mehan ve di nava komê de perwerde dibe. Lava muzîkê wekî tiştekî pîroz dibîne. Der barê vê de got: "Ji zaroktiya xwe ve ez dixwazim xwe fêrî lêdana amûrên muzîkê bikim û dema ez mezin bûm min amûra gîtarê hilbijart."

Lava wiha domand:"Dema ez li Efrînê bûm, min dest bi perwerdeyê kir. Lê piştî êrişên dewleta Tirk em bi darê zorê ji malên xwe koçber bûn. Wê demê neçar mam dev ji lêdana gîtarê berdim. Lê bi israra xwe min careke din dest pê kir û fêrî lêdana gîtar û mûzîkê bûm."

Lava Mistefa ku di lêdana gîtarê de hestên wê bilind dibin, bang li tevahiya Kurdan kir ku fêrî muzîka kurdî bibin, ji ber ku  muzîk rêya parastina çandê ye û ev xal lê zêde kir:"Muzîk xîtabî rih dike û rêya hevgirtina mirovahiyê ya li ser rûyê erdê ye."

ꞌPÊWÎSTIYA KURDAN BI NASKIRINA MUZÎK Û AWAZÊN KURDÎ HEYEꞌ

Ji berê ve Kurd bi awaz û stranên xwe yên kevnar û hunermendên xwe yên deng xweş tê naskirin. Ji ber xwezaya pirreng a Kurdistanê, hunermendên kurd bi dengê xwe ya xwedî karektereke çiyayî ya bi hêz û li deştan bi dengê xwe yên nerm û tûj tê naskirin. 

Dawûd xwendekarên di avbera 5 heta 20 salî de perwerde dike, hin ji wan li gîtar û tembûrê didin û hin din jî li def û erabanê didin.

ꞌMÛZÎK YEK JI RÊBAZÊN DÛRKETINA JI ŞER Eꞌ

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/07/23/191755_-.jpg

Xwendekara Zanîngeha Hiqûqê Sîwan Sado ku li amûra defê dide axivî û got: “Ez pir ji lêdana amûrên muzîkê hez dikim. Bi rêya wê ez xema xwe direvînim û ji hewaya şer û nakokiyên li herêmê dûr dikevim.”

Sîwan ev dirêjî da gotina xwe:"Ez gelekî dixwazim xwe fêrî lêdana defê bikim, min dema xwe bi rêxistin kiriye, çend saetan dixwînim û çend saetan jî xwe fêrî lêdanê dibim. Tevî ku dema perwerdeyê kurt e jî, lê dîsa ez hîs dikim ku cudabûneke mezin di kesayeta xwe de çêbûye."

Kurd muzîkê wekî alaveke derbîrên dibînin ku bûyerên di dîrokê de bi wan re qewimîne mîna qirkirin, êriş û qetilkirin bi rêya stran, çîrok û efsaneyan vedibêjin. Ji lew re gelek desthilatên hakim hewl dan bi rêya helandina çand û hunerê, gelê Kurd têk bibin.

Li hemberî van hewldanan Kurdan çand û hunera xwe parast, ji ber ku çanda xwe wekî hebûn û nasnameya xwe dibîne. Heta niha jî tevî hemû hewldanên têkbirina muzîka kurdî, lê mûzîk û stranên Kurdî li ser bingeha reseniyê û çanda kevnar berdewam in.

(eh)

ANHA

 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
5