NY ji êrîşên li ser Şengalê aciz bûye
A+
A-
NAVENDA NÛÇEYAN-Neteweyên Yekbûyî acizbûna xwe ya li ser êrîşên Tikiyê yên li ser Şengalê nîşan da û daxwaz ji Tirkiyê kir ku ji xaka Îraqê re hirmet bigire.
Berdevkê fermî yê Sekirtêrê Giştî yê Rêxistinî yê NYʹyê Stefan Diugaric, duh di civîneke çapemeniyê de got: “Em ji ber vê buyerê Xemgîn in, em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin. Em hewldanên dewletên endam di Neteweyên Yekbûyî de ji bo dozên armanî fam dikin, lê em di çarçoveya destura rêxistinê ya derbarê rêzdariya yekîtiya xaka û ne destwerdana di karên hindurîn ên welatên de bi bîr tînin.ʺ
Stefan Diugaric daxwaza danûstandinan ji hikumeta Tirkiyê û Iraqê kir.
Berpirsê navnetewî derbarê êrîşên li ser Qereçoc ya Rojava tu helwest nîşan neda.
(bb/dc)
ANHA
Bêjeyên Miftehî ny,ji,êrîşên,li,ser,şengalê,aciz,bûye
