1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Navenda PENa Kurd: Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Navenda PENa Kurd: Ji Çapemenî û Raya Giştî re,navenda,pena,kurd,ji,çapemenî,û,raya,giştî,re

Navenda PENa Kurd: Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Li Tirkiyeyê rewşenbîrî û rojnamegerî di binê xetereyeke mezin de ne

A+ A-

 

Bi taybetî pêkutî û êrîşeke mezin li ser nivîskar û rojnamegerên Kurd heye. Ligel ku beşa mezin a çapemeniyê ketiye destên desthilatdaran û li ser înternetê jî sansur tê kirin jî, çi kesê/a ku behsa heq û hiqûqê dike tê girtin, îşkencekirin û bi salan cezayê girtîgehê li wan tê birîn. Îro bi sedan nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên Kurd di girtîgehan de ne. Lewma jî Tirkiye di dinyayê de di warê binpêkirina mafên mirovan de serî dikişîne.

Ligel ku tu caran ev pêkutî û êrîş ranewestiyane û bi awayekî sîstematîk her û her domiyane; bi taybetî van çend rojên dawîn, di serî de saziyên jinan, saziyên rewşenbîrî, zimanî û çandî, gefên giran li xebat û saziyên sîvîl tên xwarin, êrîşan tînin ser xebat û saziyên sîvîl û hewleke mezin a krîmînalîzekirina saziyên sîvîl ên ku bi destên Kurdan hatine avakirin heye. Piştî ku şaredariyên di destên kurdan de hatin desteserkirin, înca dor dîsa hatiye ser sazî û xebatên sîvîl. Bi van êrîş û desteserkirinên ku diyar e ji navendeke giştî, bi biryareke giştî, wek polîtîkayeke giştî tên sepandin, herî dawiyê jî bi tawanên giran û ji dadweriyê dûr cezayên giran li nivîskar û rojnamegerên Kurd hatin birîn. Li endamê Komîteya Aştiyê ya Navenda PENa Kurd Feratê Dengizî 10 sal, Bahaddîn Robar 8 sal, Mîrza Ronî 7 sal, Adîl Başaran jî 7 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Her wiha di 26.06.2020’an de jî gelek kes hatin binçavkirin ku di nava wan de endamê Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya Navenda PENa Kurd wergêr û nivîskar Adîl Qazî (Adîl Ercan), xwedî û berpirsiyarê Weşanxaneya J&J’yê Azad Zal (Mehmet Gungormuş), nivîskar Mehmet Devîren, nivîskar Brahîm Xelîl Taş, nivîskar Nesrîn Navdar (Nesrîn Şanli), lêkolîner Suphî Îzol û rojnameger Ayşe Kara jî hene.

Em wek Navenda PENa Kurd, vê rewşê pir bi dilêşî dişopînin û ji bo dawîlênîna vê zilm û zordariyê em bi PENa Navneteweyî re di têkiliyê de ne.

Tu dewlet, tu rêxistin û tu tevger bi zirardayîna mirovahiyê bi ser neketine, em bang li rayedarên hikûmata Tirkiyeyê dikin ku rojek beriya rojekê dev ji vê neheqî û bêhiqûqiyê berde, demildest hemû nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên dîlgirtî berde.

 

Komîteya Birêveberiya Giştî

Navenda PENa Kurd 

29 Hezîran 2020