1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Naziyan dîzîbû û firotibûn!
Naziyan dîzîbû û firotibûn!,naziyan,dîzîbû,û,firotibûn

Naziyan dîzîbû û firotibûn!

A+ A-

Dadgeha Emerîkayê 7 berhemên hunerî yên Şêwekarê Awistiryayî Egon Schiele li xwediyê wan vegerand.  Xwediyê tabloyan Fritz Grunbaum cihûyek bû û di sala 1941’an de ji hêla Naziyan ve hatibû kuştin. Niha jî malbata wî bi biryara dadgehê tabloyan wergirtin. 

 

Malbata Fritz Grunbaum qederê 20 salan bi pey şopa tabloyan ketin da ku wan bi dest bixin. Paşê malbatê ferq kir ku ew li muzeyên Emerîkî tên nîşandan. Piştî serî li dadgehê dan dadgeh malbatê mafdar dît û tablo li malbatê vegerandin.

 

Piştî ku dadgeh piştrast kir ku ev tablo hatine dizîn, Muzeya Modern a Huner a New York, Pirtûkxane û Muzeya Morgan û Muzeya Santa Barbara mecbûr man tabloyên Egon Schiele teslîmî xwediyê jidil ê tabloyan bikin. 

 

Fritz Grunbaum li kampeke ku cihû lê hatin qetilkirinê jiyana xwe ji dest da. Kamp li Elmanya Dachau bû. Piştî ku hevsere Fritz Grunbaum di sala 1938’an te tê girtin mecbûr dimîne tabloyan teslîmî Naziyan bike. Li gor lêkolerên hunerê Fritz Grunbaum xwediyê 81 tabloyên Egon Schiele bû û koleksiyoneke wî ya baş hebû. Adol Hîtler bi xwe berhemên Egon Schiele weke sembolên “hunera dejenere” didît û ji bo partiya Nazî fînanse bikin gelek berhemên wî firotin.

 

Di nav tabloyên Egon Schiele yên ku li xwediyê wan ê jidil hatine vegarandin de tabloyên bi navê “I Love Antithesis” û “Standing Woman” jî hene.

 

YENI ÖZGÛR POLITIKA / NAVENDA NÛÇEYAN


Bêjeyên Miftehî