1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Neçar e gelê Kurd jî qebûl bike!
Neçar e gelê Kurd jî qebûl bike!,neçar,e,gelê,kurd,jî,qebûl,bike

Neçar e gelê Kurd jî qebûl bike!

A+ A-

Qedexeyên têkildarî aktivîte û konserên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku di 27’ê îlona 1991’ê de li Stenbolê ji aliyê komek rewşenbîran ve hat avakirin û di nav de zanyarê kurd Mûsa Anter jî hebû, dewam dikin. Konsera “Em ê bêjin” ku NÇM’ê dixwest di 17’ê Kanûna 2022’yan de li Navenda Rapêşiyê ya Yahya Kemal Beyatliyê ya li Kuçukçekmeceya Stenbolê li dar bixe, ji aliyê Qeymeqamtiya Navçeyê ve bi hinceta “Dê bibe sedemê xerakirina nîzama cemaweriyê” hate qedexekirin. Hunermendên NÇM’ê li ser vê biryarê konsera xwe li avahiya Rêxistina HDP’a Bagcilarê bi coşeke mezin li dar xist. Yek ji hunermendên NÇM’ê Baran Bozyel, li ser qedexeyên dawî konserên hunermend û rêxistinên Kurd axivî. 

Baran Bozyel, têkildarî qedexekirina konserên bi hinceta “ewlehiya cemaweriyê” got, “Kesên ku pergala cemaweriyê xera dikin, ew in. Bi qedexekirina ziman sûc dikin. Sedemên van qedexeyan ji xweranegirtinê wêdetir e. Niha têkoşîna têkildarî çand û zimanê gelê Kurd her ku diçe mezin dibe û herîkîneke ku pêşiya wê nikare were girtin heye. Ez difikirim ku êriş jî li ser vê yekê pêk tên.”

 

Pêşî li helwêsta politîk dibirin

Bozyel got, heger pergal Kurdî qebûl bike, wê neçar bimîne gelê kurd jî qebûl bike û bi vî awayî dewam kir; “Wê hebûna kurdan rewa bike. Ji ber vê yekê naxwaze Kurdî rewa bike û qedexe dike. Lê ne tenê ji ber ku em bi Kurdî distrên, konserên me tên qedexekirin. Helwêsteke me heye; em bi helwêsta xwe pergala heyî rexne dikin û qebûl nakin. Heke tenê me muzîka Kurdî çêkiribûya û pergal parastibûya, ev qedexe nedibûn. Ji ber vê yekê, hem helwêsta me ya polîtîk hem jî bipêşxistina zimanê dayikê, wan ditirsîne û dibe sedemê qedexekirinan.”

 

Parîs, sûîqasteke plankirî bû!

Bozyel ji bo êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya di 23’yê Kanûnê de li paytextê Fransayê Parîsê pêk hat, got: “Komkujiyeke eynî weke wê  di 9’ê Çileyê 2013’an de pêk hat, 3 hevalên me yên jin hatin qetilkirin. Êdî şermezarkirin tê re nake, lanet dikim. Esas em di demekê de ne ya ku em şerê man û nemanê dikin. Ev ne çalakiyeke hesan e ku nijadperestekî kiriye. Ev sûîqasteke bi plankirî bû. Ev suiqast jî plana hêzên navneteweyî ya hevkar bû. Em ê gotina stranên xwe yên bi Kurdî û axaftina xwe bidomînin.”

Yeni Ozgur Politika / MA/STENBOL