1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. NÇÊ berê xwe da Rojava
NÇÊ berê xwe da Rojava,nçê,berê,xwe,da,rojava

NÇÊ berê xwe da Rojava

A+ A-

Hunermendên Êzîdî bi NÇÊ hem rêxistina xwe li Ewrûpa xurt dikin û hem jî berê xwe didin Êzîdxan û Rojava jî. Koordînasyona nû ya ji 9 kesan hat hilbijartin û NÇÊ wê navendeke xwe li Rojava jî veke.

MURAT MANG / LOHNE

Hunermendên Êzîdî tifaqa xwe bi “Navenda Çandê ya Êzîdxanê” kir û kongreya xwe ya yekê jî dawiya hefteyê li dar xist. Diruşima kongreyê jî “Xweseriya Şengalê Parastina Çand û Hûnerê Êzîdxanê ye”.

Navenda Çandê ya Êzîdxanê kongreya xwe li bajarê Elmanyayê Lohneyê li navenda Civaka Êzîdî yekşema bihurî li dar xist. Di kongreyê de berxwedana Rojava hat silavkirin û banga tifaqê li miletê Kurd hat kirin.

Hunermendên Êzîdî sala 2008´an Platforma hunermendên Êzîdî damezirandibûn. Par weke Navenda Çanda Êzîdxanê (NÇÊ) navê xwe guherandibû. Ji bo kon kongreya xwe ya yekê pêk bîne endamên NÇÊ´yê civiyan. Delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li ewrûpa û delegeyên ji Şengal û Qefqasyayê jî beşdarî kongreyê bûn. Li ser navê TEV-ÇAND´ê Hozan Seyidxan û li ser navê Nav-Yekê jî Carcur Cemîl di kongreyê de amade bûn.

Ji her deverê hunermend beşdar bûn

Ji bajarên weke Bielefeld, Emerick, Bremen, Wesel, Celle, Giessen, Hannoverê ku komên mûzîkê yan jî xebatên çandî yên li komeleyan li wan hene, delege hatibûn û dikirin ku ji her derê dengê dengbêjan, tembûrê bê. Hevserokê NÇÊ Hozan Xembar destpêkê peyivî û got, “Em hunermend divê weke pêşengên milet, di vê pêvajoyê de bi dewra xwe rabin. Divê em saziyên xwe xurt bikin. Muzîk, şano, dengbêjî, di van huneran de em layiqî miletê xwe bin. bi lêkolînên xwe em hunerê xwe derxin holê.”

Hozan Xembar wekî din îşaret bi êrişên li dijî Rojava kir, ew weke beşek ji bêbextiya navneteweyî ya li dijî Kurdan bi nav kir û got, “Divê mirovên xwedî wicdan hemû li ber van êrişan rabin.”

Biryarên xurt hatin dayîn

Piştre rapora kar û xebatan a salekê hat xwendin, li serê minaqeşe, nirxandin û rexne hatin kirin.

Piştî vê Carcur Cemil li ser navê Nav-Yekê got, “Hunermendên NÇÊ´yê divê bi dewra xwe rabin. Vî çaxê herî zêde divê hunermend li pêş bin.”

Li ser navê TEV-ÇAND´ê jî Hozan Seydixan got, “Weke hunermend û rewşenbîr divê em bibin pêşeng ji miletê xwe re li ser rêya bipêşketinê. Hunermendên Êzîdî jî divê bigihêjin wê xurtiyê ku felsefeya Êzîdxanê bi pêş bixin.

Civaka me parçe parçe ye, hunermend divê tifaqa wê çêkin.”

Piştî vê rapor hat qebûlkirin û bi hilbijartinan kordînasyoneke ji 9 kesan hat hilbijartin. Koordînasyon wê bi xebatên xwe li 7 herêman komîsyonan ava bike. Di civîna xwe ya pêşî de jî ew ê koordînasyona xwe ya 3 kesî hilbijêre.

Hin biryarên sereke yên kongreyê jî ev in:

  • NÇÊ wê CD´yekê amade bike
  •  Damezrandina koroya zarokan a NÇÊ´yê
  • Lidarxistina konserên li herêman
  •  Bipêşxistina peywendiyên bi Şengalê re
  • Li Rojava vekirina şubeyeke NÇÊ´yê

Bêjeyên Miftehî