1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ocalan: Pêdivî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye
Ocalan: Pêdivî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye,ocalan,pêdivî,bi,yekîtiya,neteweyî,ya,kurdan,heye

Ocalan: Pêdivî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qala geşedanên li Başûr kir û got dixwazin Kurdan bera hev bidin. Ocalan diyar kir ku peymana di sala 1982’an de ya bi Îdrîs Barzanî re dikare were nûkirin û got “Pêdivî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye.”

A+ A-

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Girava Îmraliyê tê girtin, piştî 21 salan yekem car bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir. Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ên li heman girtîgehê dimînin jî, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Hevdîtina telefonê ya Ocalan di 27’ê Nîsanê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir 20-25 deqan dewam kir.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê hevdîtina telefonê pêk anîn û dest nîşan kir ku Ocalan li ser 3 mijarên di rojevê hebûn nirxandin kirin. Mehmet Ocalan, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Protokola 1982’yan a bi Herêma Kurdistana Federe îmze kiribûn bi bîr xist û peyama “Pêdiviya Kurdan a ev der ji te re, ew der ji min re, tuneye. Pêdiviya Kurdan bi aştî û yekitiyê heye” da.

YEKEMÎN HEVDÎTINA BI TELEFONÊ YA OCALAN

Mehmet Ocalan, anî ziman ku ew bi kurê xwe Omer Ocalan ê parlamenter, parêzerek û du wekîlên HDP’ê re çûne hevdîtinê, lê tenê ji bo wî destûra axaftinê hat dayîn. Mehmet Ocalan, da xuya kirin ku yekemîn car bû ku vî mafê xwe yê qanûnî bi kar tîne û wiha axivî: “Berê jî ji bo em biçin giravê em li kêştiyê siwar dibûn û di nîva rê de em vedigerandin. Dîsa bi mehan hevdîtin pêk nedihatin. Di qonaxa heyî de, êdî bi salan me nekarî em biçin hevdîtinê. Ger dewlet bixwaze dikare hevdîtina telefonê jî temîn bike. Ev 21 sal in ev mafê me yê qanûnî û demokratîk bi cih nayê. Herî dawî di 27’ê Nîsanê de saet 13.00’an yekemîn car me hevdîtina li ser telefonê kir. Hevdîtina me 20-25 deqan dewam kir. Dema ku min di telefonê de denge serok bihîst ez pir kêfxweş bûm. Çav û guhê gelê Kurd jî li Girava Îmraliyê ye.”

‘EZ NIHA BAŞ IM LÊ DI PÊŞEREOJÊ DE WÊ ÇI BIBE NE DIYAR E’

Mehmet Ocalan anî ziman ku Rêber Ocalan ewil diyar kir ku hevdîtina bike pir kin e û ji bo rojevê binirxînin dem têr nake û du dê li ser mijarê sereke biaxive. Mehmet Ocalan da zanîn ku gotiye 'Ji ber şewbê gel der barê rewşa Serok de bi fikar in û rewşa wî meraq dikin. Serok jî got 'Rewşa tenduristiya min baş e. Lê di rojên pêş de çi bibe ez nizanim.' û bersîv daye." Mehmet Ocalan, anî ziman ku Ocalan li ser şewbê zêde ranewestiya zêdetir li ser rewşa Kurdan axivî.

‘POLÎTÎKAYA KU KURDAN BER HEV DIDIN’

Mehmet Ocalan, hevdîtina telefonê ya bi Ocalan re kir wiha vegot: “Destpêkê ji min re got; ‘Dema me pir sînordar e. Ji bo nirxandina rojevê demeke ma ya pir dirêj tuneye. Li ser mijarên pêwîst emê biaxivîn.’ Serok destpêkê pêşketinên li Kurdistana Federe rû didin nirxandin. Min ji serok re got di nava Qendîl, KDP û YNK’ê de pirsgirêkên mezin hene. Di rojeva gel de ev pirsgirêk hene. Dûre min got şewba vîrûsa koronayê heye. Behsa şewbê nekir. Serokatî herî zêde li ser pirsgirêkên di navbera Qendîl û Hikumeta Kurdistana Başûr de rewestiya. Em li ser vê rewşê axivin. Serokatî tekildarî geşedanên li Başûrê Kurdistanê got 'Ev polîtikayên Kurdan bi Kurdan bidin şerkirin û kuştin e. Tu qezenca Kurdan di vê yekê de tune ye. Tu fêdeya van polîtîkayan ji bo gelê Tirkiyeyê jî tune ye. Divê ne PDK û ne jî YNK û ne jî tu partî u tevgerên Kurdan nekevin nava hesabê ‘Em ê şer bikin û dê li hemberî vê yekê dewletê bidin me' Ev nabe û nayê qebûlkirin. Divê yekîtiya neteweyî esas bigirin. 40 sal in diviyabû yekîtiya Kurdan hebûye. Mirovên li wê derê dijîn Kurd in. Ger xwîn birije, wê kes nekara ji bine vê yekê derbikeve. Ev peyama min hem ji bo Qendîlê û hem jî ji bo Hikumeta Herêmê ye. Dîsa ev peyama min ji bo malbata Barzanî, malbata Talabanî, şexsiyet û hemû kesên li Başûr in. Pêdiviya Kurdan bi şer û rijandina xwînê tuneye. Pêdiviya Kurdan yekîtiyê heye. Pêdiviya Kurdan a ev der ji min re ye, ew der ji te re ye tuneye. Pêdiviya Kurdan bi aştî û yekitiyê heye.’ Li gorî min peyama herî mezin jî eve.”

PROTOKOLA SALA 1982’AN DIKARE WERE NÛKIRIN

Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protokola 10 xalî ya ku di sala 1982’an de bi bavê Nêçîrvan Barzanî Îdrîs Barzanî re hatiye îmzekirin bi bîr xistiye û gotiye ku li gorî protokolê divê êdî di navbera Kurdan de xwîn û şer pêk neyê û ev tişt got: “Serok, got ku Hikûmeta Başûr, malbata Barzanî ya serokê hikûmetê, dîsa YNK ku piştgiriya hikûmetê dike û Celal Talabanî protokole qebûl kirine. Silav ji van malbatan re got. Serok ji hevalên Qendîlê re û malbatên Barzanî û Talabanî re jî got ku êdî rêjandina xwîna ya navbera Kurdan nayê qebûlkirin; gel jî em jî qebûl nakin. Serok got ku heke li holê kêmasiyeke hebe divê ev bi diyalogê bê çareserkirin û aşitî pêk bê. Rêya yekîtiya di navbera Kurdan ji Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur derbas dibe. Serok, ev jî got, ‘Divê êdî Kurd li cihekî li hev bikin û pirsgirêkên di navbera xwe de bi diyalogê çareser bikin. Kesên ku vê bikin jî malbatên Barzanî û Talabanî û hevalên li Qendîlê ne. Hem hêviya gelê Kurd hem jî hêviya me nerêjandina xwînê ya navbera Kurdan e’.”

‘DIVÊ LI HER ÇAR PARÇEYAN RÊXISTINBÛN MEZIN BIBE’

Mehmet Ocalan bi,lêv kir ku Rojava jî di rojeva Ocalan de bûye û têkildarî mijarê ev tişt ragihandin: “Ji bo Rojava got, ‘Bi qasî ku ez dibihîzim rewşa Rojava ne baş e jî ne xerab e jî’. Serok got ku partî û saziyên li Rojava rêxistinbûna demokratîk mezin nekirine, pir biçûk mane. Wê van biçûkan tu pirsgirêk neyê çareserkirin, heta ku hêz çênebe wê çareserî bi pêş nekeve. Ji bo vê yekê divê rêxistinbûn hê bêtir bê kirin, di heman demê de divê li her çar parçeyan jî rêxistinbûn bê mezinkirin, di rewşeke rêxistinkirî û bi hêzbûnê de çareserî bi pêş bikeve. Serok wiha berdewam kir: ‘Lê em nêzikbûna bila dikkan biçûk be a min be qebûl nakin. Dikana biçûk ne ji bo Kurdan ne jî ji bo gelên din pêwîst nîne. Divê dikan mezin be û her kes temsîliyeta xwe di wê dikanê de bibîne. Ev dikan ne ya netew û mezhebek e, partiya me vê tu carî qebûl nake. Bi ser netewe û mezhebe rêxistinbûn nabe. Ji bo yekîtiya demokratîk, hûn bi ser partiyê pêşveçûnê çekin û mezin bikin wê ev ji bo we baş be’.”

‘PÊŞIYA RIJANDINA XWÎNÊ DIKARE WERE SEKINANDIN’

Ocalan, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Li gorî texmînên min di nav van hêzan de hin kes rast li min nanêrin. Dibe ku baş nenêrin. Dinya alem dibîne ku ez 50 sal in çi dikim. Ez û hevalên li cem min, di hucreyên xwe de heta ji destê me tê em ji bo hevalên xwe tiştên baş dikin. Heke hinek min rast nanirxînin ev nayê qebûlkirin. Her tişt li holê ye. Tiştekî ku bê veşartin tuneye. Li holê pirsgirêkeke mezin heye û divê her kes ji bo vê yeke bi awayekî rast bixebite. Li holê xwîneke ku tê rêjandin heye, heke tu bibî hêz dikarî pêşî li vê xwînê bigirî. Ji ber wê yekê divê herkes li ser vê bingehê têbikoşe û nêrîna wan ev be.”

Mehmet Ocalan, herî dawî ev tişt anî ziman: “Peyamên Serok ên di 3’ê Adarê de çi bin en niha jî heman peyam in. Kesên ku ji Serok bawer dikin divê van peyaman berfirehtir bigirin dest û bikin meriyetê. Herî dawî Serok ji hevalên girtîgehê û malbatên ku bedel dane re silavan şand. Dîsa got ku kesên ku min dipirsin û guhdar dikin re silavên min ji wan re bibêje.”