1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PADÊ bi fermî ji aliyê Bexda ve hate qebûlkirin
PADÊ bi fermî ji aliyê Bexda ve hate qebûlkirin,padê,bi,fermî,ji,aliyê,bexda,ve,hate,qebûlkirin

PADÊ bi fermî ji aliyê Bexda ve hate qebûlkirin

Partiya Azadî Demokrasî ya Êzidiyan piştî çend mehan ji aliyê dewleta Iraqê ve bi fermî hate qebûlkirin

A+ A-

ŞENGAL/ ROJNEWS


PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan) di meha Hezîrana 2016’an di konferansa TEVDA de biryar hate girtin were damezrandin.

 

Ji ber ku piştî fermanê gelê Êzidî naxwaze êdî kesek ser navê wan biçin parlamentoyê. Gelê Êzidî diyar dike ku beriya fermana 2014’an wan dengê xwe didan kijan nûner û parlamenterî ser navê Şengalê derdiket û diçû parlamentoyê, lê tiştek ji bo civaka wan nedikir û wiha dewam kirin; “Lewra jî me biryar girt êdî em xwe bi xwe partiyek ava bikin û hilbijartinên Iraqê de çêbibin, li ser navê me PADÊ biçe. Ji bo karibe bo Şengalê xebat bike. Beriya 2014’an nûnerên Şengalê ji aliyê PDK’ê ve dihat diyarkirin. Ji Şengalê bi hezaran deng diçû ji PDK’ê re, lê piştî hilbijartinê gelê Şengalê dihatin ji bîr kirin. Êdî em ne Êzidiyê berê ne, me hêza xwe heye, me niha partî ava kir, êdî emê dengê xwe bidin xwe.”

 

Piştî ku PADÊ bi fermî serlêdan li Parlamentoya Iraqê kir, îro bi fermî PADÊ ji aliyê Iraqê ve hate naskirin û qebûl kirin. Ev jî tê wateyê ku hilbijartinên pêş ên Iraqê gelê Êzidî wê bi navê PADÊ biçin hilbjiartin.

 

Di demên pêş de wê PADÊ navend û buroyên xwe yên fermî li Başûr û Iraqê vekin. 

 

(rn)