1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PDKê ji Ebadî xwest li dijî PKKê têkoşîna hevpar bikin
PDKê ji Ebadî xwest li dijî PKKê têkoşîna hevpar bikin,pdkê,ji,ebadî,xwest,li,dijî,pkkê,têkoşîna,hevpar,bikin

PDKê ji Ebadî xwest li dijî PKKê têkoşîna hevpar bikin

Heyeta PDK’ê ya ku bi Serowezîrê Iraqê Ebadî re civiya, hat diyarkirin ku daxwaza “Li dijî PKK’ê têkoşîna hevpar” bikin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Heyeta PDK’ê ya ku bi Serowezîrê Iraqê Ebadî re civiya, hat diyarkirin ku daxwaza “Li dijî PKK’ê têkoşîna hevpar” bikin.

Koma Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ya parlementoya Iraqê du 11’ê Gulanê di hevdîtina li gel Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re pêk anî, hat diyarkirin ku  di serdanê de şandeya PDKʹê ji Ebadî daxwaza derxistina PKKʹê ji Xaka Îraqê pêşniyar kiriye.

Piştî hevdîtinê di nûçeyên ji aliyê çapemeniya PDK’ê ve hatine dayîn de ev tişt hatiye gotin: “Hat îdîakirin ku Ebadî dixwaze PKK ji ser xaka Iraqê bê derxistin”. Lê hikûmeta Iraqê di derbarê vê mijarê de hê ti daxuyanî nedaye.

Di hevdîtina 11’ê Gulanê ya li gel Ebadî de, Serokwekîlê Koma PDK’ê ya Parlemetoya Iraqê Erefat Kerem, Eşvak Caf, Viyan Daxlî, Sîrwan Sîrî, Erdelan Nûredîn, Hakim Serhan û Osman Doskî cih girtibû.

Doskî yê ku têkildarî mijarê ji çapemeniya PDK’ê re axivî wiha got: “Ebadî diyar kiriye ku kirîza di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de Iraqê jî bandor dike.PKK, pirsgirêka hundirîn a nava Tirkiyeyê ye û divê li ser xaka Tirkiyeyê bê çareserkirin.”

Televîzyona KNK’ê ya ku li Başûrê Kurdistanê jî weşanê dike diyar kir ku heyeta PDK’ê di hevdîtinê de ev daxwaz ji Ebadî kiriye: “Ji bo PKK ji herêmên Şengal, Qendîl û Başûrê Kurdistanê derbixîne, pêşniyara zext û çewisandinê kirine.”

Êrîşa dawî ya balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser Şengalê jî bi bîra Ebadî xistiye û got: “Ji bo derxistina PKK’ê ya ji Şengalê daxwazên nû kirine.”

Televîzyona KNK’ê îdîayên PDK’ê yên piştî hevdîtinê ên mîna: “Ebadî jî PKK’ê weke hêzekî biyanî dibîne û diyar kir ku divê bê derxistin” bibîr xist, di nûçeya xwe dispêre çavkaniyên Serokwezîrê Iraqê de got: “Ti daxuyaniyên Ebadî yên di vî warî de nîne.”

Di nûçeyê de berpirsê sîxûriya PDK’ê û di heman demê de kurê Mesût Barzanî Mesrûr Barzanî, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re di heman dîrokê de, hevdîtinek bi DYA’yê re pêk anîbû bibîr xistiye. Di vê hevdîtinê de ji bo DYA’yê hate diyarkirin ku “PKK ji bo herêmê gef e.”