1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN VI
PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA   YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN VI,pirsgirêkên,li,ser,rêya,avakirina,yekîtîya,êzdîyan,vi

PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN VI

(Hevpeyvîna malpera AidaKurdê bi mamosta Ezîz ê Cewo re)

A+ A-

VI

 

Amida Kurd:Mamoste, careke dinê dem baş!

Ezîz ê Cewo:Dem baş, slavên min ji we û xwendevanên we r’a!

Amida Kurd:Wek mijar, me bi te re pirsgirêkên êzdîtîyêdi tevahîya xwe de nirxandin, mamoste. Spas ji bo keda te di vî warî de – ji gotarên te yên zanistî yên balkêş û pirtûka te ya hêja ya “Êzdîtî: divê mirov rastîya wê li ku bigere”, heya bê-derê vê hevpeyvîna me ya bi te re! Bi rastî, me digot, qey bi xeleka berî vê re, (ya V) emê vê hevpeyvîna xwe bidawî bikin... Lê, wek ku di nav gel de tê gotin: Tivdîra malê di bazarê da deerbaz nabe!Xwendevanên me qala terefekî vê pirsgirêkê yê dinê jî dikin. Ew dipirsin, ka gelo çima, ew êzdîyênji ber tevkujîyên dagerkeran û îslamîyên fanatîk filitîbûn û demekê di Komarên Kafkasîyayê yên Sovêtê de êzdîtîyaxwe parastibûn û pêş diketin, bi berekê va dest ji ola kal û bavan berdidin û didin dû terîqetên xirîstyanîyê yên wek Govanîya Yahovaû yên dinê... Û di vî warî de bi taybet rola Komara Ermenîstanê ya neyînî destnîşan dikin...

Ezîz ê Cewo:... Belê, wisan e, ew jî beşekî vê pirsgirêka giştî yê girîng e! Û mirovê nikaribe bibêje, ku hemû t’erefên vê pirsgirêkê hatin nirxandin, eger r’ewşa êzdîyên Sovêta ber li ber ç’avan neyê girtin. Wek ku tê zanin, evê civaka gelê me di p’arastina çanda net’ewî da r’ola xwe ya girîng lîstye, lê îro di nava alozîyekê da jîyan dike... Hûn jî, xwendevan jî mafdar in – divê ew r’ewş, a ku îro êzdîxaneyavê herêmê têda dijî bê nirxandin... 

Lê berî ku em destbi nirxandina vê r’ewşê bikin, çend pirsên xwendevan hene, bi destûra we, em bersîva wan bidin, paşê vê mijara govtûgoya me bi nirxandina r’ewşa êzdîxneyêû  êzdîtîyê diSovêta berê da bi dawî bikin...  

Weha, Şengul Sefer ji Îzmîrê vê carê jî dipirse:  “... Mamoste, di nivîsên te de em dixwînin, ku di dema xwe da bi Şêx Adî re êzîdîyên sofîyên misulmanjî hatine nava êzdîyan, û di nava wan de wisa jî yên ereb hebûne. Wisa jî tu dibêjî, ku beşekî wana bi demê re ji hêla zimên ve helyane, lê wanaa  sofîtîyaxwe parastine... Mînakek jî balkêş e, ku hinekan ji wan heya îro jî “erebîya xwe ya şamê”parastin e û zarokên wan hê jî bi wî zimanî diaxivin... Ev hemû heya radeyekê tê fêmkirin, lê tiştek nakeve heşê min – ma êzdîyançwa ew di nava xwe de bi rengê wan ê îslamî qebûl kirine û heya di bin bandora wan de hemû bingehên ola xwe ya kevnar, a ku hîç pêwendîya xwe bi îslamê û sofîtîyawê re nîne, guhartine?... Û pirsa dinê jî, ew a ku Pîr Dîma dibêje, ku “... ezditi ne tene bawerya kurmaciaxevan bu, le bele gelek erebiaxev u aramiaxev ji bune ezdi..., naha mirov evê çawa tê bigihîje, gotina wî di derbarê êzdîyanda ye, an di derbarê êzîdîyên sofîda? ...” 

Û, bi r’astî jî, evana pirsne balk’êş in, û bersîvên wan ên heşmendî jî hene! 

Em bên ser beşê yekem ê pirsa Şengula hêja: “... ma êzdîyan çwa ew di nava xwe de bi rengê wan ê îslamî qebûl kirine û heya di bin bandora wan de hemû bingehên ola xwe ya kevnar, a ku hîç pêwendîya xwe bi îslamê re nîne, guharine?”

Eger mirov evê pirsê bi dîrokî binirxîne, divê ji r’ewşaêzdîyana wê demê destpê bike. Ma wê demê êzdîyêndi nava dorpêç’a îslamîyanda, di bin metirsîya êrîş û fişaran da, çi ji destê wan dihat û çi dikaribûn bikirana?... Û, lewra jî, ya yekem, êzdîyêndi wê r’ewşa xwe ya bêç’are ya wê demê da ewêzîdîyên sofî-îslamîheya r’adeyekê ji xwe r’a kirin wek sîwanekê, ji bo ku di bin wî navî da heya demekê xwe ji t’unekirina fîzîkî bip’arêzin... Lê ew, a ku wana hêvî dikir, ku dê her heya demekê bidome, p’ir’dieêj k’işand û di bin metirsîy kuştin û t’alanê û êrîşên ji der û hindur’va da, derfet çêbûn, ji bo ku êzîdîyên sofî-îslamîdi nava civaka êzdîyanda bawerîya xwe(sofîtîya îslamî)bidin pêş... Û, dema wan  êdî r’engê xwe yê sofîtîyê bi r’êya sîstêma Şêx Adî (Mala Adîya!)dan êzdîtîyê, ew di nava civakê da bûn serdest. Û piştr’a, dema di navbera wan (êzîdîyên sofî)û t’erîqetên dinê yên  îslamê da şer’derdik’etin, êzdîjî dibûn gorîyên waan şer’ên wan ên navxweyî... Ji bilî vê, ya duyem, di nav êzdîyanda êdî bi hatina Şêx Adî r’a hewayeke nerm a bê berxwedan  hatibû amadekirin...Dibe ku hinek bipirsin, ma êzdîyan nizanibûn, k’a Şêx Adî k’î ye? – Belê, helbet, dizanibûne, lêbelê,... “ eger p’êwendîyên Şêx Adî hê di dema zar’otîya wî da bi civaka  êzdîyan r’a nînbûna, êzdîyan ew nas nekiribûna, û ev jî nebûya sedem, ku ew bi hêsane ji hêla wan va wek “mirovê xwe” bê p’ejirandin,[5]û bi zarê xwe yê şêrîn ewî xwe nekiribûya dilê wana (pêşîyên me gotine: “Bi zarê şêrîn maran ji qulê derdixin! ”), û, ya here sereke,  r’ewşa êzdîyan a giran û bêç’are nînbûya, û, eger ew jî weke yên berî xwe bi şûr û sotin li ser êzdîyan da hatibûya, êzdîyan dê berxwebidana, wê xwe bidana kuştin, lê S’targeha ola xwe ya navendî wê nespartana wî û dê îro jî ne di  vê r’ewşê da bûna... ” – Di vê derbarê da bi hûrbînî di gotara me ya“… Çimam divê yên êzdîbibin êzîdî-sofî, û êzdîtîbê tunekirin û ji hole rabe? …” da.–  http://www. amidakurd.net/ku/ tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_t_unekirin_û_ji_holê_r_abe  

Û yadinê – pirs, akuP’îrDîmadibêje, ku“... ezditinetenebaweryakurmaciaxevanbulebelegelekerebiaxevuaramiaxevjibuneezdi..., nahamirovevê çawatê bigihîje, gotinawî diderbarê êzdîyandaye, andiderbarê êzîdîyênsofîda? ...” 

Helbet, bersîvavê pirsê jî heye. Evpirsabiheşmenî wehadikarebê şirovakirin: akuP’îrDîmadibêje, nediderbarê êzdîtîyêdaye. Êzdîtî nikarehemolakurdanbe(yênkuP’îrDîmawankurmancîaxêvnavdike!), hemjî yaerbanbe(yaerebîaxêvû aramîaxêvan!), lewrakuêzdîtî dicîhanê dat’enê dinavk’urdandaheye– ewolakevnaragelê k’urde. Ay, lê êzîdîtî, wekt’erîqetekeîslamê, bir’astî jî oleke“întêr’nat’sîonal” e, diwê dahemerebhene, hemk’urdû hemjî nûnerêngelêndinê. Bir’astî mirovmatmadibe, k’a, geloP’îrDîmaçimawehadibêje, û ezniznimjibovê çibibêjim?  Lêbelê, egermirovevê biheşmendî binirxîne, jibogotinênwehat’enê dubersîvhene: yanê kuvangotinandibêje, nedestûrmendeû vê cudahîyê tê nagihîje, anjî, ewvangotinanbizanebûnwekmayînekeveşartî, yakudê nebicarekê ra, lê hêdî piştî demekê bit’eqe, dinavaêzdîtîyêdadatîne!...

Pirsadinê jî, jixwendevanênhêjaK’eleşê Serdarû ZeynebAgrî hatye. Ewdipirsin, k’agelohemû melek’ t’enê mêrbûne, kuezgotinênMêrê Rojê’Mêrê tavû sîyê’û yê dinê yênwekevanbik’artînim?  

Berê pêşin, evangotinaezjiberxwedernaximû nabêjim, pêşîyênmehê çendhezarsalberê gotinênbiwê p’ergalê bik’aranîne. Yadinê, egerK’eleş û Zeynebahêjagotarameya“Êzdîtî. Çendr’amanû nêr’înliserr’astîyavê olakevnar, r’ewşawê yaîro, nexwendîtîyaolî yadinavmedaû leyîstokênsiyasî” xwendibin, diwê dabersîvavê pirsawanheye: Dikurdî dawateyapeyvamêrtengnîne(mêrû jin). Dizargotinamedapeyverêzênwehamaneû gihîştinemeMêrê RojêMêrê DîwanêMêr-MilyaketDemaemdiçarçoveyazimanênhind-ewropî (hind-gêrmanî) dahemberî hevdikindibîninkudihinekcîyandawateyênwandigîhîjinhevMînakdiînglîzî dapeyvamerit(‘mrittê wateyênqazenchêjayî, qazenckirinhêjayî tiştekî bûyînDirûsî dapeyvamêrdinavapeyverêzamêrgoroda” datê wateyarêvebirserok(rêvebirê/şaredarê bajêr). Demamirovvanmînakandideberhevdibînekudikurdîyakevndamêrhatîyewateyapeywirdarekî payebilind(Mêrê dîwanê), peywirdarekî pîrozdipant’êona” xwedawendanda(Mêrê Rojê, Mêrmilyaket). Egerempeyverêzamêr-milyaketravekinemê bibîninlivirmêrbiwateyamilyakethatîyetêgihîştindemapêşîyênmepeyvekebîyanîyandinavaxavtinaxwedaanîneewbipeyvekekurdî ratevayî bikaranînejibokubê têgîhîştinhorî-melekmêr-milyaketruhû rewanrojû şemal, şertû mercdua-dirozgeheş-aqilderî-bacî... 

Mêrpeyvekeyakudikurdî dawateyawê firehbûyeandupeyvnecûdaneyênkutenê bişêwazênxwevadinavademê dabûnewekhev?! Jibobersivekerastû zanistî bê dayîndivê lêkolînekezanistî yakûrû berfirehbê kirin...”– T’evahîyavê gotarê xwendwvanênhêjadikarinlivirabixwînin: http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.htmlMirovliservanpeyvandawisajî peyvak’urdî yamîrdikarezêdebike.

Naha jî em dikarin bên ser pirsa we...

Amida Kurd: Belê, mamoste, spas ji bo şiroveyên te yên balkêş! Wek ku me li jorê jî got, terfên vê pirsê yên dinê jî ji bo xwendevanên me girîngîya xwe hene û balkêş in. Ew pirsa rewşa êzdîyênSovêta berê ye, yên kuji ber tevkujîyan filitîbûn û demekê di Komarên Kafkasîyayê yên Sovêtê da êzdîtîyaxwe parastibûn û pêş diketin, çima carekêve wisa bi berekê va dest ji ola kal û bavan berdidin û didin dû terîqetên xirîstyanîyê yên wek govanîya Yahovaû yên weke vê... Û xwendevanên me di vî warî da bi taybet jî rola Komara Ermenîstanê ya neyînî destnîşan dikin, ku hinek êzdî îro dobêjin êzdî ne kurd in ... Bi rastî ev pirsa ji bo me jî balkêş e! 

Ezîz ê Cewo:Belê, bi r’astî jî ev pirseke balk’êş e. Û ji bo ku mirov vê pirsgirêkê r’ast têbigihîje û bikaribe bersîveke r’ast ji bo wê bibîne, divê wê t’enê ji dema pey hilweşîna Sovêtê r’a nenirxîne. Û, eger hinek dibêjin, ku piştî hilweşîna Sovêtê r’a yek-du şer’let’anên ji nava zanista lêp r’abûn û gotin (nivîsîn!), ku êzdînek’urdin, û ev pêvajoya destpê bû, ev gotin ewqasî jî ne r’ast e... 

Ji bo xatirê r’astîyê, divê bê gotin, ku vê pirsgirêkê hema wisa di r’ojekê da nedaye der. Ew ji k’ûr û dûr tê. Ji bo wê jî, k’a, em jî ji dûrva destpê bikin. Weha em bala xwe bidinê, k’a nivîsk’arê ermenî yê destpêka sedsala bîstî A. Gyûrcyan115 sal berê di derbarê êzdîyan û r’ewşa wan a derûnî ya wê demê da di gotara xwe ya  “K’urdên êzdîda çi dinivîse: … Wek ku hemû  berekên k’urdan bi giştî, êzdî jî, mîna gelên dinê yên misulman nizanin xwe “misulman” an “êzdî” nav bikin. Mînak, eger ji k’urdekî misulman an ê êzdî bipirsî, k’a ew k’î ye, ewê bibêje: “Ez k’urd im!” û eger bipirsî, k’a ew çi k’urd e, ewê her paşê  bibêje, ku k’urdê misulman an ê êzdî ye. Heya van salên dawîyê wisa bû, lê dema  nefreta ermenîyan a li hember k’urdên misulman pêş k’et, êdî yên êzdî ewqasî jî bi serbilindî nabêjin: “Ez k’urd im!” Ev yeka bi t’aybet jî di nav êzdîyên di bin  desthilatdarîya R’ûsîyayê da dyar dibe, yên ku hinek tiştên wan bi awayekî bi ermenîyan va girêdayî ne: ç’avê wan li destê ermenîyan e. Ev dide xuyan, ku r’uhê olî di nava k’urdan – wan bazên ç’îyan da p’ir lewaz e, ku ew heya îro jî net’eweke ne olî bûye û mîna gelên îslam ên fanatîk gengeşîyên ser pirsên olî hez jî nakin... ”(Ա. Գյուրջյան, «ԵԶԴԻՔՐԴԵՐ», «ԼՈՒՄԱՅ» հանդես,  1904 թ., թիւ1, էջ75 – 93//A. Gyûrcyan: “K’urdên êzdî”, kovara ermenî ya “Lûma”, sal 1904, hejmar 1, rû. 75 – 93).

Ev daneyeke govenîdar û p’ir’balk’êş e di wê derbarê da, k’a çima hema wisa “jinişkêva”hinek k’urdênêzdî yên Ermenîstanê r’abûne û gotine; “Em ne k’urd in!”Eger mirov bi baldarî van gotinaan binirxîne û bi beşmendî wat’edar bike, dê bikaribe, ne ku t’enê r’ewşa êzdîyandi Ermenîstanê da tê bigihîje, lê her waya sedemên r’ewşa p’êwendîyên k’urdû ermenîyanên dîrokî bi giştî şirove bike. Û, bi dîtina min, ji van gotinan divê ne t’enê û ne ewqas k’urd dersan derxin, çiqas ermenî bi xwe jî...  

Ji hêla dinê va di vê r’ewşa malwêran a êzdîtîyêdi Ermenîstanê da mîssîonêrên (qewal) der û hindur’ên t’erîqataîslamî-sofîyaêzîdîtîyê r’ola xwe ya neyînî dilîzin, ên ku dest dane destê wan çend şer’let’anên ji nava zanista lêp û k’arê xwe yê r’eş ji bo t’unekirinêzdîtîyar’esen didomînin ... Ewana di nava êzdîyzn da ewqasî bûne xwedî bandor, ku nek’urdbûnaxwe (ya êzdîdîyên sofî-îslamî!) li tevahîya êzdîyan ferz dikin, û hinek êzdîji ji ber nexwendîtîya xwe ya olî li dş wan diçin...

Lê, divê bê zanîn, dibe ku îro di t’u welaatekî chanê da ewqas ç’evkanîyên dîrokî yên pêbawer di derbarê k’ urdan da ji dîroka wan a kevnar a ji serdema Medyayê girtî heya îro û, bi t’aybet jî di derbarê êzdîtîyêda t’unene, çiqas di Ermenîstanê da. Her divê mirov bikaribe wan bibîne, bixwîne û bide xwendin! 

Û ji bilî vê bi giştî, divê êzdîne ku guh bidin kaxazokênhinek şer’let’anênnûpêk’etî yên ji nava zanista lêp û wana ji xwe r’a bingeh bigirin, lê di sêrî da hewl bidin, r’astîya ola xwe ya kevnar bi xwe ji hidur’va nas bikin û paşê jî ç’avkanîyên ermenîyan ên serdemên kevnar û sedsalên navîn bixwînin û li ermenîyan jî bidin xwendin. Ji xwe, bi dîtina min, me k’urdan berhema bavê dîroka ermenîyan  Movsês Xorênat’sî hê. wek ku tê xwastin, nenirxandye... Ev p’irtûka ji hêla wat’edarkirina dîroka gelê me ya kevnar va ç’avkanîyeke giranbuha ye. Pey r’a berhemên nivîsak’r û dîrokzanên  ermenîyan ên demên cuda tên, û di nava wan da p’irtûka ezdazan û zanîyaarê ermenî-xrîstîanî yê destpêak sedsala XX Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan a “Kurmanjên yêzîdî” ji bo vê mijara me cîyê xwe yê t’aybet heye.  Ev p’irtûka sala 1910an hatibûye weşandin, lê dema Sovêtê, dema di K’omara Eremnîsatnê ya Sovêtî da di Akadêmîya znistê da beşê k’urdzanîyê hebûye, dema bi zimanê k’urdî r’ojnameya “R’ya t’ezedihate weşandin, dema weşanê r’adîyoya Yêrêvanê bi zimanê k’urdî pêk dihatin, dema di Zanîngeha Dewletê ya Yêrêvanê da beşê k’urdzanîyê hebû, lê di derbarê vê p’irtûka hêja da hîç kesekî tiştek “nizanibû”. Çima? – Ne ji bo wê, ku îro ev şerlat’an, ên ku derketine holê, bi hêsane bikaribin bi êzdîyanû êzdîtîyêbilîzin? 

Eger tê bîra xwemdevanên hêja, di gotara xwe ya “Ezdazanê ermenî yê destpêka sedsala XX di derbarê êzdîyaan û êzdîtîyê da” min nivîsîbû: “... Di vê pirtûka xwe da S. V. Têr-Manvêlyan navê vê civaka êtnîkî-bawerî bi 9 şêwazên cuda dinivîse û bi giştî 150 caran bikartîne:yêzdî – 44 caran (ev têrmîna bêhtir nêzîkî xwenavkirina êzdîyan bi xwe ye – êzdî), kurd– 24 caran,kurmanc– 17 caran, yêzîd – 8 caran, kurmancên yêzdî– 5 caran, yêzîdên kurmanc– 4 caran, yêzîdên medyayî– 1 carê, kurdên yêzdî– 1 carê û kurmancên yêzîdî– 1 carê. Û, ji bilî vê, ew van hemû navan dem bi dem bi peyv û  peyvebendên dinê, yên weke: “peyhatîyên medên kevnar”, “peyhatîyên Êkbatanê”,  “peyhatîyên medîyaîyan”, “peyhatîyên vîştapîyên medyayî”, “şaxê Astîyagê leheng ê medyaî”û yên dinê ra bikartîne... ”(http://www.amidakurd.net/ku/tekst/ezdazanê _ermenî_yê_destpêka_sedsala_xx_di_derbarê_êzdîyan_û_êzdîtîyê_da; Rojnameya Pênûsa nû, hejmarên 51 û 52 - http://www.penusanu.com/).

 Bala xwe bidinê, eger mirov bi xwe xwe nas jî neke, yan jî xwe şûna ker’û koran, an nezan û nedestûrmendan jî daneyne, dê ji van ç’avkanîyên dinê hinek r’astîyan derîne.  

Û dema mirov wan gotinên ji gotara A. Gyûrcyan a “Kurdên êzdî” (1904), ên ku me li jorê anîne, van gotinê S. V. Têr-Manvêlyan ên ji pirtûka wî ya “Kurmanjên yêzîdî” (1910) hemberî agahî û zanîyarîyên ji ç’avkanîyê sedsalên XV û XIX dike, ku gelek kesayetîyên r’onakbîr di nav ermenîyan ên sedsalên navîn heya destpêka dewra XX bi  bawer bûne, ku kurd (di nav wan da, helbet, wisa jî, kurdên êzdî) peyhatîyên medên kevnar in. Û agahîyên weha îro jî hene, hinek ji wan hatine weşandin, lê hinek jî di ç’avkanîyên kevnar ên destnivîskî yên ermenîyan da tên p’arastin û benda dema xwe ne. Em li vir her bala xwe bidin çendekan ji wan: 

“...Berbangê zû ên med hatin, ên ku ji wan r’a k’urd dibêjin”. – Ev buyer, a ku li vir di derbarê wê da tê gotin, ango, hatina k’urd-medan a ber dêra ermenîyan a Tspnê, 19-ê gulana sala 1426-an pêk hatye (ԱրիստակեսՏևկանց, Հայերգ, Թիֆլիս, 1882, էջ175- 180//Arîstakês Têvkants, “Hayêrg”, Tîflîs, s. 1882, rû. 175 – 180, bi zimanê ermenî). 

Û yek jî:

“... Binecîhên wî welatî, yên ku kurd in, ji wan ra med dibêjin”. (Ev jî – di destnivîsa dewra XVI da heye – ç’avkznî: ՀայաստանիՄատենադարան, XVI դարիձեռագիր, №1495, էջ.էջ. 142աև142բ. //Matênadarana Ermenîstanê, destnivîsa dewra XVI, №1495, rû. 142a û 142b.).  

Agahîyên mîna van li bal r’onaydarê ermenî yê navdar Xaçatûr Abovyan jî hene. Weha, di nasîyên gotara xweye “Yên kurd” da ew dinivîse: “Çamçyan di pirtûka xwe ya “Dîroka Ermenîstanê” da (berga I, beşê 10-an, rûpel 100), hemû nûnerên (walî) padişahê medan ên herêman bi rêzê nav dike, ji Arbûkês heya Dîovkês, anegorî dîroknûsên yewnanî, yên wek Hêrodotos, Dîodoros, Alîkar û yên dinê, dibêje, ku yên med (ango, kurdên kevnar) beş bi beş her komek li dora torinên xwe berev bûne û tam ji hev cuda jîyane...” (Խ. Աբովյան, Երկերիլիակատարժողովածու, ութհատորով, ութերորդհատոր, Երեվան– 1958, էջ284// X. Abovyan, Berevoka berheman a tam, bi heyşt bergan, berga heyştan, Yêrêvan – 1958, rû. 284, bi zimanê ermenî) 

Lê tiştê herî balk’êş ew e, ku, her çiqas, Quruşê Gewre (lawê farsê vassal, nevîyê Îştîvêgû/Astîagê p’adişahê Medyayê), bi r’êya derbeya hindur’în bi xayîntî kalkê xwe ji ser t’ext avîtye û desthilat hildaye destê xwe, û, piştî wê farsan li ser bingeha împêratorîya Medyayê dewleta xwe avakirine, û, bi wî awahî, ew dê-fakto bûne mîrat’xur û dûmahîya dewleta Medyayê, lêbelê ji bo ermenîyan ên farsbi t’u awahî mednînbûne, lê ji bo wan peyvên medû k’urdyekwat’ebûne.

Ango çi dertê holê, ji demên kevnar û vir va, ji bo ermenîyan hemû k’urd (yên êzdî, ne êzdî!), p’eyhatîyên medan ên r’astedêr bûne, ermenîyan gotine med, k’urdtêgihîştine, gotine k’urd, medtêgihîştine, ji bo wan k’urd ûmedyek net’ew bûye!..

Amida Kurd:Mamoste, biborîne, li vir dû pirsên me hene: ya yeken, ermenîyan ji bo çi ewqas di debarê kurdan de nivîsîne? Ya duyem, pey ewqas daneyên dîrokî û agahîyên pêbawer re êzdîyên Ermenîstanê çima rastîya xwe tê nagihîjin?

Ezîz ê Cewo:Ji bo ku bersîva pirsa we ya yekem bidin, divê em serî li dîroka kevnar bidin. Weha, ji dîrokê tê zanîn, ku di dema xwe da “Padişahên Ûrartûyê sala 676-an a  berî bûyîna Îsa bi alîkarîya hêzênkomên çekdar ên bi kirê yên skyût(îskît/sît) û kîmmêrîyan dewleta Frîgîyayê ji hev belav dikin”.(Большаясоветскаяэнциклопедия, третьеиздание, 27 том, Москва, 1977, стр. 72//Êntsîklopêdîya mezin a sovêtî, weşana sêyem, berga 27, Moskova, 1977, rû. 72)

Û, wek ku tê xuyan, ev jî dibe sedem, ku ermenî neç’ar dimînin, cî û warên xwe bit’erikînin. Lê heya ew li Frîgîyayê bûne, an jî ji bo p’eydakirina cî û warekî nû li ser r’êyan bûne, dewleta Ûrartûyê êdî ji hêla art’êşa Medyayê va tê r’ûxandin, hemû ax, û aqarên wê digihînin Împêratorîya Medyayê, û Ûrartû dibe p’arç’eyekî vê dewleta gewre. Û her t’enê paşê, piştî wê, ku ermenîyên penaber digihîjin wan deveran, Ûvaxişatrayê (Kîak’sar) p’adişahê Medyayê beşekî erdên Ûrartûyê, yê ku wî dagerkiribûne, dide  ermenîyan, ji bo ku ew di wan deveran da bi cîh û war bibin! Û, wek ku tê xuyan, beşê Ûrartû yê kafkasî didine p’enaberên ermenî – ji ber ku: berê pêşin, li wir kêm mirov mabûne û, ya duyem jî, ji hêla dewlemendîyên xwezayî va ew ne ewqas kêrhatî bûye, û ji bilî van, r’êvebirina wê ne ewqasî hêsan bûye, ji ber ku hingê erd û aqarên Medîyayê p’ir’berfireh hebûne, û wan pêr’a negîhandîye, ku bi wan erdên ne ewqas kêrhatî va mijûl bibin...

Bi vî awahî, ermenî ji hêla bakûr va dibin cînarên medan. 

Û piştî demekê, wek ku bavê dîroka ermenîya Movsês Xorênatsî dinivîse, med Parûyrê t’or’inê ermenî t’acîdar dikin û bi wî awahî ji wan r’a dewletê dadimezirînin (bi hûrbînî: Մովսես  Խորենացի,  Հայոց  պատմություն, Երևան, 1991, էջ123–131//Movsês Xorênatsî, Dîroka Ermenîstanê, Yêrêvan, 1991, r’û. 123–131). Weha, evê bûyerê ezdazanê ermenî S, V. Têr-Manvêlyan çawa şirove dike: Û, weha, bi pêkanîna tacîdarkirina Parûyr 

Ermenîstan ne tenê ji maldarîya bindest (vasal) werguhêrî  desthilatdarîya padişahtîya  xweser dibe, lê, her weha, pêwendîyên wê yên siyasî-çandî bi dewletên cînar ra çê dibin, wek yên di navbera me – ermenîyan û medên ji binemala Vîştasp da, yên ku yek ji dewletên hêztirîn ên wê demê bûye. Û şaxê wanî herî nêzîk jî kurmancên êzdî yên îroyîn in.(ՍիոնՎարդապետՏէր-Մանուէլեան, «Եզիդիկուրմանժ»,Ախալցխա, 1910, էջ3 – 4//Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “Kurmanjên yêzîdî”, Axaltsxa, 1910, r’û. 3 – 4). Di vê derbarê da bi hûrbînî – di van gotarên me da: “Lê k’a, êdî r’astî li k’u ma?..” –http://www.amidakurd.org/ ku/tekst/lê_k_a_êdî_r_astî_li_k_u_maû “Dîlêma dîrokî, an îdêa fîks?” – http://amidakurd.net/ ku/tekst/dîlêma_dîrokî_an_îdêya_fîk_s

A, eger em van agahîyan t’omar bikin, dê derê holê, ku ermenîyan med ûk’urdwek yek netew zanibûne... Û ermenîyan jî, ne ku ji dûrva di derbarê wan da bihîstine, lê ew ji nêzîk va nas kirine... Ermenî nîveka sedsala VII a berî s.m. ji cî warên xwe p’enaber bûne, hatine ber sînorê Medyayaîmpêraatorîya gewre a wê demê,medanp’enaberên wan bi cî û war kirine, li wan xwedî derketine, t’orinekî wan t’acîdar kirine û bi wî awahî ser  p’arç’eyekî xaka xwe ji wan r’a dewlet saz kirine... Û, eger li ser van agahîyan da wisa jî gotinê Strabon (derdorê salên 64/63 ên berî s.m. — derdorê salên 23/24ên s.m.) zêde bikin, dê bersîva pirsa we bi zelalî derê holê. Strabon dibêje: “... Ên med, wek ku dibêjin, bapîrên kevneşopîyên ermenîyanû hê berî van jî yên persan, serok û peyhatîyên wan in...” (Страбон, География, XI книга, Москва, 1964, стр. 525//Strabon, Erdnîgarî, pirtûka XI, bi rûsî, Moskova, 1964, rû. 525)...

Naha jî li ser pirsa we ya duyem! Sedema yekem, ku êzdîyên Ermenîstanê r’astîya xwe tê nagihîjin, nexwendîtîya olî ye di nav wan da ye – bi giştî. Min di di wê derbarê da êdî gotye. Ya dinê, ew encama k’arê mîsîonêrên(qewal) hemdemî yên der û hindur’in, ên ku di xizmeta biêzîdî-sofî-îslamîkirinaêzdîtîyê da p’ir’bi çalak t’evdiger’in... Ji xwe ji bo vê ew erebên êzîdî-sofî-îslamî, yên ku zar’okên wan heya îro jî di Başîka û Bahzan da bi erebîya xwe ya şamê diaxivin û yên ku ji hêla zimên va di nav civaka êzdîyan da întêgre bûne (hatine bişavtin), bi berekê va di sazîyên erka olî da li ser asta here bilind cîyê xwe girtine û ji hindur’va êzdîtîyê“întêgreyî” sofîtîya xwe ya îslamî kirine...

Amida Kurd:Û li vira jî, pirsa me ya dawîy: 

– Di vê r’ewşê da ji bo êzdîyan çi r’ê hene?

Ezîz ê Cewo:Min berê jî gotye – p’erwerde, p’erwerde û dîsa p’erwerde. Û li vira jî, dibe ku hinek bipirsin – ma k’îyê vê p’erwerdeyê pêk bîne? – Helbet bi vê pirsê mabesta wan jî dê oldar bin. Lê belê dema oldarên ku bingehên dua-dirozge, ferz û dogmên êzdîtîyar’esen bi zimanê xwe  – k’urdîya  r’esen dizanibûn, êdî bûye dîrok. P’ir’anîya oldarên îro di bin bandora bîrûbawerîyên êzîdîtîyêû ji bo wê hatine amadekirin. Lê divê neyê jibîrkirin, yên wek buhuştîyê kekê Xelo naha dîsa di nav gel da mane, divê mirov li wan biger’e, wan bibîne. Her çiqas, ew tiştên ku kekê Xeloyê bihştî li dû xwe hiştye jî ji bo dîtina r’astîya êzdîtîyê bingeheke bêhemp’a û nebînayî ye... Ya dinê jî, ewqas zargotina me hatye berevkirin û weşandin! Divê mirov di nav wê da jî bingehên êzdîtîya r’esen û r’astîya  wê biger’e. A, evê jî oldarê nekin, û, heya, eger ew bixwazin jî, bikin, ew karekî dijwar e, ewê nikaribin t’enê bii wî k’arî r’abin. Û li vira jî divê zanîyar û r’ewşenbîrên k’urdên êzdî û k’urd bi giştî di vê pirsê da hewl bidin – ma ne, ol ne t’enê û ne ewqas a oldaran e, çiqas ya gel e, oldar xizmetk’arên vî k’arî ne, lê nûnerên gel (r’ewşenbîr, dilxazên çand û bawerîya pêşîyan!) divê di vî warî da erka xwe a net’ewî bibînin...

Amida Kurd:Spas, mamoste, ji bo bersîv û şiroveyên te yên hêja û kêrhatî... Em di wê bawerîyê de ne, ku xwendevanên me wê ji xwereagahî û zanîyarîyên pêwîst ji vê hevpeyvînê derîne, û, eger pirs û dîtinên wan ên cuda çê bibin, ewê ji me rebinivîsin!

 Ezîz ê Cewo:Spas ji bo we, ku we ewqas pirsên balk’êş amade kiribûn, û dîtinên we yên cihêr’eng jî bûn sedem, ku govtûgoya me dewlemendtir û balk’êştir bibe...

 Emê benda pirs, nêrîn û pêşnîyarên xwendevanên hêja bin...

 Slav û r’êz!                                    

______________

 

Hevpeyvîn bi lêgerîner, nivîskar û rojnamegerê kurd mamosta Ezîz ê Cewo re nivîskar, rojnameger û rêvebirê malpera AmdaKurdê Mahebad Felat pêk anî, ew ji bo weşanê amade kir û dîtina xwe li ser vê mijarê jî weha tomar kir: 

Mahabad Felat:Bi vî awahî, em gihîştin dawîya govtûgoya xwe, xwendevanên hêja. Bi vê govtûgoyê em li ser rewşa ola kevnar a gelê kurd – êzddîtîyê, pirsgirêkên avakirina yekîtîya civakî-ayînî di nav kurdên êzdî da axivîn. Di vê navberê da gelek terfên tarî yên vê pirsgirêkê hatin ravekirin û nirxanidin, mamosta Ezîz ê Cewo hewl da bi zanistî bersîva wan pirsên me bide, yên ku îro netavetîyê didin tevahîya kurdan. Her çiqas mamoste bersîvên piranîya pirsên me dan, lê ji ber ku pirsgirêkên heyî di salekê an duduyan da pêk nehatine, ew encamên pêvajoyeke dîrokî ya sedê salan e, hê jî ji bo ku bersîvên tam bên dayîn beşdarbûneke berfireh ya beşên cuda yên civakê pêwîst dike... Her bi beşdarbûna we ya aktîv, xwendevanên hêja, emê bikaribin bersîvên obyêktîv û heşmendî ji bo gelek pirsan bibîni. 

Lewra jî, îro ev pirsana lê pêşya me sekinîne: Kî, çima û çewa dixwaze Êzdîtiyaresen tune bike? Rast e ku di Êzdîtiya resen de kesayet û giyana neteweyî, ango kodên neteweyî veşarî ne. Lê gelo bi tenê ji ber vê yekê ye, ku ev hêz û derdor dixwazin Êzdatiyaresen tune bikin? Yan sedemên ji vê jî kûrtir û grîngtir hene? Ev pirsên grîng in, ku pêdivîya xwe bi bersivên felsefî û zanistî hene. Lewra di bin van pirsan de rastiya herî kêm 3500 salan veşarî ye. Bi raya min, olên din jî, lê bi taybet, olên semawî, li ser felsefeya jiyanî ya Êzdayetiyê çîrokên xwe afirandine. Bi gotineka din, li ser rastiyên me têgeh û bawerîyên xwe honane û jiyana xwe ya civakî jî li ser wan ava kirin. Ango ev têgeh û bawerî bûne bingeha jiyana wan a civakî, ku ev ji 3500 salan û vir ve ew li ser dijînin, li ser wan hemû çavkaniyên cîhanê paymal dikin û bi van bûne hêz û serdest. Hebûna reseniya Êzdayetiyêjî herdem rîskek bûye ji bo derketina holê ya vê rastiyê. Lomaye, ku hîn beriya îslamiyetê jî xwestine vê rastiyê an berovajî bikin û ji rastiya wê bi dûr bixin, an jî tune bikin. Ev hewldan di serdemên cuda de gihîştine astên here bilind ku loma îroj qala 73 fermanan tê kirin. Lê fermana here mezin kuştina giyanî ya Êzdayetiyaresen e, bê guman, ku nayê nîqaşkirin û di vir de jî rola here mezin ji aliyê Şêx Adî Bin Misafir ve hatiye lîstin. Ev lîstik û hewldan îroj jî didomin û wê bidomin. Ango mijar ne bi tenê bi yekîtiya kurdan û xwedîlêderketina rastiya Êzdayetiyêye ji hêla kurdan va, û hewldanên tunekirina giyana neteweyî ya kurd ve girêdayî ye. Ew aliyekî mijarê ne lê aliyê herî grîng deşîfrebûna rastiya bawerîyên wan û çîrokên wan in, ku xwe li ser ava kirine û bûne hêz. Bi zelalbûna vê rastiyê re dê dîrok ser û binê hev bibe, tu kevirekî ”dîrokê”, ya ku ji aliyê hinekan ve hatiye hona dê li ser kevirê din nemîne, ku ev jî dibe sedema têkçûna olû baweriyên wan û pêre jî desthilatdariya wan. Lewre wan, hertim ol û desthilatdariyê bi hev re meşandine, kirine egera hebûna hevûdu û ya xwe.

Emê benda pirs, nirxandin, şirove û dîtinên we bin.

Li gel slav û rêzên xwe – Mahabad Felat

 

Avrêl – Pûşper, sala 2019