1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PIRTÛKA EZÎZÊ CEWO YA DERBARÊ ZERDEŞT PÊXEMBER DE BI RÛSÎ DERKET
PIRTÛKA EZÎZÊ CEWO YA DERBARÊ ZERDEŞT PÊXEMBER DE BI RÛSÎ DERKET,pirtûka,ezîzê,cewo,ya,derbarê,zerdeşt,pêxember,de,bi,rûsî,derket

PIRTÛKA EZÎZÊ CEWO YA DERBARÊ ZERDEŞT PÊXEMBER DE BI RÛSÎ DERKET

PIRTÛKA MAMOSTA EZÎZÊ CEWO YA DI DERBARÊ ZERDEŞT PÊXEMBER DE NAHA JÎ BI RÛSÎ DERKET RONAHÎYÊ...

A+ A-

Li Moskovayê, ji hêla weşanên «ПЕРО» (“PÊNÛS”) ve pirtûka nivîskar, lêgerîner û rojnamegerê kurd Ezîz ê Cewo ya di derbarê Zerdeşt Pêxember de bi zimanê rûsî hate weşandin.  Sernavê pirtûkê bi rûsî weha ye: Мамоян АД.:  «Пророк Заратуштра. По страницам «потерянной» истории…» (“Zerdeşt Pêxember. Gorî rûpelên dîroka  “windabûyî” ...”). 

Ev berhem wergera pirtûka mamoste ya “Zerdeşt Pêxember (Rûpelên dîroka  “windabûy” ...)” ye, ya ku sala 2018-an ji hêla weşanên “Aryen” ve li Ankarayê bi zimanê kurdî hatibû weşandin. Lê, divê bê gotin, ku pirtûk, berî ku bê wergergerandin, ew ji hêla dane û agahîyên dîrokî û çavkanîyên nû ve hatibûye dewlemendkirin, û bi naveroka xwe va hatibûye xurtkirin.

Di pirtûkê de di bin ronahîya dane û agahîyên nû de ew nêrîn û dîtin, ên ku di cîhana zanistê de di derbarê Medya  kevnar û herêma dor wê de hebûne, bi zanistî tên nirxandin. Û hema di vê çarçoveyê de jî xudanê pirtûkê wan nêrîn û dîtinên di derbarê Zerdeşt Pêxember û pêkhatin û rûdana bîrûbawerîya wî – zerdeştîyê de bi zanistî dinirxîne, yên ku di dîroknûsîya kevneşopî de bibûne desthilatdar. 

Li ser bingeha çavkanîyên pêbawer ên demên cuda, mamoste Ezîzê Cewo agahîyên dîrokî yên cihêreng bi zanistî dinirxîne û digihîje wê rastîyê, ku dîroka Medya kevnar, wisa jî têgîna sereke (kontsêpt) ya pêkhatin û rûdana ola zerdeştîyê di nava tevahîya dîrokê da bi zanebûn hatye lêpovajîkirin, û ji ber wê jî dîroknûsîya kevneşopî bi agahîyên wisa hatye dagirtin, ên ku dûrî rastîyên dîrokî ne.  

Ev berhem encama lêgerînên zanistî yên piralî û ciddî ye, di wê de mamoste gav bi gav rûpelên dîroka wê demê yên lêpovajîkirî û ne dîyar ravedike.  

Di vê weşanê da tiştê nû ne tenê ew e, ku ew bi agahî û danayên çavkanîyên dîrokî yên nû va hatye dewlemendikirin û naveroka wê hatye xurtkirin, lê wisa jî tomarîkirineke berfireh bi zimanê înglîzî di wê da heye. 

AmidaKurd