1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Panoramaya rojnameyan a heftane
Panoramaya rojnameyan a heftane,panoramaya,rojnameyan,a,heftane

Panoramaya rojnameyan a heftane

Rojnameyên erebî yên vê hefteyê bal kişand ser rewşa Sûriyê, her wiha civînên NY’yê û aloziya li Kendavê

A+ A-

El-Ereb: Guterres avakirina komîteya destûrê Sûriyê ragihand

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Ereb got: “Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres roja duşemê avakirina komîteya destûrê ya taybet bi Sûriyê ragihand û anî ziman ku wê di van hefteyên pêş de dest bi karê xwe bike da ku şerê ku ji sala 2011`an ve dewam dike, bi dawî bike.

Guterres di navenda rêxistina navneteweyî de ragihand ku bi erêkirina rejîma Sûriyê û komîteya dan û standinê (girêdayî opozîsyonnê) komîteyeke bi bawerî û hevsengî û bi serpereştiya navneteweyî ava bû.

Antonio Guterres wiha got: “Tê payîn ku komîte ji 150 kesî were avakirin, 50 wê ji Şam hilbijêre, 50 wê opozîsyon hilbijêre û 50 jî wê nûnerê navneteweyî yê  NY`yê hilbijêre. Di komîteyê de, nûnerên Rêveberiya Xweser a Kurdî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ne ku di daxuyaniya xwe de got dûrxistina wê ne adil e. Rêveberiya Xweser herêmeke berfireh a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol dike.

Rojnameyê bi berdewamî got tevî avakirina destûrê, nakokî di navbera opozîsyon û rejîmê de der barê mekanîzmaya karkirin û belavkirina erkan de heye. Opozîsyon dixwaze destûreke nû ava bike, desthilata Sûriyê jî vê yekê erê nake û dixwaze hin guhartinan li ser destûra heyî çêke.”

Şerq El-Ewset: Moskovê ji bo derbasbûna penaberan doza çespandina xalên çavdêriyê yên Tirkiyê dike

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewset nivîsand: “Navenda Rûsyayê ya Lihevanînê ya li Sûriyê bang li aktîfkirina noqteyên çavdêriyê ku Tirkiyê li herêma bêçek li Idlibê ava kiriye, di çarçoveya vegerandina penaberan de kir. Diyar dibe ku Moskov dixwaze van noqteyan bihêle û bi koordîneya bi Enqereyê re, xebata wê berfireh bike.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Moskov û Şamê vekirina deriyê Ebû Dihûr li herêma bêçek a Idlibê di 13`ê Îlonê de ragihandibû. Her du aliyan beriya wê jî vekirina korîdora mirovî li gundê Soran ragihandibû. Lê ev cara yekemîn e ku Moskovê îşaret bi rola muhtemel a noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li herêmê dike.

Çavkaniyên Rûsî, helwesta Şamê jê vê bangê diyar nekir. Lê desthilata Sûriyê teqezî li ser vekişandina yekîneyên Tirkiyê li herêmê kiribû û Şam jî hebûna Tirkiyê wekî dagirkerî bi nav dike.

Lê çavkaniyekî ji Şerq El-Ewset re ragihandibû ku Moskov hewl dide lihevkirinên bi Tirkiyê re berfireh bike da ku pêşketinên li ser erdê mîsoger bike. Lê çavkanî got diyalogên Rûsî-Tirkî heta niha lihevkirinên giştî çênekirine.

Lê aliyên Rûsî, texmîn dikin ku banga aktîfkirina karê 12 noqteyên çavdêriyê bigihîjin formeke hevbeş bi Tirkiyê re, da ku di pêvajoya di dema pêş de, girêdayî rewşa Idlibê ya pêşerojê be.

El-Weten: Binpêkirinên li herêmên bêçek zêdetir dibin û agirbest li ber têkçûnê ye

Rojnemeya El-Weten rewşa meydanî ya Sûriyê şopand û wiha nivîsî: "Binpêkirinên terorê li herêma dawîn a bêçek li Idlib û gundewaran zêde bû, artêşa Sûriyê bi hemû hêza xwe bersiva van binpêkirnan da, di nav de li bakurê bajarê Xan Şêxûn li gundewarên başûrê Idlibê ku şerekî giran rû da, artêşa Sûriyê rêxistinên teror têk birin."

Çavkaniyekî meydanî girêdayî rejîmê li gundewarên başûrê Idlibê ji El-Weten re wiha got: "Agirbest di roja xwe ya 25`an de ye, ji ber hewldana terorê guhartina nexşeya kontrolê ku di peymana agirbestê li hev kirbûn, li ber ketinê bû, lê artêşa Sûriyê rast tev geriya û tenê bersiva binpêkirnên terorê dan bêyî ku nuqteyên xwe yên nû tesbît bike."

Tirkiyê: Erdogn hêviya pêveberdanên nepêkan ji Trump dike

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha got: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide bi rêya civînên komseriya giştî ya NY`yê hebûna xwe bide çêkirin û nakokiya bi DYA`ê re sar bike, taybet ku serok Donald Trump û tîma wî ya hikumetê helwesteke hişk beramberî miradên Enqereyê der barê peymana balafirên Amerîkayê F-35 û kirîna moşekên Rûsya û hewldanên wê di ferzkirina herêma ewle li Rojhilatê Sûriyê de di wextekê de ku pêşbirkê bi Washingtonê re bi şervanên Kurd re datîne."

El-Beyan: Trump hewldana Macron a navbeynkariya têkildarî aloziya bi Îranê re red kir

Der barê rewşa Îranê rojnemeya El-Beyan wiha nivîsand: "Serokê Amerîkayê Donald Trump, hewldanên navbeynkariya serokê Fransa Emmanuel Macron a di navbera DYA û Îranê red kir."

Trump li dervayî  civînên komseriya giştî ya NY`yê ji rojnemevanan re wiha got: "Pêwîstiya me bi navbeynkariyê tine ye.. ew jî Macron e hevalê min e, lê em li navbeynkaran nagerin."

Trump da zanîn ku di lîsteka xebata wî, civîna bi serokê Îranê Hesen Rohanî re tune ye, lê civandina bi wî re li New York ne dûr e.

Şerq El-Ewset: Amerîka Patriot û radaran belav dike da ku destekê bide sîstema parastinê ya Siûdiyê

Têkildarî nakokiya di navbera Îran û Erebistana Siûdî de rojnemeya Şerq El-Ewset wiha got: "Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pantagon) ragihand ku dê betariyên moşekên «Patriot» ên parastina asmanî û 4 sîstemên radaran, her wiha 200 kes ji bo destekdayîna Siûdiyê di parastinê de belav bikin."

Berdevkê Pantagonê Jonathan Hoffman di daxuyaniyê de wiha got: "Ev belavkirin dê di paratina asmanî û binesaziya leşkerî û sivîl li Siûdiyê xurt bike, her wiha dê girîngiyekê ji hebûna hêzên Amerîka li herêmê xurt bike." Her wiha di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku wezîrê Parastinê Mark Esper di danîna hêzên di bin fermana amadekariya belavkirinê de erê kiriye, tevî ku biryara belavkirina hêzan hîna nehatiye girtin.

Berdevkê Pantagonê di dawiyê de wiha got: "Ev gav mînaka dilsoziya me bi hevkarên me yên herêmî û ewlehiya li Rojhilata Navîn re teqez dike."

(jo)

HAWARNEWS


Bêjeyên Miftehî