1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Parastina stranên gelêrî tê wateya parastina dîrok û çanda gelê Kurd e‘
‘Parastina stranên gelêrî tê wateya parastina dîrok û çanda gelê Kurd e‘,parastina,stranên,gelêrî,tê,wateya,parastina,dîrok,û,çanda,gelê,kurd,e

‘Parastina stranên gelêrî tê wateya parastina dîrok û çanda gelê Kurd e‘

Dema mirov stranên çanda gelê Kurd guhdar bike, wê bikeve ferqê ku ne tenê peyv an jî gotinên ku ji bo dilxweşkirina giyanê têne gotin, lê belê ew dîrok û çanda gelê Kurd ji azar û serfirazî ku nifşan re vedibêje

A+ A-

Pir kêm mirov bibîne ku dîroknasek kurd girêdayî dîroka gelê Kurd tiştek nivîsandibe. Piraniya dîroknasên girêdayî dîroka Kurd nivîsandine rojavayî ne.

Nivîskarê stranên gelêrî û gelek pirtûkan Mihemed Welîd ê ji şêniyên gundê Avrazê yê navçeya Mabatayê li kantona Efrînê jiyana xwe bi nivîsandin û komkirina stranên gelêrî ji bo nifşa pêşerojê re domandiye.

Piraniyên berhemên  Welîd piştî derketina ji Efrînê winda bûn. Mîna şêniyên Efrînê hemû tiştên giranbiha li şûn xwe hişt ji bo ku malbata xwe ji binpêkirinê dagirkeran xilas bike. 

Nivîsandinê didomîne û amadekariyên derxistina pirtûka xwe ya nû dike.

Nivîskar Mihemed Welîd ji ber dagirkirina Efrînê neçar ma ber bi kantona Şehbayê ve koçber bibe. Li gel şertên koçberiyê lê nivîsandinê didomîne. Niha jî amadekariya çapkirina pirtûkek nû bi zimanê Kurdî dike. Hinek maye pirtûkê bidawî bike ku çap bike.

Nivîskar û dîroknas Mihemed Welîd behsa pirtûka xwe ya nû kir û got: "Heta niha min navnîşanek guncew ji pirtûkê re nedîtiye. Pirtûk girêdayî kurtjiyana gelek hunermendên Efrînê ye."

Mihemed Welîd wek bersîvdayînek ji hewldana artêşa Tirk a dagirker ji bo qirkirina çand û hunera Kurdî tê pirtûka xwe dinivîse. Welîd diyar kir ku ew ji nivîsandina pirtûkê armanc dike çanda Kurd biparêze. Piştî ku dagirkerî her tiştek girêdayî dîrok û çanda Kurd li kantona Efrînê rakir.

Welîd wiha behsa pirtûka xwe kir: "Bi giştî behsa jiyana 10 hunermendên Efrînê, zarokatî, çawaniya derketina behreyên wan, çawa pêşxistine û derbasî warê hunerê bûne dike. Her wiha behsa zulma ku hunermendan di bin hikma Baas li Sûriyê de kişandine dike."

Mihemed Welîd hêvî dike ku pirtûka wî ji nifşên pêşerojê re bibe lêvegerek. Ji bo ku dîroka huner û hunermendên Efrînê nas bikin. 

Girêdayî hizra pirtûkê Welîd got: "Di destpêkê de min peyvên stranên hunermendên Efrînê dinivîsandin û çîrokên gelêrî ji komaran re dinivîsandin. Her wiha gelek berhemên min ên stranên Kurdî hebûn. Lê bi êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re li ser kantona Efrînê neçar mam tevahiya berhemên xwe li dû xwe bihêlim. Hemû winda bûn. "

Welîd vegot ku wî heta demekê ji ber şertên koçberiyê dev ji nivîsandinê berda bû. Lê Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê li gel şertên koçberiyê li kantona Şehbayê carek din xwe birêxistin kir. Ev jî ji Welîd re derfetek nû afirand da ku careke din binivîse.

Welîd wiha berdewam kir: "Li kantona Şehbayê, piştî ku Yekitiya Rewşenbîran careke din xwe birêxistin kir, derfet çêbû ji bo ku careke din binivîsim. Min dest bi nivîsandina peyvên stranên kevin kir û ew hemû di pirtûkekê de kom kirin. Ev stran dîrok û çanda gelê Kurd pênase dike. ji ber ku peyvên stranan dîroka gelê Kurd vedibêjin. Parastina wan stranan tê wateya parastina dîrokê. "

Welîd di nav gotinên xwe de got: "Hinek dewletan gelek stranên gelê Kurd birine û kirine ya xwe mîna Aşiqê kerem, Birêvana Cindî û Dildaro dîlberê. Tirk, Ereb û gelek gelên din van stran kirine yên xwe. Lê ev stran stranên kevin ji dîroka gelê Kurd in û stranbêjên Kurd strane (vegotine)."

Ji berhemên nivîskar Mihemed Welîd pirtûka bi zimanê Kurdî `Di bin siya evînê de` ya ku di 2019`an de derketiye. Niha ew pirtûkên nû dinivîse jê pirtûka jiyana hunermendên Efrînê.

(şx)

ANHA

 

 
 
 
 
 
 
2