1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Perwerdeya ji 40 hezarî zêdetir mamosteyan dest pê kir
Perwerdeya ji 40 hezarî zêdetir mamosteyan dest pê kir,perwerdeya,ji,40,hezarî,zêdetir,mamosteyan,dest,pê,kir

Perwerdeya ji 40 hezarî zêdetir mamosteyan dest pê kir

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser di çarçoveya pêşxistina xebata perwerdeyê de, ji bo 40 hezar mamosteyî dewreyên perwerdeyê da destpêkirin

A+ A-

Komîteyên Perwerde û Fêrkirinê yên 7 rêveberiyên xweser û sivîl ên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo pêşxistina şarezayên mamosteyan û bilindkirina asta wan a zanistî û piratîkî dewreyên perwerdeyê ji mamosteyan re vekirin.

Desteyê, 113 navend ji bo amadekirina mamosteyan li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kiriye. Li Reqayê 15 navend, Dêrazorê 10, Tebqa 14, herêma Firatê 15, herêma Cizîrê 53 û Minbic 6 navend.

Di van dewreyan de zêdetirî 40 hezar mamosteyên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû beşên wê beşdar bûn. Kadroyek pispor xwedî tecrubeyên zanistî û piratikî çavdêriya perwerdeya mamosteyan dikin.

Di dewreyan de waneyên girêdayî pedekojî, amadekirina waneyan û rêbazên danûstandinan bi şargirtan re li gorî rêyên nû yên xwendinê têne dayîn.

Di dawiya dewreyan de, dê mamoste derbasî ezmûnên devkî û nivîskî ku ji aliyê Komîteyên Perwerde û Fêrkirinê yên her rêveberiyekê ve hatiye diyarkirin, bibin. Desteyê pîvanên serkeftina mamsoteyan bi derbaskirina ezmûnên nivîskî û devkî, her wiha danûstandina wî/ê bi hevalên xwe re û asta wî/ê di wanedayînê de diyar kirin. 

Dema van dewreyan ku ji dîroka 8`ê Hizêranê ve destpê kirine, li gorî her rêveberiyekê ji 24 rojan heya 60 rojan hatiye diyarkirin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Kewser Doko ji ajansa me re behsa cudahiya demê di navbera herêmên rêveberiyê de kir û wiha got: "Ev yek têkiliya wê bi dîroka rizgarkirina her herêmekê û vekirina dibistanên tê de girêdayî ye. Her wiha pêwîstiya hindek  herêman bi dewreyên dem dirêj tune ye. Hindek mamoste hene ev 6 sal in derbasî perwerdeyan dibin, lê mamosteyên hinek herêmên ku nû rizgar bûn tenê du sal in û hinek jî tenê salek e perwerdeyên xwe dibînin."

Kewser Doko di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya her rêveberiyekê dema dewreyên perwerdeyê li gorî hewcedariya mamsoteyan bi mîna van dewreyan û hejmara ku divê tev li bibin diyar dike.

Perwerdehî yek ji rêgezên herî sereke ye ku Meclisa Sûriyê Demokratîk ku sîwana siyasî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekezî li ser kiriye, da ku jiyan vegere tevahiya herêmê bi taybet herêmên nû hatine rizgarkirin.

(jo)

ANHA