1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Peykerê Dayê Gulê hat danîn
Peykerê Dayê Gulê hat danîn,peykerê,dayê,gulê,hat,danîn

Peykerê Dayê Gulê hat danîn

A+ A-

Dayê Gulê ji bajaroka Sinûnê ya Şengalê ye. Dema çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin, dixwazin wê jî li çerxerêya Sinûnê bigirin. Lê Dayê Gulê ji bo ku nekeve destê çeteyan li ber xwe dide. Li gorî agahiyan malbatê dane, Dayê Gulê bi demanceyekê li himberî wesayitek çeteyan şer dike û serçeteyekî dikuje, hejmarek jî birîndar dike. Lê piştî ku gule li ser demanceya wê xilas dibin ew jî tê qetilkirin.

Ev berxwedana Dayê Gulê li tevahiya Şengal û Iraqê deng veda û bû mînak. Di 7’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxê de peykerê Dayê Gulê danîn. Perdeya li ser peykerê Dayê Gulê, li cihê lê hatibû kuştin, di salvegera komkujiyê de hat rakirin. Bi hêzên kes beşdarî vekirina peyker bûn.

xwebun.org


Bêjeyên Miftehî