1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Pirtûkeke newaze: Alîkariya Destpêkê
Pirtûkeke newaze: Alîkariya Destpêkê,pirtûkeke,newaze,alîkariya,destpêkê

Pirtûkeke newaze: Alîkariya Destpêkê

Pirtûka bi navê ‘Alîkariya Destpêkê’ ya bijîşk Erdal Sîpan a nû ji bo xebatkarên tenduristiyê û her wiha ji bo xwendekarên beşa alîkariya destpêkê berhemeke newaze ye

A+ A-

Pirtûka ‘Alîkariya Destpêkê’ ya bijîşk Erdal Sîpan Sîpan ji nav Weşanên Sîtavê derçû.

Li ser mijara alîkariya destpêkê ya tenduristiyê cara yekem e ku pirtûkeke bi zaravayê kurmancî tê çapkirin. Sîpan di pirtûka xwe de hemû pêdiviyên alîkariya destpêkê nirxandine û bi zimanekî zelal mijar bi wêneyên rengîn raxistine ber xwendevanan. Wêneyên wê ji aliyê Ercan Altuntaş ve hatine çêkirin.

Tê payîn pirtûk ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêma Federal a Kurdistanê, Rojhilat û derveyî welat re jî bê şandin.

Dr. Erdal Sîpan der barê pirtûka xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Sîpan anî ziman ku di warê qada tenduristiyê de bi kurdî berhem pir kêm in û di vî warî de pêdiviyek pir zêde bi pirtûkeke wiha hebû. Sîpan got: “Bi taybetî jî bi zimanekî hêsan û fêmkar hewce bû berhem werin çêkirin û nivîs werin lêkirin. Bi taybet jî tenduristî ji bo her kesî mijareke girîng e û divê her kes ji bo tenduristiyê xwedî hîn zanînan be.”

Sîpan diyar kir ku û wî gelek pirtûk di vê mijarê de dane ber hev û got: “Lê min li gorî xweseriya gelê Kurd û Kurdistanê ev pirtûk lêkir. Her tim rewşên birîndar û nexweşînê derdikevin pêşiya me. Ji welatên din bêtir ev tişt li welatê me diqewimin. Ji bo rewşeke wiha ji bo em bikarin pêşiya tiştên nexweş bigirin, lazim bû ev pirtûk were derxistin. Hewce bû bi zimanê dayikê em vê pirtûkê biweşînin. Ev pirtûk ji bo her kesî pêdivî ye. Ji heft saliyan bigire heta heftê saliyan dikarin ji vê pirtûkê sûd werbigirin. Zimanê wê zelal e. Me di dawiya pirtûkê de jî peyvên tibî wek ferhengok nivîsandiye.” 

 

HAWARNEWS