1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Piştrast bû ku Erdogan hejmara penaberên ji Sûriyê dinepixîne
Piştrast bû ku Erdogan hejmara penaberên ji Sûriyê dinepixîne,piştrast,bû,ku,erdogan,hejmara,penaberên,ji,sûriyê,dinepixîne

Piştrast bû ku Erdogan hejmara penaberên ji Sûriyê dinepixîne

Pisporên Navenda Lihevkirin û Lêkolînên Koçê ya Elmanyayê diyar kirin, Erdogan hijmara Sûriyeyên li Tirkiyê dinepixîne

A+ A-

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ev ji mêj ve ye digot, li Tirkiyê 3,6 milyon penaberên Sûriyeyî li Tirkiyê dijîn û tim propagandaya vê dikin. Di hijmara vê heftiyê ya kovara nûçeyan a Der Spîgel de hate diyarkirin Erdogan hijmara Sûriyeyiyên li Tirkiyê dinepixîne.

Ji Navenda Lihevkirin û Lêkolînên Koçê ya Elmanyayê Franck Duvell got, berevajî daxuyaniyên Erdogan û rayedarên Tirk li Tirkiyê hijmara penaberên Sûriyeyî di navbeyna 2,7 milyon û 3 milyonan de ye.

Pisporê koçê yê Elman diyar kir hijmara navborî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Koçkirinê ya Wezareta Navxwe ya Tirk hazir kirine lê ji îstatîstîkên ku heta niha nehatine weşandin wan berhev kirin.

Pisporan diyar krin di navbeyna wan reqeman de ku saziyên Tirk û saziyên navneteweyî diweşînin, gelek ferq hene, Sûriyeyiyên ku beriya niha li Tirkiyê dijiyan lê vegeriyan welatê xwe an jî çûne Ewropayê jî tevî nav wê reqamê dikin ku Erdogan dibêje.

ANF