1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Platforma hunermendan a ji bo konsera neteweyî hat avakirin
Platforma hunermendan a ji bo konsera neteweyî hat avakirin,platforma,hunermendan,a,ji,bo,konsera,neteweyî,hat,avakirin

Platforma hunermendan a ji bo konsera neteweyî hat avakirin

Hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi armanca Yekîtiya Neteweyî li hev civiyan. Di civînê de platforma hunermendan hate avakirin

A+ A-

Ji bo Yekîtiya Neteweyî di serî de hunermedên Kurd li Ewropayê dest bi civînan kiribûn, di vê çarçoveyê de hunermend, dengbêj, muzîkjen û şêwekar li salona Diyalok a bajarê Silêmaniyê civiyan.

Di  civînê de hunermendan bal kişand ser metirsî û xeteriyên li ser gelê Kurd û destnîşankirin ku bersiva êrîşan yekîtiya neteweyî ye.

Hunermend Xelîl Xemgîn destnîşan kir ku siyasetmedaran bi erka xwe ya yekîtiyê ranebûn û got: “Divê em hunermend di wijdanê civakê de zextê bikin ku aliyên siyasî bikarin yekîtî û yekrêziya mala Kurdî çêbikin. Em hunermend wer bikin ku di nava Kurdan de yekîtî û yekrêzî bê avakirin.

Hemû hunermend li ser wê yekê bûn ku eger niha hunermend erkên xwe bi cih bîne wê yekîtî pêk were.

Di civînê de biryar hat dayîn ku platforma hunermedan bê avakirin.

Playforma ji 20 kesan pêk tê wê di dema pêş de ji bo yekîtiya neteweyî konserekê  li dar bixin.

Ev platform wê di nava diyalogê de bin li gel hunermendên Kurd ên li Ewropa û derveyî welat ji bo bikarin xebatekî hê mezintir pêş bixin û têkiliya navbera hunermendan baştir bikin.

ROJNEWS