1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Projeya ‘tirkirina’ herêmên dagirkirî wiha pêk tê
Projeya ‘tirkirina’ herêmên dagirkirî wiha pêk tê,projeya,tirkirina,herêmên,dagirkirî,wiha,pêk,tê

Projeya ‘tirkirina’ herêmên dagirkirî wiha pêk tê

A+ A-

MAMO HESEN

Di heman demê de ku çavên her kesî li eniyên şer ên di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Gel de li herêma Efrînê ne, her wiha di dema ku liv û tevgera leşkerî ya arêtşa Tirk jî zêde bûye, Dewleta Tirk bi aweyekî pîlankirî û veşartî li ser projeyeke din dixebite ku metirsya wê projeyê ji dagirkeriya leşkerî mezintir e. Ev proje mirov dikare nav lê bike projeya (Tirkirina herêmên Mertala Firatê), di vê projeyê de komên ku bi ajandeyên etnîk û dîrokî dide bikaranîn.

Wekî tê zanîn ku daxwaza deweleta Tirk a ku beşdarî şerê li dijî DAIŞ‘ê li Reqayê bibe ku dixwest bi vê yekê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk dûr bixîne, ji aliyê  Amerîkayê ve hate redkirin. Lê hetanî astekê karibî li hin cihan destkeftiyan bi dest bixîne.Dewleta Tirk di çarçoveya peymanên bi Rûsiya û Îranê re yên girêdayî herêmên kêmkirina şer dest danî li ser hin herêmên Sûriyeyê. Li serê vê yekê herêma Idlibê ku di bin serweriya çeteyên wî yên bi navê “Mertala Firatê”  de, dagir bike. Li beramberî wê Tirkiyê hin komên çekdar ên li hin taxên bajarê Helebê neçar kirin ku taxan vala bikin û hin ji niştecihên taxên rojhilatê Helebê yên alîgirî Mertala Firatê netqandin û li şûna wan bi cih kirin. Ev peyman bi navê “Heleb li Beraberî Babê” hata naskirin wekî çawa li herêmên din polîtîkeyên koçberkirinê pêk hatiye.

Tirkiyê aliyeke ji peymana demografiya Heleb û Xûta ye

Dema ku em encamên peymanên guhertina demografiya herêmên Sûriyeyê (Peymanên herçar bajaran) bişopînin, rola neyinî ya Tirkiyê baş derdikeve holê.

Tirkiyê ji rewşa koçberiya welatiyan re qezenc kir, wekî çawa niştecihên  taxên El-Weir a Humis li herêmn di bin serweriya koma”Mertala Firatê” de bi cih kir, Tirkiyê bi îdayên ku têkiliyên wê yên entîk bi koçberan re hene beşeke ji wan li gund û bajarokên kurdan bi cih kirin.

Bê guman, ev polîtîkeya dewleta Tirk bi destpêka êrîşên DAIŞ‘ê li ser bejahiya bakurê Helebê  re dest pê kir û bi derbasbaûna wê ya ji bo van herêmêna berdewam kir, Ji Medaya, Zebedanî û taxên bajarê Humsê destê Tirkiyê di her siyastên gunhertina demografiya herêmên Sûriyeyê de heye.

Peymana dawî ya neçarkirina komên çekdar ku taxên rojhilatê Helebê vala bikin û radestî rêjîmê bike, li beramberî ku Rûsiya- Rêjîma ji bajarê Babê û paşê Idlibê dûr bike, vê rastiya radike ber çavan.

Planên dewleta Tirk hetanî vê astê sînordar nema; Bi salvegera yekemîn a koçbeberkirina niştecihên taxên rojhilatê Tirkiyê re, heman plan ji bo koçberkirina niştecihên herêma El-Xûta El-Şerqiya têne amadekirin. Wekî her carê, Tirkiyê ji êşa bi hezaran sivîlên ku li herêma El-Xûta asê mane sûdê werdigire û pîlan dike ku wan li herêma Idlibê an jî herêmên di bin dagirkeriya koma “Mertala Firatê” de bi cih bike da ku wan  ji bo projeyên xwe yên dagirkrina Bakurê Sûriyeyê bide bi karanîn.

Polîtîkeyên xwe rewa dike

Polîtîkeyên ku bi navê çareseriya aloziya Sûriyeyê têne kirin, di rastiya xwe de, pîvan û yasayên navdewletî û mafên mirovan binpê dike. Ev her encamên peymanên veşartî yên hêzên ku destê wan di êşa gelên Sûriyeyê de hene ne. Ev yek du xetên ji hev nakok li hember hev dide sekinandin, êşa mirovahî bingeha xwe ji encamên van peymana digire, xeta rêjîma Sûriyeyê  û alîgirên wê Rûsiya û Îran, û xeta duyem jî komên çekdar ên ku desteka ji Tirkiyê digirin e. Ev her du aliyanan li pêşber raya giştî dixwazin siyastên xwe yên koçberkirina bi darê zorê rewa bikin û bahaneyan jê re deynin ku  wekî encamên şer xeyal dikin. Lê eşkere ye ku ev hemû encamên peymanan e, her aliyeke dixwaze ji vê aloziyê kaxeseke serkeftî qezenc bike, di encamê de sivîl dibin qurbaniyên siyastên wan.

Li herêmên Şehbayê koçberkirina pêşwext

Planên koçberkirina pêşwext li gundewarên bakurê Helebê (Herêmên Şehbayê) ji sala 2013‘an de ango dema komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve êrîşî bajarokên Til Eran û Til Hasil kirin, dest pê kiriye. Niştecihên  gund û bajarokên kurdan û hin gundên ku di nav de Ereb û Tirkmen jî hene, hetanî başûrê rojhilatê Helebê ber bi bajarokê Raî yên li ser sînorê bi Tirkiyê re, bajarê Babê ku cihên kurd li dimînin, dirêjahiya 50 km hatin derxistin. Derdora 100 ji gund û bajarokan kurdan ji niştecihên xwe hatin derxistin. Bi derbasbûna çeteyên DAIŞ‘ê van deveran re koçberkrina niştecihan zêdetir bû, di vê çarçoveyê de welatiyên bajarokên Qebasîn, Kefer Sexîr û Ehris û hin herêmên din bi hindetên cuda hatin koçberkirin.

Di dargirkrina artêaş Tirk û koma Mertala Firatê re ji herêmên Şehbayê re, polîtîkeyên guhertina demografiya herêman û koçberkirina sivîlan û nehiştina ku li warê vegerin, dewam kir. Artêşa Tirk a dagirk bi hincetên ku ew gundiyên kurd alîgirên PKK‘ê destur nedida ku li gundên xwe vegerin. Polîtîkeyên Tirkiyê heta vê astê sînordar nema, lê belê bi heman rêbazên jî li welatiyan ereb kir. Dema em li encamên van siyasetan binêrîne, em dibînin ku êdî niştecihên van herêmên an Tirkumen in anî Erebên ku bi edyolojiya Erdogan û partiya wê ve girêdayî ne.

Mertala Firatê.. Tirkkirina Şehbayê

Dewleta Tirk bi armanca ku siyasetên xwe yên “Tirkirina” herêmên ” Mertala Firatê” berdewam bike, hebûna xwe ya leşkerî li parêzgeha Idlibê bi hêz dike.

Ji siysetên dewleta Tirk ên tirkirina herêmên Sûriyeyê em dikarin bi bîr bixin, k Tirkiyê li sêkoşiya Cerablus – Ezaz metodên Tirkî derbasî dibistanan kir, her wiha bi navê “Polîsên Azad” yên ku Tirkiyê hatine perwerdekirin, derbasî herêmê kirin. Mînakên bi vî rengî pir in. Bi van nêzîkatiyan destwerdan di her aliyên jiyanê de dike.

Em bi bîr bixin ku artêşa Tirk roja 24‘ê Tebaxê Pêngava Mertala Firatê ragihand, diyarkirina vê rojê ne tesaduf e, lê belê ev yek xwe dispêre daneyên dîrokî û niyeta wê ya di pêkanîna projeyên xwe yên dagirkirinê û vejandina xeyalên Osmaniyan. Ev dîroka trajîdiyeke bi êş tîne bîra me, dema Osamaniya bi hincên mîna yên niha ku Erdogan dike, di şerê Mircdabiq de herêmê di 24‘ê Tebaxa 1516 dagir kir.

Metirsî li ser siberojê

Tirkiyê xwe wekî hêzeke misogerkara ewlehiya xaka Sûriyê diyar dike, lê ya rast ne wisa ye; ew dixwaze serkeftinên dîrokî yên Hêzên Sûriyeyê Demokratîk bi raya giştî re bide veşartin. Ihtîmala ku QSD‘ê ber bi Idlibê ve pêşdebiçe ji bo Tirkiyê xeteriyeke, ji ber vê yekê bi riya kesên ku nêzî edyolojiya wî ye, destwerdanan jiyanî di herêmên dagirkirî dike da ku wan wekî kaxesekê ji bo projeyê xwe di pêşeroja Sûriyeyê de bi kar bîne.

 (bb)

ANHA