1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Pêşbirka 1’an a Wêje û Hunerê ya Şehîd Sarîna pêk hat
Pêşbirka 1’an a Wêje û Hunerê ya Şehîd Sarîna pêk hat,pêşbirka,1,an,a,wêje,û,hunerê,ya,şehîd,sarîna,pêk,hat

Pêşbirka 1’an a Wêje û Hunerê ya Şehîd Sarîna pêk hat

​​​​​​​Yekemîn Pêşbirka Şewekarî, Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Şînyar Kawa bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer di saetên êvarî de li bajarokê Çemçemal pêk hat

A+ A-

Pêşbirka 1’emîn a Şêwekarî, Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Şînyar Kawa (Sarîna Sarya) di saetên êvarî de li bajarokê Çemçemal bi dirûşma ‘Çanda sermayedarî birûxîne’ li Peymangeya Hunere Ciwanekan bi merasîmekê berhemên hêjayî xelatê hatin dîtin, hatin eşkerekirin.

Pêşbirka ku 5’ê Tîrmehê hatibû destpêkirin 70 berhem di warê çîrok, wênekêşî, şêwekarî li xwe digire. Merasîm bi deqeyek rêzgirtiinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê bavê Şehîd Sarîna Kawe Ebdulezîz li ser navê malbatê axivî û xêrhatina hemû kesên li merasîmê amade bûn kir û diyar kir ku keça wê Sarîna di temenê biçûk de dilê wê ji bo têkoşîn û şoreşa jinê lê dida û got: “Taybet girêdana wê bi gerîla re hebû. Pir dixwest tevlî têkoşîna azadî bibe. Em malbat bi Serîna serbilind in. Daxwaza ji ciwanên Başûr dikin şopdarên şehîdan û Sarîna bin.”

Piştre jî berhemên ku hêjayî xelatê hatin dîtin, hatin eşkerekirin û hatin xelatkirin.

Navên kesên pile girtîn û hatin xelatkirin wiha ne:

WÊNEKÊŞÎ

Yekem: Şare Mihemed

Duyem: Avêsta Yûnis

Sêyemîn: Avan Lûqman

ŞÊWEKARÎ

Yekem: Evîn Nasir

Duyem: Îlan Ebdulrehman

Sêyemîn: Dilber Husên

ÇÎROK Û ŞEÎR

Yekem: Nisar Cebar

Duyem: Lanîz Eta

Sêyemîn: Şiya Mehemed

ŞÎNYAR KAWA (SARÎNA SARYA) KÊ YE

Şehîd Şînyar, 15’ê Nîsana 1998’an de li Silêmanî ji dayik bûye. Xelkê Dûz Xûrmatûnin. Pîştî rûxandina rejîma Saddam a sala 2004’an em vegeriyan Dûz Xûrmatû. Şînyar xwendina seretayî û heta xwendina navîn refa 2 jî li Dûz Xûrmatû tamam kiriye. Di zaroktiya xwe zor taybet û cuda bû. Zarokek û keçekî pir zîrek bû. Di xwendina xwe de her yekem bû û zû fêm dikir. Di refa 1 a navîn de PKK nas kir, jê hes kir. Şînyar destpêkê sala 2012’an xwest tevlî gerîla bibe lê ji ber ku temenê wê pîçûk bû hevalan qebûl nakin. Xwe li gel hevalên PKK bi rêxisitn kir, perwerde kir û di 30’ê Tîrmeha 2015’an de tevlî PKK dibe û dibe gerîla.29’ê Gulana 2019’an li Xakûrkê şehîd dibe. ANF