Pêşmergeyên Dêrîn: Em daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan red dikin
Pêşmergeyên Dêrîn û xizmêm şehîdan ên navçeya Çemçemalê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengal û Rojava ku di 25'ê Nîsanê de pêk hatin bi tûndî şemezar kirin û diyar kirin ku pêşmerge û gêrîla li dijî çeteyên DAIŞ'ê di çeperên şer de mil bi mil li ber xwe didin û anîn ziman ku ew daxuniya Wezareta Pêşmergeyan red dikin
AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL
Dewleta faşît a Tirk 25'ê Nîsanê bi balafirên şer êrîşî Şengal û Rojava kir. Di encama êrîşan de li Rojava û Şengalê hinek şervanên YPG, YPJ, YBŞ'ê û hinek pêşmerge jî şehîd bûn. Pêşmergeyên Dêrîn û xizmên şehîdan yên navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ji ajansa me re axivîn û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.
Pêşmergeyê Dêrîn Mele Şêxe yê ku di heman demê de Cigirê Berpirsê Malbenda YNK'ê ya Kerkûkê û Endamê Meclîsa Bilind a Pêşmergeyan yê YNK'ê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got: "Ez weke Pêşmergeyek Dêrîn û xebatkarê vî welatî dibêjim ku ev êrîşêne êrîşên dijminane yên li dijî gelê Kurdin. Her çend bêjin ku wan êrîş li dijî cihên gerîla pêkanîne jî lê eşkereye ku ev şer li dijî gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê hatiye destpêkirin. Ji ber wê divê Başûr bêdeng nebe. Heqê wê heye ku helwestek tûnd hebe û xetek sor ji bo Tirkiyê dane. Mixabin ev nayê kirin. Belkû bidehan navendên leşkerî û balafirgehên dewleta Tirk li welatê me bicih bûne. Her roj bi hinceta gêrîla êrîşî gundan dike. Bi rastî ev dijminahiya Kurdane û vê dijminahiyê bi awayek eşkere dike. Her wiha aliyên Siyasî yên li Başûr ne tenê bêdengin belkû gelek ji wan alikariya wan jî dikin."
Mele Şêxe têkildarî daxuyaniya Wezareta Pêşmergayan a ku di derbarê êrîşên dewleta Tirk weşandî de jî wiha got: "Em weke pêşmergeyên Kurdistanê û bi taybetî Pêşmergeyên Dêrîn yên YNK'ê vê daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan red dikin. Ji ber ku ew temsîla fikrên Pêşmergeyên Dêrîn nake. Pêşmerge ew kesin ku alîlkariya gêrîla dikin û gêrîla jî alikariya pêşmergeyan dikin. Di çeperên li dijî çeteyên DAIŞ'ê mil bi mil şer dikin. Ji ber wê ez careke din balkdikişînim li ser wê yekê ku ez wê daxuyaniya bi navê Wezareta Pêşmergeyan hatî weşandin red dikim. Temsîla xebat û qûrbaniyên pêşmergeyên me nake."
Pêşmergeyê Dêrîn Îbrahîm Rehîm jî anî ziman ku ew bi her awayî êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û got: "Helwesta me li gel helwesta Kurdên Bakûrê Kurdistanê yeke. Em piştgiriya wan dikin."
Îbrahîm Rehîm li dijî dijminên Kurdan banga lidarxistina kongireya netewî kir û got: "Ji bo besiva van êrîşên dijminê Kurdan ez banga lidarxistina kongireya netewî dikim. Em hêvîdarin ku Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê hevgirtî bin."
Siud Sengawî yê ku bavê wî Şehîd jî êrîşên dewleta Tirtk a şermezar kir û got: "Ez bi tûndî êrîşên faşîstane yên dewleta Tirk şermezar dikim. Niha gêrîla û pêşmge li dijî çeteyên DAIŞ'ê di çeperan de rawestane. Ji ber wê ev êrîşane hevkarî û alikariya ji bo çeteyên DAIŞ'ê ye."
Siud Sengawî di dawiya axaftina xwede wiha got: "Dema ku Başûr, Bakûr û Rojava bi hevre û yek dest xebat kir, wê demê azadî û demokrastî mîsoger dibe û Tirkên kevneperest nikarin bibin asteng li pêşiya wan."
(rn)
