1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qesra Mîtaniyan a 3400 sal kevin hat dîtin
Qesra Mîtaniyan a 3400 sal kevin hat dîtin,qesra,mîtaniyan,a,3400,sal,kevin,hat,dîtin

Qesra Mîtaniyan a 3400 sal kevin hat dîtin

Piştî kêmbûna bendava Mûsilê, qesra 3400 salî ya Mîtaniyan derket holê

A+ A-

Arkeologên kurd û alman ên li Başûrê Kurdistanê dane zanîn ku wan bermayiyeke pir grîng a arkeolojîkî dîtine. 

 

Piştî ava bendava Mûsilê kêm bû, qesra 3400 salî ya şaristaniya antîk a Mîtaniyan ku derbarê wan de pir kêm tişt tê zanîn, derket holê. 

 

Gerînendeyê Bermayiyên Antîk ê Dihokê Hesen Ahmed Qasim derbarê mijarê de wiha got; ”Yek ji vedîtinên herî grîng ên van bi dehan salên dawîn pêk hat. Ev serkeftina hevkariya arkeologên kurd û alman e.” 

 

Derketina holê ya qesra 3400 salî ya Împaratoriya Mîtaniyan, bi vekişîn û kêmbûna ava bendava Mûsilê pêkan bû. 

 

Par, piştî ji keviya rojhilatê çemê Dîcleyê av vekişiya, beşek ji qesrê derket holê û koma arkeologan bi lezgînî li wê herêmê dest bi kar û xebatên rizgarkirina van bermayiyan kirinû diyar dikin ku ev bermayî ji bermayiyên Împaratoriya Mîtaniyan in ku pir kêm tişt ji wê Împaratoriyê mane, ev jî yek ji wan e.

 

Ji Zanîngeha Tubîngeya Almanyayê Ivana Puljiz jî derbarê mijarê de wiha dibêje: ”Ji Împaratoriyên serdema antîk a Rojhilata Navîn, herî kêm li ser Împaratoriya Mîtaniyan lêkolîn hatine kirin. Hîn jî nehatiye vedîtin, ka paytexta Împaratoriya wan kîjan bajar bû, li ku bû.”

 

Puljiz dide zanîn ku wan ji nav qesrê 10 tabletên bi nivîsên mîxî dîtine û dibêje ”Me li ser dîwaran bermayiyan boyaxên birqonek bi rengên sor û hêşîn jî dîtin. Di serdema 2000î ya beriya Îsa de diyar e, wêneyên dîwaran çandeka grîng a qesrên serdema antîk a Rojhilata Navîn bû. Lê em pir kêm caran wan bi awayekî parastî dibînin. Li Kemunê rastlêhatina wêneyên dîwaran sansasyoneka arkeolojîkî ye.”

 

Komek zanyarên ji Almanyayê dê hewl bidin van nivîsên mîxî yên li ser tabletên ji kîlî bibişkêfin. Bi rêya van tabletan pêkan e xwe bigihêjînine razên Împaratoriya Mîtaniyan jî ku ji başûrê rojavayê Anadolê, heya hin herêmên Sûriyê û bakurê Mezopotamyayê di bin desthilatdariya wan de bûye. 

 

Jêderk: Sputnik

Wergera ji tirkî: Amîda Kurd