1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qesra hevparê peroşa çiyayê Agirî
Qesra hevparê peroşa çiyayê Agirî,qesra,hevparê,peroşa,çiyayê,agirî

Qesra hevparê peroşa çiyayê Agirî

Qesra Îshaq Paşa ya ku di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e şahidî ji gelek dem û dewrên xweş û nexweş re kiriye. Qesra Îshaq Paşa, Tirba Ehmedê Xanî û Keleha Ûrartûyê bi îhtîşama xwe mirovan ber bi rêwitiyek kûr ya dîrokê ve dibe

A+ A-

Qesra Îshaq Paşa bi qasî 5 kîlometreyan dûrî Bazîdê ye, li ser girekî ye. Bi heybeta xwe mirovan heyr û hejmekar dihêle. Di sala 1685'an de kurê Mîr Mihemed Pîrbela Evdî Paşê dest bi çêkirina wê kiriye û tê gotin di sala 1784'an de hatiye temamkirin. Ev qesra bi heybet di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e, ji gelek dem û dewrên xweş û nexweş re malovanî kiriye. Ji bo ku em biçin warhêla vê dîrokê qeyd bikin, berê xwe didin bajarê Agiriyê. Ji Wanê heta Agirî û Îdîrê em li ber dehan cihên dîrokî re derbas dibin û rastî avahiyên bi îhtîşam yên dîrokî tên.

HEYBETA ÇIYAYÊ AGIRÎ

Dema ku mirov ji bajarê Îdîrê dikeve li ser rêya Bazîdê û Ermenîstanê dide milê xwe yê çepê, ber û berê çemê Erezê ber bi başûr ve dimeşe, hingê çiyayê Agirî, kofiyeke ji mijê daye serê xwe û merov pêşwazî dike. Li seranserî çiyayê Agiriyê bi berfe û li herêmê bayek sar li rûyê mirov dikeve. Her dema ku mirov ji cihekî germ berê xwe bide Bazîdê herêm ji bo mirovan weke demsala biharê tê û sal bi bi salan ti carê berf li ser çiyayê Agiriyê kêm nabe. Her çiqas em nêzîkî Agirî dibin, ew hîn bêtir bejna xwe bilind dike û serê wî yê bi kofî xwe dispêre kokevaniya ezmên û alema stêrkan dirijin li ser milê wî. Agirî çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye û bilindahiya wê 5 hezar û 137 metre ye.

BAREGEHA SERHILDÊRÊN KURDAN

Hêjayî gotinê ye ku di dema serhildana Agirî de, ev herêm bûye baregeha serhildêrên Kurdan. Li Bazîd a Agiriyê deverên ku turîstên biyanî û xwecihî diçinê, Qesra Îshaq Paşa û Tirba Ehmedê Xanî ye. Qesra Îshaq Paşa, bi mîmraiya xwe bala serdêran dikişîne û li gel wê deverên ku serdana wan tên kirin jî Tirba Ehmedê Xanî, Mizgefta Kevn a Bazîdê û Keleha Ûrartûyê ye. Turîstên ku diçin ser Keleha Ûrartûyê ji wir Qesra Îshaq Paşa temaşe dikin.

QESRA ÎSHAQ PAŞA

Qesra Îshaq Paşa li ser girekê ku sê aliyên wê bi kend û kosp in hatiye çêkirin. Wexta mirov dikeve hundirê wê ji nişkave bayekî hênik xwe li mirov radipêçe. Hin beşên qesrê yek qatî, hin jê du qatî, hin jê jî sê qatî ne û du hewşên wê yî mezin hene. Her wiha 116 odeyên wê hene û di hundirê wê de mizgeft, odeya dîwanê, firin, metbax, axur û hemam hene. Motîf û moseleyên li ser qesrê jî bala mirov dikêşin. 

KELEHA ÛRARTÛYÊ Û MIZGEFTA BAZÎDÊ

Devereke din a dîrokî ya Bazîdê jî Keleha Ûrartûyê û Mizgefta Kevn a Bazîdê ye. Wexta mirov diçe serê Keleha Ûrartûyê çav bi bedewiya Qesra Îshaq Paşa û Tirba Ehmedê Xanî dikeve. Gava mirov dikeve hundirê Qesrê rastî diwarên bi neqiş hatine xemilandin tê û ev xemla dîrokî dilê mirovan dagir dike. Qesr li Kurdistanê yekemîn qesra mezin e û her wiha piştî Qesra Topkapî ya Stenbolê jî li Tirkiyeyê di rêza duyemin de cih digre. Di çarçoveya îhaleya Îdareya Taybet a Agirî de bi armanca parastinê, xebatên restorasyonê têne kirin û tişta mirov şaşmayî dike li ser banê Qesrê pimapen hatiye kirin û ev restorasyona ku hatiye kirin dilê mirovan disoje. Qesrek ev qas dîrokî bi pimapenan hatiye dorpêçkirin. 

DERIYÊ QESRÊ LI MUZEYA MOSKOWA DANÎNE

Qesra Îshaq Paşa hîmê wê di sala 1685’an de ji aliyê kurê Mîr Mihemed, Pîrbela Evdî Paşa ve hate avêtin, wêjevan û helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî re bûye wargeh û dibistan, ji aliyê UNESCO’ê ve di lîsteya ‘Mîrateya Çandê ya Cîhanê de cih girtiye. Her sal bi hezaran turîst serdana Qesrê dikin. Di nava bi hezaran berhemên cihanê de di rêzên sereke de cih digire. Qesir di 99 salan de hatiye çekirin. Qesr di sala 1828-1829’an de ji aliyê Ûrisan (Rus) ve hatiye dagirkirin û deriyê Qesra Îshaq Paşa yê ji Zêr piştre birine Moskovayê û li muzeya moskovayê danîne. 

BAWERIYA NETEWEYAN

Hêjayî gotinê ye ku bi kevirên sipî yê ji gundê Kotizê ku 30 kîlometre dûrî qesrê ye hatiye avakirin. Qesra ku li ser dîwarên wê nexşe û fîgurên çand û baweriya Kurd, Fars, Hint, Ermenî û gelek civakê din li ber çavan radixe. Ji vê yekê tê xuyakirin ku gelek netew hatine li nava menzel û dîwarên wê bûne mêvan. Dîsan Qesra dîrokî gelek kerwan û mêhvan pêşwazî kirine.

LEŞKERÊN TIRK QESR WÊRAN KIRIN

Qesra Îshaq Paşa ya ku di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e şahidî ji gelek dem û dewrên xweş û nexweş re kiriye. Qesr bûye hedefa dewleta Tirk û gelek caran gule lê reşandine. Dîsa leşkerên Tirk qesra dîrokî weke wargeh bi kar anîne û zirereke mezin dane nexşeyên li ser dîwar û gule bera qesrê dane. Ligel vê jî Qesra Îshaq Paşa navenda dilê tevahiya gelê Serhedê ye û dilê gelê Serhedê şad dike.

TIRBA EHMEDÊ XANÎ

Li Bazîdê yek ji cihên herî zêde mirov serdan dikin jî Tirba Ehmedê Xanî ye Lê tişta ku li vir bala mirovan dikêşin dijminatiya dewleta Tirk ya li ser zimanê Kurdiye. Li ser deriye tirbê ‘Ahmed î-Hanî’ hatiye nivîsandin. Li gel vê yekê jî mirov qefle bi qefle tên serdana tirbê dikin.