1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Radyoya Çira Şengalê jî li Başûr tê astengkirin
Radyoya Çira Şengalê jî li Başûr tê astengkirin,radyoya,çira,şengalê,jî,li,başûr,tê,astengkirin

Radyoya Çira Şengalê jî li Başûr tê astengkirin

Piştî astengkirina ekîbên Çira Tv, endamên radyoya Dengê Çira Şengalê jî li herêmên Şêxan û Xankê yên Başûrê Kurdistanê hatin astengkirin. Rêveberiya radyoyê astengkirin şermezar kir û banga nerazîbûnê li tevahiya civaka Êzîdxanê û Başûrê Kurdistanê kir

A+ A-

Li herêmên Şêxan û Xankê, piştî astengkirina ekîbên Çira Tv, niha jî endamên radyoya Dengê Çira Şengalê tên astengkirin. Li gorî zanyariyên ku rêveberiya radyoyê dane asayîşa Şêxan û Xankê bi awayekî keyfî endamên wan asteng dikin û nahêlin xebat bimeşînin, her wiha tu hincetek fermî ji bo astengkirinê nehatiye nîşandan. Asayîş destûr nade ku ekîba radyoyê li Laleşa Nûranî ku cihê pîroz ê Êzidiyan e kar bike û bername çêbike.

Rêveberiya Dengê Çira Şingalê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya radyoyê wiha ye:

“Em wekî rêveberî û xebatkarên radyoya Dengê Çira Şengalê qedexekirina Çira TV û radyoya Çira Şengalê ji aliyê Hikumeta Herêmê ve bi tûndî şermezar dikin. Ev qedexeyek siyasî ye ku li hemberî destkeftiyên Êzidiyan tê meşandin.

Heya niha gelek caran ji bo radyoya Çira Şengalê jî gelek astengî hatine derxistin û Laleşa Nûranî ji bo ekîba me hatiye qedexekirin. Her çiqas bi awayekî fermî vê qedexe û astengiyênayînin ziman jî, li hemberî xebatkarên radyoyê gef, tehdîtên girtin û cezakirinê her roj tên xwarin. Li xebatkarê radyoya me yê ku bernameya hûnerî amade dikir, gefa ‘heger tenê carek din bernameyek wî bê weşandin, dê yekser bê girtin û cezakirin’ hatiye xwarin. Di heman demê de li ser civakê zext tên meşandin ku ji Çira TV û Radyoya Çira Şengal de ne axivin. Ji bo wê jî propagandayek reş tê meşandin û tirsa girtin, binçavkirinê di dilê xelkê de tê pêşxistin. Em van nêzîkatiyan şermezar dikin û dixwazin hemû guhdarvan û temaşevanan dikin ku van zextên li ser xwe qebûl nekin û dij bisekinin.

Em astengkirina xebat û xebatkarên Çira Şengalê jî wekî perçeyek polîtikaya ku Televîzyona Çira TV qedexe dike dibînin û hemû nêzikatiyên qedexekirinêyên ji aliyê asayîş û rayedarên PDK’ê ve şermezar dikin. Bi qedexeyên wiha wê tu caran nikarin dengê azad yê Êzidxanê, reng, dîrok, çand û zimanê me, zimanê Êzidiyatî û hemû xelkên li Şengalê qûtbikin.Çira TV û Dengê Çira Şengal dengê vî miletê ku piştî 74 fermanan jî bi hêza xwe ya hûndirîn li ser piyan maye û dixwaze bi çand, ziman, bawerî û heqîqeta hebûna xwe bi awayekî azad bijî.

Qedexekirina vî dengî dijî mirovahî, derveyî hemû pîvanên exlakî, neteweyî, çandî û nîştemanî ye, divê neyên qebûlkirin. Qedexekerininên bi vî awayî tenê hizmeta dijmin û dijberên civaka Êzidî, Şengalê û tevahî Êzidxanê dikin.

Em bang li hemû aliyên pêwendidar dikin ku li hemberî van qedexeyan bêdeng nemînin û xwedî helbest bibin. Em bang li hemû xelkê Êzidiyên li Şengalê, derveyî welat, her wiha bang li hemû civakên Şengalê û Başûrê Kurdistanê dikin ku dijî vê polîtikaya tinehesîbandina nirxên xwe bêdeng nemînin.”

Astengkirina Çira Tv jî didome

Asayîşa Şêxan û Xankê yên girêdayî Duhokê, ji 27’ê Tîrmehê ve destûr nadin ku ekîbên Çira Tv jî li herêmê kar bimeşînin. Ji bo astengkirinê heta niha tu hincetek fermî nehatiye nîşandan, lê asayîş herêmê xebatên ekîbên televîzyonê qedexe kirine.