1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Rapora Navneteweyî: Ji bo wekheviyê divê jin 135 salan têbikoşin
Rapora Navneteweyî: Ji bo wekheviyê divê jin 135 salan têbikoşin,rapora,navneteweyî,ji,bo,wekheviyê,divê,jin,135,salan,têbikoşin

Rapora Navneteweyî: Ji bo wekheviyê divê jin 135 salan têbikoşin

Raporekî Navneteweyî: Ji bo pêkanîna wekheviyê divê jin 135 salan têkoşînê bikin

A+ A-

Li gorî rapora Forûma Aboriyê ya Cîhanê ji bo wekheviya zayendî divê jin 135 salan têkoşînê bikin, heta ku bikarin wekheviyê pêk bînin. Tê gotin ku ew valahiya heye ji ber vîrûsa koronayê û şer û krîzan qadetek din firetir bûye.

Forûma Aboriyê ya Cîhanê agahiyên rapora xwe li 156 welatên cîhanê kom dike û piştre dinirxîne û daneyan tîne beramberî hev. Li gorî daneyên wê yên dawiyê, derketiye holê ku ji ber belavbûna vîrûsa koronayê û şeran valahiya di navbera zeyandan de firehtir bûye.

Rapora Forûma Aboriyê ya Cîhanê rêzbendî ji bo wan welatên ku herî zêde wekhevî di nava zeyandan de heye çêkiriye. Di heman demê de rêjeya wan welatên ku herî kêm wekheviya zayendî û dadperwerî heye, eşkere kiriye.

Li gorî raporê rewşa wekheviya li di nava zayendan de wiha ye:

10 welatên herî zêde wekheviya zayendî lê hene;

Îtalya: Ji sedê 89.2

Fînland: ji sedê 86

Norvêç: Ji sedê 84

Swêd: Ji sedê 82.3

Namîbya: Ji sedê 80.9

Riwanda: Ji sedî 80.5

Lîtwanya: Ji sedî 80.4

Îrlanda: Ji sedî 80

Swîsre: Ji sedî 79.8

10 welatên ku asta wekheviya zayendî herî kême;

Efganistan: Ji sedî 44.4

Yemen: Ji sedî 49. 2

Iraq: Ji sedî 53. 5

Pakistan: Ji sedî 55. 6

Suriye: Ji sedî 56.8

Kongo: Ji sedî 57.6

Îran: Ji sedî 58.2

Malî: Ji sedî 59.1

Çad: Ji sedî 59.3

Erebistana Siûdî: Ji sedî 60.3

Herwiha li gorî raporê, pêwîste jin ji bo wekhevî û dadperwerî pêk were û weke mêran maf û derfetî bidin wan divê 135 salan têkoşîn û hewl dan bikin.

(ab)