1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Roj çewa çê bû?
Roj çewa çê bû?,roj,çewa,çê,bû

Roj çewa çê bû?

Roj, ne ji nifşa stêrkên yekem e. Ew ji madeyên bermayî yên stêrkên temenên xwe qedandine çê bûye

A+ A-

 

Roj, ne ji nifşa stêrkên yekem e. Ew ji madeyên bermayî yên stêrkên temenên xwe qedandine çê bûye.

 

Di gerdûnê de ewrên gazê yên belawela hene. Di zanista astronomiyê de ji vana re madeyên navbera stêrkan tê gotin. 

 

Bi hêza hêzekêşê ya madeya ewrê çê kiriye, radeya gerûguriya (intensiv) di nîvê ewrê de zêde dibe. Bi bilindbûna radeya gerûguriyê re madeyên ji derve, ber bi ewra gazê ve têne kişandin û bi vê re jî reaksiyonên yekkiriniya (fusion) nukleeri çê dibin. Di encama van reaksiyonan de hidrojen veduguheze helyumê û di wê kêliyê de enerjiyeke mezin derdikeve holê. Aha ev enerjî kana Rojê ye. Pêdiviya rojê ya enerjiyê, bi vê pêvajoyê re pêk tê.

 

Ji ber vê yekê ye ku roj dikare bi vî rengî bibiriqe û rohnî bike. Bi vê kana enerjiya navborî, roj dê bikaribe hîn pênc miljar salên din jî wiha bibiriqe. 

 

Çavkanî: BBC

Werger: Amîda Kurd


Bêjeyên Miftehî