1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojnamevanên Kurdistanî ji bo Zînî Wertê bang kirin
Rojnamevanên Kurdistanî ji bo Zînî Wertê bang kirin,rojnamevanên,kurdistanî,ji,bo,zînî,wertê,bang,kirin

Rojnamevanên Kurdistanî ji bo Zînî Wertê bang kirin

Rojnamevanên Kurdistanî têkildarî bûyerên li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê diqewimin daxuyaniyeke hevpar weşandin

A+ A-

272 rojnamevanan mohra xwe danîn binê daxuyaniya hevpar. Daxuyanî wiha ye:

"Tengezariya li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê rû da, her gavê dibe ku veguhere şerekî nû yê navbera hêzên Kurdan.

Di her şerê birakujiyê de Kurd her tim xisirîne û neyarên Kurdan ji vî şerî sûd wergirtine.

Dewleta Tirk ji roja destpêkê ve çav ber daye destketiyên Kurdan hemûyan. Ji bo ku desketiyên 4 beşên Kurdistanê ji holê rake çi ji destê wê hatiye kiriye.

Operasyonên dagirkeriyê yên li Rojava; helwesta wê ya dijminane ya li hember Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê; li Bakûrê Kurdistanê jî şewitandina însanan bi rengekî zindî li jêrzemînan û operasyon û girtinên ku heya niha jî didomin, çend ji mînakên li ber çavan e.

Dewleta Tirk bi hêzên xwe yên leşkerî û sîxûrî li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê bi cih bûye û hewldanên xwe yên ku ji bo di navbera Kurdan de şerekî bide destpêkirin didomîne.

Eger hêzên Kurd barê dewleta Tirk û dewletên din ên kolonyalîst siviktir bikin, divê were zanîn ku wê Kurd hemû di binê vî barî de bimînin.

Divê demildest ev aloziya ku emnahî û destketiyên 4 beşên Kurdistanê dixe bin xetere, ji holê rabe.

- Divê hemû alî di pêngava pêşî de hêzên xwe yên eskerî ji Zînî Wertê paşve bikşînin.

- Piştre divê hevdîtînên rûberû destpê bikin; pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

- Tê zanîn ku destketiyên hêzên siyasî yên gelê Kurd ên herêmî hin caran wan neçar dihêlin bi dewletên kolonyalîst re jî bikevin nava diyalogê. Li gelê vê yekê jî, divê ev diyalog ne li dijî hêzên siyasî  yên beşekî din û destketiyên wan û gelê Kurd bin.

- Ji bo ku di siberojê de nakokiyên bi heman rengî careke din rû nedin û pirsgirêk bi awayekî mayînde werin çareserkirin, divê hemû hêzên siyasî xebatên kongreya neteweyî ji nû ve bidin destpêkirin.

Em di wê baweriyê de ne ku çi pirsgirêk tune ye ku hêzên siyasî ya Kurdan nikaribin bi rêya diyalogê çareser biktin.

Em wekî rojnamevanên Kurdistanî ku şanenavê me di bin vê beyanê de heye, bang li hêzên siyasî yên Kurdan hemûyan dikin da ku bi berpirsiyarî tevbigerin, nakokiyan demildest ji holê rakin û ji bo çareseriya mayînde diyalogê pêk bînin."

ROJNAMEVANÊN KU MOHRA XWE DANÎNE BINÊ DAXUYANIYA HEVPAR

Abid Kar, Abidin Çetin, Ahîn Mustefa, Ahmed Kerkuk, Ahmet Himo, Ahmet Kahraman, Ahmet Semir, Alan Maîş, Ali Dağlı, Ali Güler, Ali Özşerik, Alican Kaya, Amanc Wertê, Amara Bawer, Amed Dicle, Areş Mîrzayî, Armanc Herekol, Aryen Botan, Arzu Demir, Aslan Aslan, Avaşîn Hêlîn, Avêsta Cizîr, Ayhan Tayfur, Azad Sefo, Azime İnan, Barış Boyraz, Barış Çırpan, Basıl Reşid, Başur Engizek, Bayram Balcı, Bemal Xwediwar, Berçem Cudî, Berhem Letîf, Berîtan Zagros, Berivan Eminoğlu, Bêxal Qadir, Binevş Sarya, Biryar Mihemed, Botan Germiyanî, Botan Koçer, Bunyad Cizîrî, Burhan Ekinci, Buşra Elî, Cafer Cefo, Cafer Tar, Cahit Mervan, Can Kasapoğlu, Cemal Turan, Cemîl Murad, Cemo Doğan, Ceren Ceylan, Cıwana Cuma, Cihan Bilgin, Cihan Özgür, Civîn Ebas, Coza İbrahim, Cuma Mihemed, Çekdar Jindar, Daban Şiwanî, Dana Umer, Delal Cemîl, Delal Ramadan, Delil Zilan, Demhat Bilikî, Deniz Devrim, Devrim Arslan, Dîcle Demhat, Dicle Ehmed, Dicle Îto, Dilşad Cudi, Dilşad Xoşnaw, Dilucan Bozî, Doğan Çetin, Ebru Aydın, Ekin Baysal, Ekrem Berekat, Erdal Er, Erdal Temurlenk, Ergün Ozdemir, Ersîn Çaksu, Evin Hesen, Evin Osê, Eyub Gerdî, Ezra Sedun, Faruk Sakık, Fayiq Umer, Fehim Işık, Ferda Çetin, Ferhad Cîhanbegî, Ferheng Halabçeyi, Feride Hemko, Feride Zade, Ferman Mihemed, Feryad Goyî, Fewaz Mihemed, Fidan Ebdula, Firas İbrahim, Fuat Kav, Füsun Erdoğan, Gulan Akrawî, Gulistan Çiya Îke, Gulistan Tara, Güler Yıldız, Günay Aslan, Halil Baysoy, Halit Ermiş, Hamdi Akyol, Hawar Star, Haydar Işık, Hayri Kızıler, Hejar Seyit, Hêlîn Cûdî, Hêlin Üzel,  Hemrin Omer, Henan Mıhemed, Henar İbrahim, Hendirên Hewramî, Herêm Qadir, Hêriş Celal, Hesen Hesan, Hesen Remo, Hesen Zaza, Hesna Mihemed, Heval Arslan, Hêvî Xelef, Hewre Feridun, Hewrê Kirêkar, Hîşam Arafat, Hiyam Abdullah, Hozan Zuber, Hüseyin Dağ, Hüseyin Narlı, İbrahim Gümüş, Îdrîs Kara, İlhami Erdoğan, Îlon Andok, Îman Hesen, İnan Gezer, İnan Özel, İsa Şêxo, İsam Abdullah, İsmet Akurt, İzzet Akcin, Jiyan Ehmed, Jiyan Pîran, Kamuran Sedun, Karwan Hawrami, Karwan Salan, Kazım Temürlenk, Kelsuma Eli, Kemal Necm, Kenan Azizoğlu, Kendal Cudi, Kendal Midyad, Leyla Çelîk, Lîlav Hesen, Linda El Şêx, Mahir Üzmez, Mazlum Sîdar, Mediya Kenan, Medya Henan, Medya Melek, Medya Silêman, Mehemed Hesen, Mehmet Ekinci, Memet Drews, Meral Küçük, Mêrxas Efrin, Mesure Mehmud, Meysa Kelhor, Meysa Mihemed, Mızgin Hemo, Mizgin Gorse, Mücahit Avras, Nasyar Mistefa, Nazım Daştan, Necmettin Salaz, Nejbir Osman, Nihad Osman, Nihat Kaya, Nîhat Pusat, Nizar Buldan, Nur Mihemed, Nurdoğan Aydoğan, Omer Hojebrî, Orivan Evdo, Ömer Tur, Pervin Legerîn, Peyam Hûseynî, Qedrî Esen, Ramazan Ölçen, Rebaz Hesen, Rebîa Êto, Renas Remo, Rewşen Qasım, Reza Menuçêhrî, Rodi Tehlo, Rohilat Henîfî, Rojbin Ekin, Rojda Seyidxan Ehmed, Ronahî Resid, Ronî Hemo, Ronîda Hecî, Ruperîn Bekir, Samia Kurdi, Sara Şex Hesen, Sebiha Suleyman, Selah Xidir, Selahattin Soro, Selman Aslan, Selwa Ebdurrehman, Semîra Şahabî, Serbest Tallî, Serhed Dersîm, Seyit Evran, Simav Xelil, Sinem Adali, Sipan Sılo, Siyabend Eli, Slava Ebdurrehman, Solin Mawa, Solin Reşid, Solin Serhan, Soma Ferhat Cevad, Soran Hisên, Soran Mehemed, Sorgul Şêxo, Sozda Oremar, Sozdar Weqas, Sterk Gulo, Suna Tunç, Şalaw Hesen, Şayca Kelhor, Şengül Oğur, Şêrîn Alî, Şêrîn Mihêdîn, Şervan Nergiz, Şervin Mistefa, Şilan Pelşin, Şine Fayiq, Şiyar Kara, Şiyar Munzur, Şükrü Yıldız, Tahir Mehemed, Terze Taha, Tolin Hesen, Ussama Mihemed, Ülkem Zeremya, Varoj Ahmed, Veysel Işık, Weysî Tallî, Xandi Elo, Xebatkar Raperîn, Xelîl Mistefa, Xeyrî Çelîk, Xezne Celal, Xezne Şêx Nebî, Xurbet Tallî, Yehya Kerîm, Yesmîn Kenan, Yusuf Serhat Bucak, Zana El Elî, Zana Seydi, Zeyneb Abdullah, Zeyneb Bereket, Zilan Dersim, Zilan Hesen, Zilan Mihemed, Zosik Balek, Zozan Remedan, Zubêr Biradostî