1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Rêdûr Xelîl qala hevdîtina bi Macron re kir
Rêdûr Xelîl qala hevdîtina bi Macron re kir,rêdûr,xelîl,qala,hevdîtina,bi,macron,re,kir

Rêdûr Xelîl qala hevdîtina bi Macron re kir

Endamê Heyeta Bakure Sûriyeyê Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya QSD'ê Rêdûr Xelîl qada hevdîtina duh a bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron kir

A+ A-

Heyetek ji rêveberiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê duh li paytexta Fransa Parîsê li Qesra Elyseeyê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re rûnişt.

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê QSD'ê Rêdûr Xelîl li ser hevdîtinê bersiv da pirsên ANF'ê.

Bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hûn li ser çi axivîn?

Em weke şandeyeke leşkerî û siyasî ya Bakurê Sûriyeyê bi awayekî fermî ji aliyê  Serokkomarê Fransayê û Qesra Elysee ve hatin vexwendin. Îro hevdîtin hate kirin. Bêguman hevdîtineke girîng bû û encamên gelekî pozîtîf bûn. Bakurê Sûriyeyê bi taybetî Efrîn di rewşeke taybet de ne. Mijarên nîqaşên me jî ev bûn. Me giranî da ser rewşa Efrînê bi taybetî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê. Armanca dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê çi ye, komên ku bi navê artêşa azad bi xwe re aniye çi temsîl dikin? Û ji bo Efrîn li rewşa berê vegere, gelê me yê Efrînê bi garantiyeke navneteweyî karibe vegere warê xwe. Yek ji mijarên nîqaşê ev bû. Her wiha alîkarî ji bo kesên ji Efrînê koçber bûne.

Bi awayekî berçav çi soz dan we?

Ji bo Efrînê ev hate gotin; heta dawiyê wê alîkariyê bike. Weke Fransa, weke hêzeke diyar di nava koalîsyona navneteweyî de û weke welatekî xwedî bandor li Ewropayê wê li ser vê dosyayê alîkariyê bikin. Her wiha hate destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê bibe nimûne. Her wiha işaret bi parastina wê jî hate kirin. Bi taybetî di vê demê de ji aliyê dewleta Tirk ve gef lê tê xwarin. Ji Minbicê bigire heta Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, sînorê Iraqê. Ev herêmên ku di bin kontrola hêzên QSD'ê de ye, gef lê tên xwarin. Helwesta Serokkomarê Fransayê, her wiha helwesta wan bi giştî bi awayekî fermî piştgiriyeke heta dawî ji bo van herêman, parastina wê û garantîkirina wê. Hem jî ji aliyê leşkerî ve alîkarîdayin ji bo têkoşîna li hemberî DAÎŞ'ê bi encam bibe. Li ser van mijaran nîqaş hate kirin û li ser vê esasê hevdîtina me bi dawî bû.

Hevdîtina we saetekê dewam kir. Di daxuyaniya we ya fermî ya heyetê de we got, piranî alîkariya mirovî, tibî û garantiya ewlehiya Efrînê ji bo gel careke din vegere warê xwe. Lê belê di heman kêliya we daxuyanî da, daxuyaniyeke din ji Elysee hat, ku ew leşkerên xwe dişînin Minbicê. Ev hevdîtin wê bandoreke çawa di warê leşkerî de bike?

Rast e, di wî alî de pir bi awayekî vekirî gotin. Me jî anîn ziman. Ji aliyê leşkerî ve wê piştgiriyeke heta dawiyê bidin ji bo parastina van herêman. Ji Minbicê bigirin heta herêmên din. Ev tê çi wateyê? Yek; ew îdîayên ku dewleta Tirk dike, 'wê Minbicê dagir bike, wê Bakurê Sûriyeyê dagir bike', ev îdîa hemû pûç in. Dewleta Tirk vê yekê ji bo çavtirsandina gelê me yê li wir bi kar tîne. Şantajan dike esas. Lê belê niha zelal bû ku dewleta Tirk wê nikaribe tiştekî wisa bike. Û ev yek di axaftinên Birêz Macron de pir zelal bû. Ev tê wateyeke din jî. Ku ew rêveberiya îro li Bakurê Sûriyeyê hatiye damezrandin ber bi statuyeke fermî ve biçe. Bêguman ev yek guhertineke ji bo Bakurê Sûriyeyê. Piştî şeş salan ji şer û têkoşîna li hemberî rêxistina terorîst a DAÎŞ'ê û hemû rêxistinên terorîst ên din îro gihiştiye wê astê ku ji aliyê fermiyetê ve hinek qezencên navneteweyî bigire. Ji ber vê yekê ev hevdîtin hem di wexteke hesas de hate kirin, hem jî bi encameke pir pozîtîf bi encam bû.

Ev piştgiriya vekirî ya Fransayê wê bandoreke çawa li ser hêzên din, bi taybetî li ser Amerîka û Rûsyayê bike?

Ez bawerim dikim wê wan bixe bin mesûliyetê ku her kes bi erkê xwe rabe. Yanî ev herêmên ku me îro rizgar kirine, weke hêzên YPG û YPJ destpêkê û piştre jî weke hêzên QSD'ê bi alîkariya koalîsyona navneteweyî hate kirin. Û îro wext hatiye ku koalîsyona navneteweyî xwedî li vê herêmê derkeve. Beriya her tiştî ev yek erkeke wan a exlaqî ye. Ez bawerim dikim wê bandorê li ser gefên Rûsyayê bike, ku Rûsya zêdegaviyan neke. Ji ber ku di vê dema dawî de Rûsyayê zêdegavî kir bi taybetî ji bo Efrînê, destûr da ku dewleta Tirk derbasî Efrînê bibe. Li hev kirin, li beramberî hin bajarên din, weke Xota. Ev yek wê sînorekî deyne ber siyaseta Rûsya, rejîm û Îranê. Her wiha ne tenê Amerîka, wê hemû hêzên koalîsyona navneteweyî bikeve bin mesûliyetê ku her kes ji aliyê xwe ve alîkarî û destekê bide Bakurê Sûriyeyê.

Heyeta we ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk tê. Mirov dikare bêje ku Fransayê bi awayekî fermî heyeta Federasyona Bakurê Sûriyeyê qebûl kir?

Bêguman heyet bi awayekî fermî qebûl kir. Wan bi xwe gotin, pirsgirêkên heyî yên Sûriyeyê ancax bi rengê proje û rêveberiya ku niha li Bakurê Sûriyeyê hatiye avakirin bên çareserkirin. Pêşwazîkirina şandeya ji hemû pêkhateyan, hem siyasî hem leşkerî tê wê wateyê ku hikumeta Fransayê amade ye û vekiriye ku bi awayekî fermî bi vê rêveberiyê re bide û bistîne.

Bi vê hevdîtinê re çi peyam ji bo Tirkan derket?

Bi dîtina min, ev bersiveke mezin bû ji bo dewleta Tirk ku dibêje 'bi hinceta li dijî rêxistina terorê ez sînorê xwe diparêzim'. Ev îdîayên wê pûç bûn. Li vê derê tevgerek, rêveberiyek ji pêkhateyên vê herêmê heye. Li dijî terorê şer kirine. Û dewleta Tirk divê ji niha û pê ve êdî hedê xwe bizanibe. Zêdegavî kir, divê bes bike.

Hûn berxwedana li gelemperiya Bakurê Sûriyeyê, karên dîplomatîk û çalakiyên Kurdistaniyên li derveyî welat çawa şîrove dikin?

Sûriye ev 7 sal in di nava rewşeke pir dijwar de derbas dibe. Gelek destwerdan hem ji dewletê herêmî hem jî ji navneteweyî çêbûn. Rewşeke pir trajîk ji bo gelên Sûriyeyê derkete holê. Herêmên ku ji vê aloziyê hatin parastin, ew herêm in ku di bin kontrola QSD û rêveberiya Bakurê Sûriyeyê de ne. Ev nîşan dide ku polîtîkaya ji destpêkê ve dan meşandin, polîtîkaya herî serketî bû. Dema mirov îro bala xwe dide Sûriyeyê dibîne ku zêdeyî nîvê xwe wêran bûye, nîvê miletê xwe hemû koçber bûne. Lê belê herêmên me xwe parast û bû nimûne ji bo herêmên din. Bêguman ev yek bi awayekî hêsan çênebû. Yek; bi berxwedan û têkoşîneke pir mezin ji aliyê leşkerî ve û esasê vê berxwedan û têkoşînê xwedîderketina gelê me bû. Çi li hundir, çi jî li derveyî welat, bi çalakiyên xwe, bi pêşandanên xwe, bi hemû xebatên xwe yên curbecur. Ev hemû berhemên têkoşîna gelê me ye.