1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Rêxistina Rasan bi huner bersiva wan kesan dide ku karê wan têkdide
Rêxistina Rasan bi huner bersiva wan kesan dide ku karê wan têkdide,rêxistina,rasan,bi,huner,bersiva,wan,kesan,dide,ku,karê,wan,têkdide

Rêxistina Rasan bi huner bersiva wan kesan dide ku karê wan têkdide

Piştî têkdana dirûşma û wêneyê ku li ser diwarê çend dibistanê bajarê Silêmaniyê hatibê çêkirin nerazîbûn zêdedibin, Rêxistina Rasan diyarkirin ku wê bi rêya hunerê bersivan wan kesan bidin

A+ A-

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Rêxistina Rasan bi hatina heftiya şîdeta li dijî jinan di meha Mijdara 2016’an de rêze çalakiyek li bajarê Silêmaniyê pêkanî û diwarê hinek dibistanên bajêr bi wêneyan reng kir. Her wiha çend dirûşmên jinan û wêneyê wan li ser diwaran çêkirin. Ev wêne li ser pirsgirêkên civakê û bi hevre jiyanê bû, lê belê çend rojeke ew wêne û dirûşma hatine reşkirin.

 

Divê derbarê de endama Rêxistina Rasan Razaw Elî ji ajansa me re axivî û got: “Çêkirina wêneya li ser diwaran û bi rengkirina diwaran çalakiya me bû ku her yek ji van wêneyane çend mijarek li pişt hebû. Derbarê pirsgirêkên dinava civakê de her wiha mijarên bi hevre jiyanê bun. Armanc ji van çalakiyane guhertina ruyê ciwanê bajarê Silêmaniyê bû.”

 

Razaw Elî wiha jî dewam kir: “Mixabin piraniya wan wêneyan ji aliyê beşekê civakê ve hatiye xirabkirin. Bi rastî ev cihê xemginiyê ye û tiştekê pir nexweşe. Em bi rêya yasayî bersiva wan kesan nadin, ji ber ku bi rêya hunerî ve bersiva wan bidin û em na sekinin. Her wiha kar û çalakiyên me dewam dibin û em wê li ser diwarê dibistanan û cihên seyrangehê wêneyên hatine xirabkirin dubare çêbikin û wê yên nûtir çêbikin.”

 

 

Razaw Elî balkêşa li ser tevahiya karên xwe ku çend erkên rewşenbîrî li paşdeye ku wek rewşenbîrî û pêşketinê di aliyê hizir û fikirê civakê de.

 

Di dawiya axaftina xwe de Razaw Elî got: “Pêwiste hemû kesên civakê bizanin ku em wêneyane ti ziyanek nîne, ev wêne tenê ji bo pêşketin û rewşenbîriyê ye. Ji bo dema em tiştekê dibîn ne li gorî fikrê me ji be pêwiste em wê têk nedin.”

 

Rêxistina Rasan yek ji wan rêxistinên serbixweya civaka sivîle û di sala 2004’an de hatiye avakirin, ji hêjmarek keç û xortan pêkhatiye û heya niha dewamiya kar û çalakiyên xwe dikin. li gorî gotinên wan karên wan zêdetir li ser jiyanê ye û ew ciyewazî di navbera neteweyan de nakin, kar û çalakiyên xwe bi wêne li ser diwaran û pêkanîna konferans û seminaran û çend çalakiyên cûr bi cûr bikin.

 

 

 

 

 

 

(rn)