1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Serê du heftiyan zimanek ji holê radibe
Serê du heftiyan zimanek ji holê radibe,serê,du,heftiyan,zimanek,ji,holê,radibe

Serê du heftiyan zimanek ji holê radibe

Ji ber Roja Gelên Xwecih ên Cîhanê Netewên Yekbûyî (NY) daxuyanî da û got, zimanên piranî ji zimanên gelên xwecih pêk tên, bilez ji holê radibin

A+ A-

Sekreterê Giştî yê NY'yê ji bo rojê daxuyanî da û got serê du heftiyan carekê zimanekî xwecih ji holê radibe.

Guterres got bi her zimanekî re ku yê ji holê radibe, rêz û rêçik û dîrok jî ji holê radibe û diyar kir, ji bo berevaniya li gelên xwecih, wê destekê bidin her cure insîyatîvê.

ZOR Û ZEHMETIYA LI SER WAN PIR ZÊDE YE

Li ser rûyê cîhanê li 90 welatî 370 gelên xwecih dijîn û herî pir polîtîkayên cihêkariyê li ser wan tê kirin. Xwecih 5 ji 1002î yê nifûsa cîhanê ne, lê 15 ji 100'î yê mirovên ku polîtîkayên cihêkariyê li ser wan tê kirin û têne marjînelekirin ji gelên xwecih pêk tê. Ango, li gorî gelên din zor û zehmetiya li ser wan 3 caran li zor û zehmetiya li ser civakên din e.

PIRANIYA ZIMANÊN CÎHANÊ ZIMANÊN XWECIH IN

Li gorî daneyên NY'yê beşekî mezin ê wan zimanên ku her sal ji holê radibin, di serî Çermsorên ku naxwazin qadên xwe jiyanê berdin, ji hêla gelên xwecih ve têne axaftin. Her çendî piranî 6 hezar û 700 zimanî ji hêla gelên xwecih ve were axaftin jî, her sal bi dehan ziman ji holê radibin.

Gelên xwecih her wiha temsîla 5 hezar çandên cuda dikin. Lê di serî de li Brezilya, Qenada, DYE û li welatên Esya, Efrîka, Okyanosya û Ewropayê dixwazin xwe bigirin, bi taybetî ji ber ku dest li ser qadên wan ên jiyanê tê danîn taloke li ser wan heye.