1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Seta ji pirtûkên Arjen Arî li gorî bîranîna wî hate amadekirin
Seta ji pirtûkên Arjen Arî li gorî bîranîna wî hate amadekirin,seta,ji,pirtûkên,arjen,arî,li,gorî,bîranîna,wî,hate,amadekirin

Seta ji pirtûkên Arjen Arî li gorî bîranîna wî hate amadekirin

Nûnerê Weşanên Sor ku 9 pirtûkên helbestan ên Arjen Arî cara pêşî bi hev re weşandî got bi hesasîyetekê li bîranîna Arî û malbatê bi kedekê hate hazirkirin

A+ A-

Seta ji 9 pirtûkên helbestan pêk tê, a Arjen Arî ku yek ji şaîrê girîng ê wêjeya Kurd a modern e, di navbeyna 28 Îlonê û 6'ê Cotmehê de li Amedê, li Fuara Pirtûkan a 7'an a TUYAP'ê wê bighije ber destê xwendekar.

Helbestkar Arjen Arî 30'ê Cotmeha 2012'an bi nexweşiya pençeşêrê li Amedê koça dawî kir. Berhemên Arî ji 1979'an ve li Swêd, Tirkiyê û Kurdistanê di gelek kovarên mîna Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem, Çira, Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîroj, Peyv, Nûbûn û Karwanê de weşiya. Arî di Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de jî dinivîsî. Heta niha 9 jê pirtûkên helbestan 15 pirtûkên Arî hatine weşandin. Hin helbestên Arî ji hêla stranbêjên Kurd ve bûne stran.

Weşanên Sor ku mafê telîfê yê 9 pirtûkên helbestan ên Arî standî bi setekê da çapkirin. Pirtûk di navbeyna 28'ê Îlonê û 6'ê Cotmehê de di Fuara Pirtûkan a TUYAB'ê ya 7'an de li Amedê wê bigihe ber destê xwendekaran. 

Nûnerê Weşanên Sor Reşo Ronahî got xwendekarên Arî dixwestin ku helbestên wî bi hev re bin, piştî ku xwe gihandine malbata Arî û bersiveke erênî standine dest bi xebateke wiha kirine.

Ronahî her wiha diyar kir di serdema bê de ew difikirin ku 9 pirtûkên Arî hem bi elîfbeya Erebî û hem jî bi ya Latînî çap bikin.

Ronahî diyar kir dema pêvajoya çapakirina pirtûkên Arjen Arî li gel malbatê demeke dirêj bi hev re xebitîne, ''Fikarên malbatên ji bo me girîng bûn. Malbatê dixwest ku pirtûkên şaîrekî mîna Arjen Arî bi profesyonelî werin çapkirin. Jixwe ti weşanxane an jî xwediyê berhemê demeke wiha dirêj nikare bi malbatê re biaxebite, gelek weşanxane destûra vê nadin. Ji ber ku me dizanî ku malbat li ser vê mijarê hesas e ji destpêkê heta dawiyê em bi malbatê re bi koordîne xebitîn.''