1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Stratejiya li dijî teslîmiyetê: Hêvî
Stratejiya li dijî teslîmiyetê: Hêvî,stratejiya,li,dijî,teslîmiyetê,hêvî

Stratejiya li dijî teslîmiyetê: Hêvî

Orient Express cara 4’an li Swîsreyê rojên filman û hefteyên çandê organîze dike. Orient Expressê dirûşmeya xwe ya îsal weke “Hêvî” diyar kiriye û li ser afîşa xwe jî şaxekî hejîrê derxist pêş lewma şaxê hejîrê weke sembola hêviyê tê zanîn

A+ A-

Orient Express hewl dide her sal li Swîsreyê û kantonên wê filmên Kurdî û her wiha yên ji Rojhilata Navîn derxe pêş û bide temaşekirin. Orient Express bi vî awayî dixwaze pireke çandî ava bike di navbera welatan de û ji ber vê yekê çalakiyên çandî teşwîq dike.

Orient Express tenê filman nîşan nade, di nava hefteyên çandê de konser, panel û kargeh jî tên lidarxistin. Her wiha ji bo îsal bi derhênerên beşdarî rojên filman bûyî re dê kargehên senaryo û filman jî werin organîzekirin û piştî kargeh bi dawî bûn, di sala 2024’an de filmek jî wê were çêkirin. Dîsa di nava sala 2024’an de kargehên kamera û vîdeoyan jî dê werin lidarxistin.

Orient Expressê îsal xwe teheband û  ji bo nîşan bide bi tevahî 18 film neqandin û dê ev film dê li 4 kantonan werin nîşandan. Her wiha, derhênerên filman jî dê beşdarî nîşandana filman bibin û bi derhêneran re hevpeyvîn jî wê pêk werin. Îsal derhêner Zekî Demirkubuz, Ozcan Alper, Ali Ahmadzadah, Shahrbano Sadat, Ayşe Polat, Kasım Ordek û Somnur Varda dê beşdarî nîşandana filman bibin û bi temaşevanan re werin gel hev.

Slogana rojên filman ên îsal jî “Hoffnung” yanî “Hêvî” ye. Li ser afîşa xwe jî şaxekî hejîrê derxist pêş lewma şaxê hejîrê weke sembola hêviyê tê zanîn.

 

Hêvî weke stratejiyekê

Orient Express filmên nîşan dide jî weke hêviyekê dinirxîne û dibêje, niha li dinyayê tişta herî zêde pêdiviya insanan pê heye, hêvî ye. Rêveberê Orient Expressê, Aydin Sevînç got; “Hêvî, li hemberî reşbînî û teslîmiyetê stratejiyek e.” û wiha dewam kir; “Ez filman weke paceyeke ku ber bi dinyayê ve vedibe, dibînim û dinirxînim. Nexasim jî şer û qewimînên li dinyayê her roj hinekî din me diêşînin û ditirsînin. Di van rojên ne xweş û giran de film dikarin nihêrînên cuda bi ber me bixin û em jî dikarin bi rêya filman li jiyanên cuda binihêrin. Ji lewma jî her filmek weke psûlayekê ye. Hêvî jî dibe hêza hebûnê û dikare weke stratejiyekê mirovan li ser lingan bihêle.”

 

Di bernameyê de 4 filmên Kurdî hene 
Filmên Kurdî yên ku îsal di bernameya Orient Express de cih digirin jî ev in; Im Toten Winkel (Li wê quncika xuya nake) -Ayşe Polat, Wergerandina Ulysses-Firat Yucel-Aylin Kuryel, Wêneyek ji bo aramî-Saroyan Ismaîl, Şiwênpence-Zanyar Mihemmedînkû, The inhabitants of the lostland (Xelkê welatê wenda)-Gulan Kılıçoğlu Yuzbaşî.

Orient Express di nava Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de dê filman nîşan bide. Kantonên ku film li wan dê werin nîşandan jê ev in: Bern, Zurich, Basel û St. Gallen. Nîşandana filman ya Bernê 24’ê Cotmehê dest pê dike û ew ê heya 30’ê Cotmehê bidome.
Dem û cihên nîşandana filman û çalakiyên “Hoffnung”ê li kantonên cihê weke li jêr e:

 

Bernameya nîşandana filman

Bern
24 -30’ê Cotmehê-Sînemaya Quinnie

Zurich
1-5’ê Mijdarê-Sînemaya Uto Kino û Rote Fabrik

Basel
8-19’ê Mijdarê-Sînemaya Neueskino

St. Gallen
9 – 27 Mijdarê-Sînemaya Kinok

Konser
2’ê Mijdarê 
Îlhan Erşahin Konsera Stenbol Session - Kaserne li Basel
4’ê Mijdarê
Îlhan Erşahin Konsera Stenbol Session - Rote Fabrik li Zurich
1’ê Kanûnê
Aynur Dogan - Stadtcasino li Basel

Ji bo temamê bernameya Orient Express a li kantonan lînk li jêr e;

https://www.oeff.org/

YENI ÖZGÜR POLITIKA