1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. TEV-DEM: Qanûna Qeyser wê bibe sedema felaketê
TEV-DEM: Qanûna Qeyser wê bibe sedema felaketê,tev,dem,qanûna,qeyser,wê,bibe,sedema,felaketê

TEV-DEM: Qanûna Qeyser wê bibe sedema felaketê

A+ A-

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser pêkanînên DYE'yê ku bi navê Qanûna Qeyser dikevin meriyetê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye;

"Çend rojên din cezayên qanûna Qeyser li ser Sûriyeyê û gelê wê dikevin meriyetê. Civaka navdewletî ti çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûriyeyê peyda nekiriye. Ji ber vê yekê civaka Sûriyeyê bi salan êş û azarên şerê mezhebî, şovenî û dagirkerî dikişînin. Hikumeta Sûriyeyê xemsar e û ji berpirsyartiyên xwe yên pêkanîna diyaloga çareseriya Sûrî-Sûrî direve. Lewra berpirsyartiya herî zêde ya vê aloziyê hildigre ku welat gihandiye vê kareseta civakî û aborî. Divê ku hikumeta Sûriyeyê îro li çareserî û alternatîfan bigire da ku bandora vê aloziyê li ser gelê Sûriyeyê kêm bike, ne wisa be ew jî şirîkê rasteqîn ê vê qanûnê ye.

Li şûna ku civaka navdewletî zextê li hikumeta Sûriyeyê bike da ku diyalogê qebûl bike û ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê kar bike, bi qanûna Qeyser ceza li ser Sûriyeyê ferz kirin, ev qanûn wê êş û azara civaka Sûriyeyê zêdetir bike."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Rewşa Sûriyeyê bi giştî û ya civakî bi taybet ji bo tehemulkirina vê karesata aborî ne amade ye. Dibe ku kareseteke nû li lîsteya aloziya Sûriyeyê zêde bibe. Ji ber ku binsaziya aborî ya welat bi giştî hilweşiya ye û bermehên wê yê jiyanî hilweşiya ye. Ji ber wêranbûna ku gihaştiye civaka Sûrî wê bibe qurbaniyên armacên dewleta Tirk a dagirker û dewletên xwedî berjewendiyên hevpar."

TEV-DEM‘ê qanûna Qeyser bi şerê aborî bi nav kir û got: "Ferzkirina xweradestkirinê li ser îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc. Ev ceza wê bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike, her wiha wê bandorê li rewşa me ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Wê bandorê li tişta ku ji hilweşînê filitye bike. An ku wê bandorê li gelên ku ji bo parastina destketiyên xwe milên xwe dane hev bike. Ev destketî û nirxên ku bi berdêlên mezin ên van gelan dane pêk hatine, dike hedef."

TEV-DEM‘ê anî ziman ku bi vê siyaseta ne exlaqî dixwazin birçîbûn û xelayê ferz bikin û derbekê li aboriya bazaran bixin û wiha domand: "Di encamê de wê madeyên xwarin, tibî mîna derman û şîrên zarokan kêm bibin û wê bihêle ku pandemiya Koronayê di civakê de bi giştî belav bibe. Ev bi tena serê xwe şerê aborî li dijî me ye, armanc jê ferzkirina xweradestkirinê û serdestiyê li ser îradeya me ya azad e."

TEV-DEM‘ê got: "Civaka navdewletî û hikumeta Sûriyeyê ji encamên pêkanîna vê qanûnê berpirsyar in. Em Tevgera Civaka Demokratîk berpirsyartiya vê rewşa xirab hildigirin ser Neteweyên Yekbûyî ya ku çavê xwe ji pêkanîna vê qanûnê girtî ye. Her wiha Koalîsyona Navneteweyî di serî de DYE, Rûsya û hikumeta Sûriyeyê jê berpiryar in. Em bang li civaka navdewletî dikin ku erkên xwe yên exlaqî bi cih bînin û bi lez destwerdanê bikin da ku pêkanîna vê qanûnê bisekinin."

TEV-DEM‘ê wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em bang li gelê xwe û hemû yekîtî û saziyên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, ên nûnertiya civaka Sûriyeyê temsîl dikin ku ji simsarên şerê aborî hişyar bin û bi zanebûn li hemberî vê aloziyê aborî ya çêkirî nêzîk bibin û helwestên şermezariyê li dijî van cezayan nîşan bidin. Her wiha ji bo xizmeta civakê bixebitin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vê aloziya aborî derbas bikin."