1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Tara- Ronahîya Gerdûnên Tarî
Tara- Ronahîya Gerdûnên Tarî,tara,ronahîya,gerdûnên,tarî

Tara- Ronahîya Gerdûnên Tarî

A+ A-

 

 

Tara û  tarî, wek wêjê ciqas ji hev re nêzîk in û wek wate çi qasî ji hev dûr.

 

Herdû wêje di yek gerdûnê de, herdû wêje di yek jîyanê de û di du çavên kesekê de çawan bûne xwişk û bira?

 

Tara(bi soranî) ronahîya serê sibêTarî,reş, şev, bêronahî.

 

Tara navê wê ye, tarî jîyana wê.

 

Çavên xwe yên reş ji tîrên rojê neveşartiye, stêrkek ji xwe re nebijartiye, rengên bûkabaranê nehejmartiye.

 

 

Bi dengê xwe yê zelal jîyana xwe ya tarî ji me re dilorînê û ronahî dide gerdûna dilên me yên tarî.

 

-Jîyana te çi reng e Tara?

 

-Reng? 

 

Lem mepirse bo êwaran le teniyayî teniyatirim

…                                

bem stûneş kes nazanê dilim pişkoy agirdan e/

teniya umrim agadar ewiş erwa û bê wicdan e

temenişim weku gela le ber pêma helwerîn e

 

-Jîyan?

 

-Tenê dîtina ronahîya rojê nayê watêya jîyanê. Lê dîtina ronahîya dil, pêdivî ye. Hûn tîrêjên rojê dibînin, ez tîrêjên li nav dilan. Ez rengan nabînîm lê dengan dibînim. 

Dengên bi hêz, dengên jar, dengên bi hest, dengên bê gîyan, dengên ji dil, dengên derew, dengên zuwa, dengên tarî, dengên rengîn. Rengên dilê evînî û nevînî dibinîm.

 

Evînî?

 

Min hogîrî eşqit nabim çunke dilim malê jan e

……………………

Amîda Kurd (Arşîv)


Bêjeyên Miftehî