1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Tinekirina bîrê ji bo kêliyê
Tinekirina bîrê ji bo kêliyê,tinekirina,bîrê,ji,bo,kêliyê

Tinekirina bîrê ji bo kêliyê

Şanoya ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Mehabadê Artîn, beşdarî 6´emîn Mihrîcana Şanoyî ya Amedê ya Navneteweyî bû

A+ A-

Şanoya ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Mehabadê Artîn, beşdarî 6´emîn Mihrîcana Şanoyî ya Amedê ya Navneteweyî bû. Wê rexneya li nebûna bihevdanûstendinê bire ser dika şanoyê. Sîrwan Xizirpûr senaryoya lîstika bi navê Mr and Mrs Net nivîsandiye û derhêneriya şaniya wê jî dike. Di lîstikê de diyalog nînin û lîstik raberî me dike ka telefonên destan çawa xwe bera nava rayên jiyana me dane û me çawa ji bîr kiriye ku em li rûyê hev binihêrin û bipeyivin; heta hestên xwe jî em ji hev re bi rêya emojiyan dişînin, yan jî hewl didin wan îfade bikin. Piştî ku lîstik bi dawî bû, û temaşeker êdî belav bûn, wêneyên wan temaşekeran ku bi telefonên xwe mijûl dibûn hatin nîşan dan li ser sehneyê.

Goristana dijîtal

Derhêner Xizirpûr dibêje, telefon û înternet dikin ku mirov bi hev re nedin û nestînin û wî aciziya xwe ya ji vê yekê bi vê lîstikê îfade kiriye. Lîstik li Mahabadê gelekî hatiye ecibandin.

Xizirpûr behsa meseleya bîranîn û albûmên fotografan jî dike: “Piştî ku dayika min wefat kir, birayê min ê mezin albûm bire cihê xwe yê kar da ku wan dijîtal bike. Çend rojan paşê di nava kisîkekî plastîk de wêne li me vegerandin, gelek ji wan texrîb bûbûn. Bi ya wî wêne êdî misoger bûn, ‘mayîndetir’ bûne xebero. Hemû li har dîskê bar kirine û ji her yekî ji me re jî kopyayeke wan şandiye. Em ê di kompûterê de karibin li wan binihêrin, beriya me tiştek ji yekê fêm kir, wê derbasî yeke din bibe slayt, lê xebero xem nake. Em ê nikaribin destê xwe jî bidinê, ma çima? Jixwe jiyan kurt e, xebero! Ma em ê bi xeyalên temaşekirina wêneyan dema xwe bibihurînin? Bi wê albûmê re dayika min û bibîranên min ketin gora dijîtal. Efsûn nema, min careke din nekarî li wan wêneyên ji albûmê derketî binihêrim.”