1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tirkiye bi binpêkirina mafê rojnamevanên jin di rêza yekem de ye
Tirkiye bi binpêkirina mafê rojnamevanên jin di rêza yekem de ye,tirkiye,bi,binpêkirina,mafê,rojnamevanên,jin,di,rêza,yekem,de,ye

Tirkiye bi binpêkirina mafê rojnamevanên jin di rêza yekem de ye

Li gorî rapora Komîsyona Jinan a Rojnamegeriyê ya meha Hezîranê, Tirkiye welatê yekem e bi binpêkirina mafê rojnamevanên jinan di asta herî jor de ye.

A+ A-

Komîsyona Jinan a Rojnamegeriyê/ The Coalition For Women In Journalism (CFWIJ), rapora xwe ya meha Hezîranê eşkere kir. Li gorî rapora Bîanetê, di meha Hezîranê de li gelek herêmên cuda yên cîhanê li ser 77 jinên rojnamevan binpêkirinên mafan ên weke, cînayet, revandin, destgîrkirin, êrîşên fîzîkî, şidet, tehdît û taczî hatine pêkanîn.

Li gorî rapora CFWIJ’ê jî di darezandina rojnamevanên jin de Tirkiye bi binpêkirinên mafan ên li 25 rojnamevanên jin bûye welatê xwedî rêjeya herî bilind a binpêkirinan. Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Arîana a Efganistanê Mîna Khaîr jî 3’yê Hezîranê hatibû kuştin.

Şideta polîsan a li ser jinên rojnamevan ên li qadê kar dikin, li gorî meha Gulanê ji sedî 83,3 zêdetir bûye, doza tacîzê ya li ser rojnamevanên jin jî, li gorî meha borî ji sedî 471,4 zêdetir bûye. Li Tirkiyeyê di meha Hezîranê de li qadê polîsan şideta fîzîkî herî kêm li 10 rojnamevanên jin kiriye. Li gorî vê Pakistan û Filîpîn Tirkiye dişopîne.

ANF