1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Wêjegeh bi çalakiyên wêjeyî û hunerî dest bi xebatên xwe kir
Wêjegeh bi çalakiyên wêjeyî û hunerî dest bi xebatên xwe kir,wêjegeh,bi,çalakiyên,wêjeyî,û,hunerî,dest,bi,xebatên,xwe,kir

Wêjegeh bi çalakiyên wêjeyî û hunerî dest bi xebatên xwe kir

A+ A-

Li Amedê Wêjegeh hat vekirin. Nivîskar û weşangerê Kurd Lal Laleş, projeya xwe ya li ser xebat û çalakiyên wêjeyî û hunerî da despê kirin. Li Wêjegehê, dê atolye, gotebêj, panel û konferansên li ser wêje, sînema û wergerê bên li dar xistin.

Rêvebirê Wêjegehê Lal Laleş, da zanîn ku bi taybet di salên dawî de, ciyên ku sohbet, xebat û çalakiyên wêjeyî bên kirin, li Diyarbekirê tunebû û ev proje jî demeke dirêj buye ku xwestiye bide dest pê kirin. Rewşembîrê Kurd, ragihand ku dê li wêjegehê, xebatên bi rêk û pêk û pisporî li ser mijarên cuda yên wêjeyî û hunerî li dar bixin.

Rêvebirê Wêjegehê û Weşana Lîs Lal Laleş ji K24ê re got: "Niha li Amedê hêwaneke ango ciyekî ku mirov bikare lê bêngel hev û bi hev re sohbet bikin, li ser ziman, çand û hunerê bipeyîvin mixabin nemane. Ew fikra me ya ku 2 sal berê, me dixwast ku em ciyekî wiha, wêjegeh ava bikin, di vê demê da hinekî din zêdetir me pêwistiya wê hêst kir. loma jî me bi lez û bez xwest pêk bînin."

Roja yekem ya wêjegehê de, bi 4 nivîskarên wek Celîlê Celîl, Esra Kahraman, Mesîs Kurkçugîl û Latîfe Tekîn ra li ser wêje û mijarên pirtûkên wan panel û çalaki hatin li dar xistin.

Fatma Erdogan Unsal jî Mamosteya wêjeyê ye û beşarî çalakiyên wêjegehê ye jî da zanîn ku pêwistî bi cîh û çalakiyên bi vî rengî hebûn, loma jî bi vebûyîna wêjegehê ew kêfxweş in.

 

Fatma Erdogan Unsal dibêje: "Ciyekî wiha bi rastî kelecaneke mezin bi me ra peyda kir. Ji bo xwendin, xebatên hunerî û xebatên cuda li Amedê kêmasiyekî hebû. Ji ber vê yekê jî em gelek kêfxweş bûne ku ciyekî wiha vebû. Em jî dixwazin, li nav xebatên vir de cîh bigrin û hem ji xwe lê zêde bikin, hem jî xwe bipêş bxin. Atmosfereke pir xweş ava bûye."

Rêvebirên wêjegehê ragihandin ku ew dixwazin, bi xebat û çalakiyên xwe pêweniyeke xurt di navbera wêjeya Kurdî û wêjeya cîhanê de peyda bikin, da ku ew pêwendî jî bipêş xistina xebatên huner û wêjeya Kurdî geş bike.

KURDISTAN 24