1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Wênesaza biçûk hêviyên xwe li ser dîwarek kevin xêz dike
Wênesaza biçûk hêviyên xwe li ser dîwarek kevin xêz dike,wênesaza,biçûk,hêviyên,xwe,li,ser,dîwarek,kevin,xêz,dike

Wênesaza biçûk hêviyên xwe li ser dîwarek kevin xêz dike

Ev du salin dewleta Tirk a dagirker kantona Efrînê dagir kiriye. Her ku diçe êş û azarên koçberiyê û zilma dewleta Tirk berdewam e. Zaroka bi navê Rewşen jî bi wênesaziyê êşa xwe rave dike

A+ A-

Dewleta Tirk a dagirker di 18’ê Adara 2018’an de kantona Efrînê dagir kir. Bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes hatin revandin û bi hezaran kes jî hatin koçberkirin. Keça Efrînî ya ku tevî şêniyên ji warên xwe koçber bûyî jî, para xwe ji zilma dewleta dagirker dît. 

Tevî şertên koçberiyê yên dijwar û derfetên kêm lê Rewşen Sîno (14) a ji gundê Husê yê girêdayî navçeya Mabatayê behreya xwe wênesazî li gel xwendina xwe di refa 9'an de di dibistanên Şehbayê de didomîne. 

Rewşen ji 8 saliya xwe ve xêz dike. Li Efrînê gelek berhemên girêdayî xweza û zarokan xêz kirine. Lê piştî ku artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê bajarê Efrînê dagir kirin, hêviyên wê piştî wêranbûna cihê ku lê xêz dike berbelav bûn. 

Wênesaza biçûk piştî koçberiyê niha tevî malbata xwe li gundê Til Qirah ê girêdayî navçeya Ehdas li kantona Şehbayê dimîne. Bi alîkariya Tevgera Çand û Hunerê û Yekitiya Rewşenbîran piştî ku tev li çalakiya xêzkirina tabloya herî dirêj di cîhanê de karî behreya xwe  temam bike.

Tevgera Çand û Hunerê û Yekitiya Rewşenbîran bi armanca ku alîkariya Rewşenê bikin ji bo ku behreya xwe pêş bixe rengê zêtî û amûrên xêzkirina wêneyan jê re pêşkêş kirin.

Rewşen li kantona Şehbayê derdora 20 tablo xêz kirin û beşdarî 3 pêşengehên ku li bajarê Helebê û kantona Şehbayê li dar ketine, bû.

Ruxmî ciherengiya mijarên tabloyên wê, lê dîmenên êrişa Tirkiyê li ser kantona Efrînê û pêlên koçberiyê piştî wê êrişê di piraniya berhemên wê de diyar dibin.

Rewşen tabloyek ku keçek ji ber êrişan birîndar bûye rave dike û yek din hovîtiya artêşa Tirk a dagirker bi rêya dîmenên qutkirina daran û şewitandina daristanan rave dike xêz kirine.

Ji ber şertên jiyanê yên dijwar û ji ber ku Rewşen alîkariya pêwîst nagire, li ser dîwara odeyek wêrankirî ku hema bêje wê hilweşe xêz dike.

Rewşen di tabloyeke xwe de azara koçberiya bi zorê ya şêniyên Efrînê rave kiriye. Rewşenê şêniyên Efrînê yên ku pêxwes û peyayî di deriya tekane de rêya Çiyayê Ehlam derbas dibin xêz kiriye.

Rewşen girêdayî mijarê wiha got: "Tabloya min behsa koçberiyê û rêya Çiyayê Ehlam a ku bi rêya wê em ji Efrînê derketin dike. Di wê rêyê de em rastî gelek bûyerên bi êş hatin. Heta roja me ya îro di hişê min de zindî ne."

Rewşen wiha behsa deteyên wê rojê kir: "Dema em li ser rê dimeşîn me kalek (80) bi çû dimeşî dît. Mixabin ew kal nikarî wê rewşa dijwar tehemul bike. Ji ber wê di rê de jiyana xwe ji dest da û şênî ew gorî kir. Min jî ew dîmen bi rêya tabloyên xwe rave kir."

Dayîka Rewşen Hîhan Elî got: "Piştî koçberiyê rewşa me gelek dijwar bû. Ji ber derfet û pêdivî kêm bûn. Min hewl da reng û amûrên xêzkirinê yên keça xwe bînim. Lê pişt 4 mehan min rengên zêtî jê re anîn." 

Hîhan  dibêje ji ber dijwarbûna peydakirina wan rengan, bala wê dikşîne ku Rewşen bikar nîne, ji ber wê jê pirs dike çima wisa dike Rewşen jê re dibêje: "Ditirsim xilas bibin."

Hîhan got: “Rewşen berê mijarên mîna xweza û xweşikbûnê xêz dikir lê piştî dagirkirina Efrînê mijarên tabloyên Rewşenê hatine guhertin. Niha ew tabloyên girêdayî azarên şer, koçberî û xemgînî xêz dike. Ji ber ku mercên şer gelek bandor li derûnî û wêneyên wê kirine.”

(şx)

ANHA

 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
8