1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xelatên Oscarê hatin belavkirin
Xelatên Oscarê hatin belavkirin,xelatên,oscarê,hatin,belavkirin

Xelatên Oscarê hatin belavkirin

Xelatên Oscarê yên 92'emîn hatin belavkirin. Fîlmê Parazît di 4 kategoriyan de xelat wergirt

A+ A-

Xelatên Oscarê yên 92'emîn bi merasîmekê hatin belavkirin. Di merasîmê de fîlmê Parazît (Parasîte) ê Koreya Başûr di 4 beşan de xelat wergirt. Fîlmê Joker jî di 11 kategoriyan de ji bo xelatên Oscarê namzet hate nîşandan.

Fîlmê Parazît di kategoriyên 'Fîlmê herî baş', 'Derhênerê herî baş' (Bong Joon Hoo), 'Fîlmê herî baş ê navneteweyî' û 'Senaryoya Orjînal a herî baş' hêjayî xelatê hate dîtin.

Renee Zellweger bi performansa xwe ya li fîlmê 'Jûdy' bû lîstikvana herî baş a jin. Joaqûîn Phoenîx jî bi performansa xwe ya li fîlmê Joker bû lîstikvanê herî baş ê mêr.

Xelata Lîstikvana Jin a Alîkar a herî baş ji Laûra Dern re, Lîstikvanê Mêr ê Alîkar ê herî baş jî ji Brad Pîtt re hate dayin.

XWEDIYÊN XELATAN

Fîlm û lîstikvanên hêjayî Xelata Oscarê hatin dîtin:

FÎLMÊ HERÎ BAŞ

Parasite (Neon)

LÎSTIKVANA HERÎ BAŞ
Renee Zellweger (Judy)

LÎSTIKVANÊ HERÎ BAŞ
Joaquin Phoenix (Joker)

DERHÊNERÊ HERÎ BAŞ
Bong Joon Ho (Parasite)

STRANA ORJÎNAL A HERÎ BAŞ
“(I’m Gonna) Love Me Again” Rocketman (Elton John û Bernie Taupin)

MUZÎKA FÎLM A HERÎ BAŞ
Joker (Hildur Gu?nadóttir)

FÎLMÊ NAVNETEWEYÎ YÊ HERÎ BAŞ
Parazit

LÎSTIKVANÊ ALÎKAR Ê HERÎ BAŞ
Brad Pitt, Once Upon a Time in Hollywood

LÎSTIKVANA ALÎKAR A HERÎ BAŞ
Laura Dern, Marriage Story

SENARYOYA ORJÎNAL A HERÎ BAŞ
Bong Joon Ho ve Han Jin Won (Parazit)

ANF