1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Xeterî û gefa sinetkirina zarokên keç didome
Xeterî û gefa sinetkirina zarokên keç didome,xeterî,û,gefa,sinetkirina,zarokên,keç,didome

Xeterî û gefa sinetkirina zarokên keç didome

Her çi qasî sinetkirina jinan û zarokên keç li Herêma Kurdistanê kêm bûye jî, ev xeterî û gef hê didome. Amûrên nebaş ên ji bo sinetkirinê tên bikaranîn ku dibin sedema zerarên curbicur, zarok rastî nexweşiyên derûnî yên giran jî tên

A+ A-


6’ê Sibatê Roja Cîhanê ya Têkoşîna bi Sinetkirina Jinê re ye. Sinetkirina jin di sala 1989’an ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanê ve hatiye qedexekirin. Li gorî peymana mafê mirovan a madeya 19 û 24’an qedexe ye zarokên keç werin sinetkirin.

Rêxistina WADÎ ya Elmanî ya yek ji karê wê têkoşîna li dijî sinetkirinan jinê ye, ji bo lêkolîna têkildarî mijarê sala 2019’an bi 3 hezar û 476 keçên temenê wan di navbera 0-25 hevdîtin kiriye. Ji wan hinek kesan bi xwe bersiva pirsan dane, hinek jî malbatên wan bersiva pirsên Rêxistina WADÎ dane. Li gor wê ji wan 324 kes hatine sinetkirin.

Rêxistina WADÎ sala 2019’an li herêma Germiyan gihiştiye 832 jin û zarokên keç û ji wan kesek nehatiye sinetkirin. Li Hewlêr ji hezar û 333 jin û zarokên keçên rêxistinê ew dîtine 161 kes hatine sinetkirin. Li Ranya jî ji hezar û  511 jin û zarokên keç 163 kes hatine sinetkirin.

Rêxistina WADÎ di sala 2018’an de li gel 2 hezar û 997 keçan anketek çêkir. Ev anket ji temenê 1 heya 18 salî hatiye çêkirin. Anket li herêma Germiyan, bajarê Hewlêrê û Ranya ya herêma Raperîn hatiye kirin. Di encamê vê anketê de 313 keç hatine sinetkirin. Li herêma Germiyan 29, Hewlêr 120 û li Ranya jî 164 keç hatine sinetkirin. Ev zarokên keç ên hatine sinetkirin jî zêdetir temenê wan di navbera 8 û 14 salî de ye.

Li gor vê îstatîstîkê rêjeya sinetkirina jinan ku di sala 2018’an de ji sedî 10.4 e ev rêje di sala 2019’an de daketiye ji sedî 9.3 û li herêma Germiyan ti tespîteke sinetkirina jinê nehatiye dîtin. Lê belê tevî vê hê jî li Herêma Kurdistanê sinetkirina zarokên keç didome.

Zerara sinetkirinê

Doktora Nexweşiyên Jinan Amanc Rehman Zengene ya têkildarî zerar û metirsiya sinetkirina jinan û zarokên keç ji Rojnews re axivî diyar kir ku amûrên nebaş ên ji bo sinetkirinê tên bikaranîn hinek caran dibin sedema vîrusan, hinek caran jî zerarê dide boriya mîzê yan jî lûleya xwînê dibire û ev jî dihêle xwîneke zêde bê windakirin.

Doktor Amanc her wiha anî ziman ku wekî din jî gelek zerarên curbicur ên sinetkirinê hene û got, "Carekê endamên malzarokê ango zawzê birîbûn. Ji bo kêmkirinê azarê û çareserkirina wê em neçar man ji cihekî din parçeyekî jêkin."    

Yasa li dijî sinetkirina jinan çawa tevdigere?

Li gorî qanûna hejmara 8 a sala 2011'an a parlamentoya Herêma Kurdistanê sinetkirina jinê qedexe ye, lê ev qanûn heya astekê tenê li ser kaxezê dimîne.

Li gorî vê qanûnê;

-Her kesê hewldana sinetkirina jinan bide, wê cezayê madî jêre were dayîn. Wê ceza ji mîlyonekê kêmtir nebe û ji 5 mîlyon dînarê Iraqî zêdetir nebe.

-Her kesê/a ku jinan sinet bike, yan jî beşdarî vî karî bibe, wê cezayê girtîgehê bigire. Cezayê girtîgehê wê ji 6 mehan kêmtir nebe û ji salekê zêdetir nebe. Yan jî wê di berdêla wê de pere bide. Ew jî wê ji 2 mîlyona kêmtir nebe û ji 5 mîlyon dînar zêdetir nebe.

-Kesên beşdarî sinetkirina bêdaxwaz bibin, wê werin cezakirin û cezayê wan yê girtîgehê ji salekê kêmtir nebe. Yan jî wê 5 ji mîlyona kêmtir nebe û ji 10 mîlyon dînar zêdetir nebe.

- Eger kesa/ê ku sinetkirina jinan bike, bijîşk, yan tendûristkar û personel be wê sê salan ji kar were dûrxistin.

‘Zarok rastî nexweşiyên derûnî yên giran tên’

Ji ber têkildarî mijarê di nav civakê de hişyarbûnek nehatiye çêkirin, derxistina yasayê nikare rê li ber sinetkirina jin û zarokên keç bigire. Her wiha ji ber piraniya kesên tên sinetkirin hê zarokên biçûk ên keç in nikarin der barê vê mijarê de gilî jî bikin.

Der barê giliyê ji ber sinetkirinê Berpirsa Projeya Rêxistina WADÎ ya Elmanî Şox Mihemed got, “Li gor yasayê rêxistin an jî aliyê sêyemîn nikarin dozê vekirin. Lê belê eger zarokeke keç a 8 salî ya hatiye sinetkirin wê çi dozê li hember dayik û bavê xwe veke?”

Şox Mihemed li ser bandora psîkolojîk a ji ber sinetkirinê jî wiha axivî: Gelek caran ji ber bi awayekî komî sinetê dikin, zarok şok dibin. Her wiha hinek caran zarok êdî nikarin biaxivin û rastî nexweşyên derûnî yên giran tên.

ROJNEWS (yş)