1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xewnên Tirkiyê di çeperên dawîn ên DAIŞ`ê de têk diçin - 2
Xewnên Tirkiyê di çeperên dawîn ên DAIŞ`ê de têk diçin - 2,xewnên,tirkiyê,di,çeperên,dawîn,ên,daiş,ê,de,têk,diçin,2

Xewnên Tirkiyê di çeperên dawîn ên DAIŞ`ê de têk diçin - 2

A+ A-

ZANA SEYDÊ / KOBANÊ


Roja 26`ê Çileya 2015`an Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku wan tevahiya bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiriye. Ev bûyer di pêvajoya şerê li Sûriyê û Iraqê de bû pêngaveke nû, bi taybet ku DAIŞ`ê qadeke mezin a her du dewletan dagir kiribû.


Di encama şer de ku bi mehan dewam kir, ji sedî 70 qada bajêr ku 7 kîlometreçargoşe ye, hate hilweşandin, ji sedî 30 taxên bakur û navenda bajêr hilweşiyan û ji sedî 40 jî beşa mayî hilweşiya.


DAIŞ ji herêmê derket û binketina xwe bi derewan veşart


Piştî ku nêzî 6 hezar çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn, çeteyên DAIŞ`ê yên mayî neçar man ku xwe ji Kobanê vekişînin û ber bi herêmên nêzîk ên di bin desthilatdariya wan de reviyan. Di nava çend hefteyan de, 350 gund ji dagirkeriya DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.


Çeteyên DAIŞ`ê ji bo ku binketina xwe veşêrin, di ragihandina xwe de gelek bertek û derew weşandin. Di dîmenên ku li ser çapemeniya çeteyan dihatin weşandin de, taxên wêrankirî yên navenda bajêr dihatin nîşandan û digotin “piştî ku me bajarekî kavil li şûna xwe hişt, em neçar man vekişin.` Ev dîmenên çeteyan di nava alîgirên wan de bûn mijara henek û pêkenînê û nerazîbûnên xwe der barê plana êrîşa li dijî Kobanê û kuştina bi hezaran çeteyan de nîşan dan.


YPG li qadên navdewletî tê pêşwazîkirin


Çeteyên DAIŞ`ê heta wê demê li dijî tevahiya cîhanê bi taybet li dijî welatên Rojava bûbûn metirsiyeke mezin. Di wê demê de DAIŞ`ê li çend bajarên Ewropayê kiryarên terorê pêk anîbûn.


Piştî ku şervanên YPG`ê çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê têk birin, êdî YPG li gelek welatan hate pêşwazîkirin


Roja 8`ê Sibata sala 2015`an anku piştî rizgarkirina Kobanê bi çend rojan, serokê Fransayê François Hollande li koşka Elysee pêşwaziya fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nisrîn Ebdela û hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah kir û awayên tunekirina DAIŞ`ê gotûbêj kirin. Ji ber ku Fransa yek ji dewletên çalak ên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê bû.


Her wiha nûnerên rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyê beşdarî gelek civînên Parlemana Ewropayê bûn û geşedanên li Sûriyê û awayên xurtkirina têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û dewletên Yekitiya Ewropayê de gotûbêj kirin. Her wiha mijarên mîna armancên Tirkiyê û çeteyên wê li herêmê jî hatin nirxandin.


Hevgirtina pêkhateyan û şerê li dijî DAIŞ`ê bû bingeha damezirandina QSD`ê


Piştî rizgarkirina Kobanê vê hêzê berê xwe da Girê Spî ku roja 14`ê Hezîrana sala 2015`an hate rizgarkirin û dorpêça 3 salan a li ser Kobanê hate şikandin. Piştî wê bi çend hefteyan YPG`ê bi daxuyaniyekê rizgarkirina bajarokê Sirîn ê başûrê Kobanê ragihand.


Roja 10`ê Cotmeha sala 2015`an li kantona Cizîrê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate ragihandin. Ev hêz ji welatiyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî û Ermen pêk tê. Nêzî 20 hêzên leşkerî di nav de cih digirin, ji van hêzan Tabûrên Şems El-Şimal, Tûgaya Siwar El-Reqa, Meclisa Leşkerî ya Suryanî, Cebhet El-Ekrad, Tûgaya Şuheda El-Heseke, Yekîneyên Pastina Jin û Yekîneyên Parastina Gel. Damezirandina QSD`ê bû bingeha gava duyemîn a rizgarkirina hemû herêmên bakurê Sûriyê, piştî ku di gava yekemîn de bajarê Kobanê ji aliyê hêzên Volkana Feratê ve hate rizgarkirin.


Piştî QSD`ê artêşên Iraq û Sûriyê jî hin bajar ji DAIŞ`ê rizgar kirin


Piştî ku DAIŞ`ê derbeyên giran li bakurê Sûriyê xwarin, bi taybet piştî ku bajarê Minbicê ku xeta lojîstîkê bû di navbera herêmên desthilatdariya DAIŞ`ê û Tirkiyê de, di encama hemleya leşkerî de ji aliyê QSD`ê ve sala 2016`an hate rizgarkirin. Êdî artêşên Sûriyê û Iraqê jî hêzên xwe ber bi herêmên desthilatdariya DAIŞ`ê ve kişandin.


Artêşa rejîma Sûriyê li dijî çeper û baregehên DAIŞ`ê yên li gundewarên rojhilatê Helebê tevgereke leşkerî ya berfireh dest pê kir. Di nava çend hefteyan de gelek gund ji destê DAIŞ`ê derxistin. Di heman demê de hêzên Iraqê û yên Heşdî Şabî ji bo rizgarkirina bajarê Mûsilê ku sala 2014`an ketibû destê DAIŞ`ê, hemleyeke leşkerî da destpêkirin. Êdî DAIŞ; ew navê ku cîhan tirsand, gav bi gav paşde diçû.


Ji Kobanê heta Reqayê paytexta zilmê hate hilweşandin


Roja 5`ê Mijdara sala 2016`an hêzên QSD`ê bi awayekî fermî hemleya rizgarkirina Reqayê û gundewarên wê ragihand. Hemleya bi navê “Xezeba Feratê” di pêngava yekemîn de ji du baskan ve dest pê kir. Yê yekemîn li eniya Eyn Îsa û yê duyemîn jî ji eniya Silûkê dest pê kir. Hêzên QSD`ê li her du baskan ji bo rizgarkirina gundewarên bakurê Reqayê bi pêş de çûn.


Di pêvajoya hemleyê de hêzên QSD`ê bajar û bendava Tebqayê ku mezintirîn bendava Sûriyê ye, rizgar kir. Her wiha balafirgeha Tebqayê, bajarokên El-Keramê, El-Mensûra, El-Sefsafa û bi dehan gund û bajarokên bakur û başûrê rojavayê Reqayê rizgar kirin û bajarê Reqayê jî ji çar hêlan ve dorpêç kirin.


Piştî çend hefteyan şervanên QSD`ê gihîştin taxên bakur û rojhilatê bajarê Reqayê û çeteyên DAIŞ`ê di taxên bajêr de dorpêç kirin û êdî şerê kolanan dest pê kir.


Çeteyên DAIŞ`ê xwe li ber pêşketina şervanan û bombebarana hêzên hevpeymanê negirt. Şervanên QSD`ê ku ji hemû herêmên Sûriyê hatibûn û li dijî DAIŞ`ê şer kirin, dawiya meha Cotmehê rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê ragihand.


DAIŞ di çeperên dawîn de hate dorpêçkirin


Di dawiya sala 2018`an de êdî bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê li 2 bajarokên rojhilatê Dêrazorê li ser sînorên Iraqê hatin dorpêçkirin. QSD`ê li herêmê bi deh hezaran sivîlên wê herêmê ji destê çeteyan rizgar kirin, her wiha bi hezaran çete ku piraniya wan biyanî ne, tune kirin.


Di vê navberê de dewleta Tirk hewl dida temenê DAIŞ`ê dirêj bike, lewma herêmên Bakurê Sûriyê bombebaran dikir. Jixwe gelek saziyên çapemeniyê yên cîhanê têkiliyên veşartî yên di navbera Tirkiye û DAIŞ`ê de bi belgeyan ragihandibûn.


Tirkiyê niha hewl dide komên girêdayî opozîsyonê qels bike û wan radestî rejîmê bike. Beramberî wê jî dixwaze projeya demokratîk a bakurê Sûriyê têk bibe, jixwe dagirkirina Efrînê gaveke vê planê bû, niha jî Tirkiye li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê gefên êrîşeke leşkerî dixwe.


(k)
ANHA