1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. ZEND bi hejmara nû derçû
ZEND bi hejmara nû derçû,zend,bi,hejmara,nû,derçû

ZEND bi hejmara nû derçû

Kovara lêkolînî ya çand, huner û wêjeyê ZEND bi hejmara xwe ya nû kete ber destê xwendayan

A+ A-

Hejmara 26'an a kovara ZEND'ê ji nav weşanên Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê bi naveroka xwe ya dewlemend kete ber destê xwendayên Kurd. Di hijmara nû ya kovarê de gelek gotar li ser ziman, wêje, dîrok û folklora Kurdî cih digirin.

Di vê hejmara kovarê de gotarên der barê ziman, wêje, dîrok û folklora kurdî de cih digirin. Ev hejmar bi gotara Yehya Elewîferd ya bi navê ‘Weznên Hêjayî di Helbesta Kurdî’ de dest pê dike. 

Gotara Umîd Demirhan a der barê ‘Devoka Feylî ya Zaravayê Kelhûrî’ jî di kovarê de cihê xwe girtiye. Demîrhan di vê gotarê de pêşî der barê cih û warê Kurdên feylî agahiyan dide û pişte jî rêzimana devoka Feylî bi mînakan dike û wan jî bi Kurmancî dinivisîne. 

Gotara Eyyup Subaşi ya bi navê ‘Heft-Xwana Rûsemê Zal li gorî Teoriya Monomîtê’ yek ji van nivîsan e ku di kovarê de cih girtiye. Her wiha gotara Mehmet Gultekîn a bi navê ‘Bandora Şerefnameyê li ser Mem û Zîna Xanî’ jî mînakeke din a der barê wêje û dîroka Kurdî ye ku di kovarê de cih girtiye. 

Xebateke balkêş jî hevpeyvîna Umîd Demîrhan a li gel zimanzanê Amerîkî Micheal Chyetî ye. Chyet di vê hevpeyvînê de qala xebata xwe ya li ser ferhenga Kurdî-Ingilîzî dike û bi bîr û boçûnên xwe yên der barê zimanê Kurdî û xebatên ferhengnasiyê de rê nîşanî nifşên nû dide.

ANF


Bêjeyên Miftehî