1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Zanyar bi ceribandineke ji ser kompîtura kuantûmê ´demê bi paş ve kişandin´
Zanyar bi ceribandineke ji ser kompîtura kuantûmê ´demê bi paş ve kişandin´,zanyar,bi,ceribandineke,ji,ser,kompîtura,kuantûmê,demê,bi,paş,ve,kişandin

Zanyar bi ceribandineke ji ser kompîtura kuantûmê ´demê bi paş ve kişandin´

A+ A-

Zanyar dane zanîn ku wan bi rêya kompîtura kuantûmê berê demê bi paş ve guherandine.

  

Tê diyarkirin ku ev xebata zanyarên Rûsî, DYAyî û Swîssreyî li dijî zagonên bingehîn ên fizîkê ye û xwedî potensiyeleka ji binî ve guherandina têgihiştina birêveçûna zagonên gerdûnî ye jî.

 

Tê payîn ku lêkolîna di kovara akademîkî ´Scientific Reports´ê de hatiye weşandin her wiha derbarê xebitîna kompîturên kuantûmê de jî ramanên nû bide. 

 

Lêkolîner didine zanîn wan bi rêya elektronan û ya fizîka kuantûmê ev ceribandin kirine û dibêjin; ”Bi gotina herî sivik mirov dikare bişibîne gogên bîlyardoyê ku bi lêdana destpêkê re hemû gog ji hev belav dibin û piştre têne ciyên xwe yên destpêkê, me jî çalakiyeke bi vî rengî pêk anî”. 

 

Ji Esntîtuya Fizîk û Teknolojîyê ya Moskovayê Gordey Lesovik dibêje; ”Em di afirandina çêkirî (sunî) ya dijberî rewşa ber û berê termodînamîk a demê de bi ser ketin. 

 

´Maşîna Demê´ ya kiriye ev ceribandin bi ser bikeve, ji elektronan û ji kubîtên ji yekîneyên daneyan pêk tên û ji bo kompîtura kuantûmê têne bikaranîn pêk tê. 

 

Yekeyên pergala kodkirinên du libî yên di kompîturên em rojane bikar tînin de bi 0 û 1´î têne ziman. Raxistina 0 û 1´an jî dike ku kod pêk bên. Kubît jî li gel girtina hêjana 0 û 1´î, dikare her wiha her du hêjanan binimînin. 

 

Tê diyarkirin, di kompîtura kuantûmê ya ji bo ´rêwîtiya nav demê´ hatiye bikaranîn de kubît di nav tevlîheviyeke gav bi gav zêdetir dibe de ji 0´ê heya 1´îû dijberî wê jî, hêjana yekeya daneyan diguherîne. 

 

Di vê pêvajoyê de rêza hêjanên kodan pêk tînin bi temamî wenda dibin. Vê yekê dişibînine gogên bîlyardoyê ku di destpêka lîstikê de wekî sêgoşe têne rêzkirin bi yek lêdana çovê re ji hev û du belav dibin. 

 

Bernameyeka din a di kompîtura kuantûmê de heye, ji nav kaosa van kodên ji ber xwe ve diperisin pergalekê ava dike û vedigere xala destpêkê ya kubîtan. 

 

Lêkolîner didine zanîn, wan çalakiya dişibe gogên bîlyardoyê yên bi yek lêdana çovê re ji hev belav dibin û paşê têne xala xwe ya destpêkê û çareka din dibine sêgoşe, bi rêya fîzîka kuantûmê pêk anîne. 

 

Zanyarên vê lêkolînê pêk anîne didine zanîn dema ew bi du kubîtan dixebitin, rêjeya serkeftina ´bi paş ve vegerandina demê´ ji %85 e. Lê dema hejmara kubîtan dibe sisê, ev rêje dadikeve ser ji %50´yî.

 

Ji koma lêkolînê Gordey Lesovîk dibêje; ”Algorîtmaya me dikare di demên bê de bêtir bê pêşxistin û şaşiyên ku kompîtura kuantîmê pê re rû bi rû dibe kêmtir bibin”. 

 

Werger: Amîda Kurd